saqî name

From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 2 minutes  811 views
saqî fîdatim... saqî fîdatim
dił peste, heste saqî fîdatim
ḧeyranî lence û bejin û bałatim
şerabê babê bo diłey matim
řewneqê, şewqê babe ḧeyatim
le destî pestî bida necatim
şerabê wabê ’umrî nuḧî bê
sefa bexşî dił neş’ey řoḧî bê
kon û museffa, laberî cefa
bezim û řabîtey yaranî wefa
şerabêkî wa betenha camê
tekamul bika xamê, nefamê
qedeḧ peyapey piřke lêwaw lêw
bênye û metirse le te’ne û cinêw
***
saqî firsete... saqî firsete...
dexîl meweste saqî firsete
wextî xwardinewe û keyf û ’uşrete
muẍennî sa toş řojî hîmmete
dił zor gîrodey deng û neẍmete
tuxwa qetarê dił boy let lete
benałey ney û neẍmey erẍenûn
beneş’ey mey û şerabî guł gûn
ba le dił derkeyn sizayî gerdûn
asûde satê dił bibê mecnûn
***
saqî behare... saqî behare
saqî biřwane dinya behare
zemîn serapa guł û gułzare
çirîkey baz û neẍmey hozare
newroz peyda bû le girdî yare
tê bike le çawî ew ’îşwedare
kwa firsetêkî herwek emcare
tê bike çi wextî twanc û ’are
***
saqî obałî minit be’esto
dinyaye wesyet ekem lelay to
ke mirdim tuxwa her bemey bimşo
bom meken şîn û giryan û řo řo
le cêy yasîn û tełqîn û şînim
bên kořê bigirin le jûr serînim
bebezim û řezim û be’awazî xoş
êsk û pirûskim hemû bête coş