yar be xende muslîḧe ger fîtneyî çawî nebê

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  510 views
yar be xende muslîḧe ger fîtneyî çawî nebê
çaw degîřê ger demê ’aşîq leber çawî nebê
murẍî dił perwazîye bo daneyî xałî lebî
mufte bo qûtî diłî em dane ger dawî nebê
da’îma me’şûqe xoy karî be ’aşîq her heye
padşa diłgîr ebê satê segî řawî nebê
’eybe bo ’aşîq le meḧşer bête meydanî ḧîsab
xwên le zamî dił neřêjê cergî birjawî nebê
dił meke ẍafił le peykanî xedengî ẍemzeket
wişk ebê em gułşene ger لەحزەێ awî nebê
pêy biłên ba çakî xoy hełka ke koyî kuştegan
çakî pakî ba be xwênî ême xwênawî nebê
feził wişuhret seddî řêgey meqsede bo salîkan
lezzetî naken le mesken ẍeyrî bednawî nebê
xaksarî payey mîḧrabî wesłe «xadîma»Pen name
sunnetî mecnûne ’aşîq tirsî bednawî nebê