ٲla ٲyiha alsaqî lebaleb piřke peymane

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  542 views
ٲla ya ٲyiha alsaqîArabic lebaleb piřke peymane
ٲdir kٲsa û nawilhaArabic sexa karî kerîmane
ٲla ٲyiha alimtirbArabic fîdayî pencekanit bim
be dengî tarû ’udit zemzeme bawêje meyxane
gehê sermest û bê karim gehê huşyar û piř karim
gehê bê hoş û xummarim gehê mecnûn û dêwane
to şahî kîşwerî ḧusnî û mahî burcî ře’nayî
dekewne secde bo berpêt hemû esnamî bitxane
ferîzey zîmmete cana zekatî ḧusin eger bîdey
gedawu musteḧeqim min be muflîs katî îḧsane
ela ey bilbilî şeyda eto ’aşîq be gułzarî
minîş her talîbî yarim le mescîd ya le bitxane
eto řûy guł û min talîbî cîlwey cemałî ew
le herçî ẍeyrî em me’şûqeye bûm be bêgane
exoy to zexmî em xare minîş cêgem serî dare
le beynî her dû ’alemda min û to bûyne efsane
le katêkda seḧer gahan le dewrî guł enałênê
minîş bo şem’î řûyî yar esûtim mîslî perwane
le řêgey dûrewe ḧacî ke dên bo ke’beyî meqsûd
tewafî xane bo wane minîş bo saḧêbî xane
leher kwê pirtewî cîlwey cemałî yar ebînim min
meqamî secde birdinme çe mescîd bê çe bitxane
le berqî agirî şu’ley şerer yarî cemałî yar
seraser her wekû tûre çe dił ya kuncî kaşane
’irûsî fikirî min xadîmPen name legeł dił ’ehd û peymanî
le ’eşqa mîhrî ew tesdîqe neqdî can û îmane