řewez wird nabê

From the Book:
Bargey Yaran
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 1 minutes  1588 views
zewî! êstaş leřût hełdê bidey sûř?
neřûxay asmanî pîrî pişt kûř?
ke ḧałî zarman awa debînin
ke małî załman awa debînin
ke mergî kawekanî çak debînin
ke cergî kîjekan piř çak debînin
ke kořî şîn, beharî sûr debînin
«emîn»y na emîn me’mûr debînin
ke bûkî sûrî bê zawa debînin
kiřûzey bê gonay sawa debînin
ke somayî le çaw bawkan biřawe
berokî pîre daykan dadřawe
ke kundî şûm le gundî kurd dexwênê
ke gencî kurd degewzênê dexwênê
ke textî bextî kurd bê xêw debînin
«suleymanî» esîrî dêw debînin
binarî lêj û nahemwarî hełgurd
debînin bote deştî kerbelay kurd
benaheq xwênî têkoşer deřêjin
şehîdî bê ser û bê şwên denêjin
***
bełam ba tê biga ew dujminey pest
řewez wird nakirê hergîz bedardest
debê kund her berew wêrane bifřê
heło lew kêwe serberzane nebřê