beharî ał
From the Book:
Bargey Yaran
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
5 minutes
2095 views
lemêje awatî mine
bibînim wiłatî sine
zêdî kon û řesenî kurd
bedrêjayî temenî kurd
řwangey hezaran karesat
bine û meterêzî xebat
şûrey sextî berengarî
pirdey wextî fîdakarî
bosey pêşmergey kołneder
gořxaney supay dagîrker
biçme lanî beçke şêran
qełagay tenganey mêran
cê peykanî tîr engêwan
cêy pêkanî des bizêwan
xakî netewey nebezim
her gutûye ezim ezim
***
têr têr biřwanme dîmenî
le xoşyanî bibim xenî
çaw bigêřim le řijd û lêj
ta birînim bibin sařêj
danîşim le bin dewenî
biřwanme mêrg û çemenî
hełmijim heway zenwêran
xo bideme ber awhełdêran
hełgeřêm be řaz û zerdan
berdemewe całe berdan
le ban řewezan bixiwênim
kewî beyan wedeng bênim
lew řinwane bikem řewt
dijmin boy nekirawin zewt
le mişareyek dagirim pê
netewî kird serengirê
tozê berdê bikem bekil
«ke gerdûn pêy nedawe til»
wek goranî hewraman pêw
pê binême ser «pêpîlkey dêw»
danûsêm bekanyawî řûn
řabkişêm leser hełesûn
çepkê wenewşe biçnim
deskê swêsne biřnim
xom le tîşêkî bikem bend
hełpisênim çiłê gyabend
eşkewtê neçê lebîrim
penaga bû bo bapîrim
bigirim gewe û pêç û xemî
biçme ser dundî estemî
leser kêwî berzî arêz
kurdistan bigirme amêz
becwanî ew xořiskawe
řûn binewe em dû çawe
em çawaney gelê mawe
le swêy kurdistan giryawe
em çawaney firmêskyan řişt
bo kurdêkî dijmin deykuşt
em çawaney dagîrsawin
hênd le şîngayan giryawin
çim pê dełên lêre û lewê
min kurdistanim xoş dewê
pêşim biłên winî û dêwî
deperistim çiř û kêwî
ca degeřêmewe pê deşt
beladêyanda bikem geşt
bibînim dêm û berawî
bûrey gasin lê nedrawî
kêłgey beřêjew û nerman
bełam bê xoyan û xerman
ne sed, ne binawan û ne bend
cogey comał nekirawî mend
estêrî piř buwey bogen
piř le lîte û sê sû û cegen
cutyarî aza û tund û toł
gacûtî leř û gasnî koł
birsî hejar bê deretan
řeş û řût û bê tow û nan
destî qełşîw pê řagîraw
gîrfanî diřaw û bê diraw
pałey swałe honî begurd
çeqłî çawî dijminî kurd
xanûy kawil û řeş û birş
her nanî řeq û doy tirş
boy kira diro û delese
kwa řêgawban û medrese?
nek mafî cûtyar nedrawe
ladêman xapûr kirawe
sergerdan bûn lenêw tořa
bewey nîye nêwyan gořa
bo zeḧmetkêşî qareman
ne duktor heye ne derman
bê behren le xwêndewarî
xwêndewarî û kurdewarî?
***
heta hêzî xełk bizût
bû bemeşxełî geş bizût
xełkî têkoşer xoy derxist
begij erteş daçû bemist
řapeřînêk bû bê wêne
wiłat detgut, gomî xwêne
dîktator bo parastinî xoy
kirdî herçî ke dekira boy
bedestî sitem û tawan
řija xwênî şoře lawan
zordarî bo zor manewe
beřq hate meydanewe
bê bezeyî destî weşand
xwênî jin û pyawî řijand
zigî bawkî pîrî sûtand
řołey leber dayk řifand
wîstî xakî pakî êran
ewendî dî bika wêran
bełam xełkî le gyan bêzar
day nenwand leber zordar
le tank û top neprîngawe
gwêy begulle nezrîngawe
pêy dagirt, çeqî nebezî
ta dagîrker gurçûy tezî
***
kurdîş beşdarî xebat bû
řołey řojî karesat bû
lawî gyanfîday gyanfîda
azayane, şehîdî da
le xebatî xwênawîda
le heřetî tengawîda
kurdistan her bû beqeła
dîtî hezar derd û beła
êsta dełê xwênî geşim
bo şořş řiştiwe kwa beşim?
dijî zordarî bûm, her wam
her demewê mafî řewam
demewê bigem benyaz
nawim menê cyawazî xwaz
keçî polêk koneperest
bo bêgane bûne dardest
le beharî azadîda
le katî xoşî û şadîda
xirape kewtewe birew
temaye řoj bika beşew
siney cwanî xwênawî kird
diro û fêł û napyawî kird
napak hatewe kayewe
dawî bo xełk nayewe
degrê dekujê debřê
şeř defroşê zig dedřê
jin û mindał naparêzê
lêman degrê meterêzê
řawe řûte û xanebgîr
girmey tope û qirmey şêst tîr
zebir û zengî xoy denwênê
lawan le xwên degewzênê
kurdistan beharî ałe
ca be xwên bê ya be gułałe