agirî şewqit le sînem taku girtûye weten

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  776 views
agirî şewqit le sînem taku girtûye weten
dił leber daẍî miḧebbet buwete gułzar û çemen
wadeyî ’eşqe dûsed mecnûn le her goşe û kenar
hem lejêr her berdya westawe dûsed kohken
ger le hestî têpeřî gułxen legeł gułşen yeke
bo giriftarî miḧebbet çoł wiseḧraye weten
ḧacetî nabê be şorîn û be telqîn û kefen
bo şehîdî tîẍî ’eşqî xwênî elwane kefen
qasîdî dulber be siřî name agadar nîye
karwanî mîsir meḧrûme le bonî pîrehen
key eken řeḧmê be em mecnûnî zincîrme?
dił ewa ’umrêke xwên exwa le qeydî wehim wizen
xakî xadîmPen name çun le kûçey baẍî mewcî guł buwe
her leyek miştî ẍubarî dyare sed řengî çemen