firmêskî řunû

From the Book:
Bargey Yaran
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 4 minutes  3566 views
tu gutit: «min aşqî sewdaser û dînim dewê»
min gutim: «taku be’awatit bigey dînim dewê»
hełkewê tawêkî çawêkî le dîdarit bikem
ta bizanî kwanê bo cwanê dił û dînim dewê?
bizguřî řeş dabpoşê řûmetî geş tabekey?
şa’îrî geşbînim û kwa? çawî řeşbînim dewê?
ey perîzadî mehabadî! eto win bûy le min
tom hebê lekwê perîzade û perî çînim dewê
řûtim û yaqût û awrîşmim lebîr naçêtewe
lêwî sûr û ał û biskî xaw û çîn çînim dewê
tu nedîwî boye şew çawim le asmanê biřî
tu bedî kem girşe girşî mang û perwînim dewê?
ta weku saqî ecel nemdatê taławî neman
çawe biřke, des bizêwî, maçî şîrînim dewê
jwanî bin sîle û pesîwî lawetî yadî bexêr
bo ewey pîrane nemirim yadî dêrînim dewê
kwanê ew şewgare bêdenge le jwangey cê hewar?
kiç řewek bû min gutim: hêdî be! ḧecmînim dewê
kwanê ew řojey ke serçopîm degirt bangim dekird
dom dewê, doy qoł bebazin û pence nexşînim dewê?
şa’îrim, cwanî peristim, diłteřim, şêtim, le şoq
kêwî bijwên, dîmenî cwan deştî řengînim dewê
min befirmêskî řunûy kwêstanî kurd perwerde bûm
kułmî ał û çawî kał û sîngî befrînim dewê
xoşewîstî min kiçe kurdêke pak û nazenîn
baxewane pîrem û baxî beperjînim dewê
namewê řû bigrê ta demrê befêłbazî û diro
yarî, nazdarî, lebarî, dyarî şermînim dewê
min teşî řêsêkî wek şîrnî (wefayî)m bo çîye?
kîjî wiryay çawkirawey fêre zanînim dewê
bo debê zêndîn le zîndanim bika çunke gutim:
«ez memim, xestey xemim, kuştey emim zînim dewê?»
nayełn qet çêjî azadî biçêjim min dena:
xwênî şîrînim dewê kwa termî xwênînim dewê
bwarî wem naden lenêw mêrge (çeko) hełtutekêm
çunke pirsey daykî mil bekwên û ser şînim dewê
nayełn asûde danîşim le lapałî çyam
qaspe qaspî xasekew, bê girmeyî mînim dewê?
arezûme herçî însane be’azadî bijî
çon gelî damaw û dîl û mat û xemgînim dewê?
namewê xwên biřjê ya bonî kelakî kon bikem
řengî mêlaqe û gułałe û bonî nesrînim dewê
hełpeřîn û pêkenîn debzêwî hestî naskim
kwa diłî piř êş û of û cergî bebrînim dewê?
derzî ajin bû diłim le swêy şehîdanî nemir
bes nîye, mewdam biden tozkałê teskînim dewê
cêy germ, parûy nerim xoşe, bełam bo mafî xom
sêberî eşkewtî sard û nwênî berdînim dewê
bo bezarî meznîxwazî tałe wek kekire û zerend
ger biłêm min pasewanî qesrî şîrînim dewê?
dêwî şeř simkoł deka lêm û debułênê dełê
bo leserdanî hemû êwe tewrzînim dewê
bo firîştey dad besîney piř le kîne û daxewe
hate kurdistan gutî: řecmî şeyatînim dewê
seqqiz û serdeşt û sabłax û siney kird ẍerqî xwên
sêy tirî wîstin gutî: bo sifre ḧew sînim dewê
key řewaye bimdene ber gulle ya řawim binên?
ger gutim kurdim le kurdistanî xom jînim dewê
kurd meger kunde ke her wêrane bê hêlanekey?
nîştimanî awedanî cwanî řengînim dewê
zor be’awatim ke kurdistanekem bê kêşe bê
aştîxwazim kwa wiłatî piř řiq û qînim dewê?
ta nehêłim şwênewarî nalebarî pehlewî
negbetî zordarekan û xoşî miskînim dewê
laşeřim, kwa bedfeřim emma leser mafî řewam
dest û çek, îman û hîwa û hestî awrînim dewê?
bo necatî em gele koyle û hejar û bêkese
gyanî pak û bîrî tîj û řêge nasînim dewê?
bo begjidaçûnî zordarî û hejarî û naheqî
karger û cûtêrî aga û mistî asnînim dewê
sext û nahemware em řêgaye kurdî kułneder
bo xebatêkî dirêj xayen guř û tînim dewê
dway necat bo awedanî û xuşî xapûre wiłat
komełêkî çak û pak û řast û wirdibînim dewê
bo xebatî hawbeşî yeksanî tundutîjî gel
lawî karamey becerg û kîjî sengînim dewê
kîj û kuř bigirin le dewrî gořî hêmin řeşbełek
min ke şîngêřî şehîdanim le kwê şînim dewê