wa nesîm sirwey le bo řûy gułistan hatewe

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  530 views
wa nesîm sirwey le bo řûy gułistan hatewe
bo wîsalî řûy guł bilbil be efẍan hatewe
duşminî xunxiwarî şew dewrî ḧesarî girtibûm
metłe’î subḧî se’adet nûr efşan hatewe
ser be zano bû le kulbe muddetê ye’qûbî dił
bonî pîrahen le nakaw řû be ken’an hatewe
kifrî zułfî řûy xurşîdî řuxî dapoşîbû
’arîzî derkewt be ahim nûrî îman hatewe
muddetê bû bê xeber bûm qasîdîş peyda nebû
hud hudî win bû le nakaw bo suleyman hatewe
baẍî şadîm lem xezane muddetê pejmurde bû
sirweyî neş’ey behar û hewr û baran hatewe
dulberî mûsa sîfet emřo beser weqtim ke hat
bo xelasî min le dest fîr’ewn û haman hatewe
min ke ser geştey şewî tarîkî dûrî bûm ke dîm
berqî lamî’ cîlweyî řûy mahî taban hatewe
dił le řêgey ’eşqyana puxte bû xadîmPen name ke çû
puxte wek mecnûn le çoł û hem byaban hatewe