’aşiqan ma’îlî serî darin

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  577 views
’aşiqan ma’îlî serî darin
ḧakmî miłkî ’eyş û serdarin
ser be zano sefer eken le cîhan
kaşîfî herdû kewn û esrarin
ḧeremî xasî yare goşey dił
çunkî lem xełwete legeł yarin
mest û bê hoşî badey ’eşqin
hoşî bê hoşîye ke huşyarin
le fenadan le miłkî kem nawî
çun hemîşe le hestî bêzarin
bo ’irûcî be ’alemî bała
be peř û bałî ’eşq teyyarin
bo qisewguftugo legeł me’şûq
bê kelam û seda be guftarin
bê mey û saqî û ney û mutrîb
mest û řeqsan û dîde xumarin
گاە le coşî miḧebeta şêtin
گاە le sozî derûnewe harin
گاە ’ezlet eken le ’alemda
گاە řîswayî şar û bazařn
گاە le naw coşî agirî dûrîn
گاە le wesła ’eynî gułzarin
çî ezanî le ḧałyan xadîmPen name?
dest be kar û be dił legeł yarin