em gułşene cêy şadîye hengamî sirûre

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  511 views
em gułşene cêy şadîye hengamî sirûre
sed şukir ke afatî xezan lem dewre dûre
bezim û tereb yarî cwan wimey gune
saqî were bom têke xuday ême ẍefûre
řêk nakewê qet ’eşq legeł sebir û teḧemûl
wek agir û pûş û be mîsil seng û bilûre
em řêgeye piř seng û qedem leng wiweqit teng
twêşey kem û taqet kem û hem merḧele dûre
zułf û xet û em ’arîze û ce’dî binagwêş
hale û mehu û xurşîde îtir sayeyî nûre
ḧusnêkî weha serkeş û min bêxud û wamest
çibkem legeł em sebre keme û bare ẍyûr
çaw mîslî seḧab, qetrey eşkim wekû baran
’eşqim û şerer û şu’lewer û sîne tenûre
xadîmPen name be hemû ḧałê řezaye be řezay to
bem cewr û cefaye elemî towe şekûre