kifir û îman hem qerînin nûr û zułmet pêkewe
From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
2 minutes
1103 views
kifir û îman hem qerînin nûr û zułmet pêkewe
dest le aẍoşin legeł yek kułim û zułifit pêkewe
mułkî řomî xiste dest xoy padşahî zingibar
dînber û hem diłřifênin xał û kułimit pêkewe
çawî we’dey wesił edat û tîrî mujgan demkujê
dił be çî xoş kem le dûla řenc û nî’met pêkewe
demkujê lêşim depirsê yar be xende û nazewe
çawekem nemdî le wextî qehir û xendet pêkewe
derdî ew bê ’arî kirdim dête lam xoy bo şîfa
pêm eda her dû be carê seqim û sîḧḧet pêkewe
mutrîb û ney, saqî û mey, şahîd û goşey çemen
xoşe lem cêgaye bezmî ’eyş û ’uşret pêkewe
zamî dûbarey xedengit merheme bo zamî dił
her dû her yeksane bo min cewr û ’edilit pêkewe
zahîdim dî min legeł dulber le goşey meykede
ḧîretim kird tûr û zułmet mar û cennet pêkewe
her wekû bay serser û mêşûleye ’eşiř û xîred
muctemî’ nabin legeł yek ’eqił û cînnet pêkewe
min le dû lawe guriftarim be dest em şoxewe
demkujin herdû becarê ’eşq û ẍurbet pêkewe
xadîmêkîPen name wek minit to her dewê daym lede
ta legeł seg ew biken şew pasî derget pêkewe