her şew řojê le sîlkî bendegahî ḧezretim

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  504 views
her şew řojê le sîlkî bendegahî ḧezretim
çakirî dergahî ’alîm û ẍułamî hîmmetim
«riḧimةlil’almîn»Arabic bûy min yekê lew ’alemem
wa leser em ḧałeye daym be derd û zeḧmetim
řeḧmetim gořa be zeḧmet têr bextîm bû kewa
nuqtey bê talî’im bû kewte ser řêy řeḧmetim
řiştey nezzarekem mepsêne bo cîlwey řuxt
cîlweyî awêne her şew dête xwabî ḧîretim
ser be zano ta seḧer meşẍułî cîlwet bo xeyal
xew le çawimda ḧerame çawenorî firsetim
gerçî dûrim min be sûret bo ḧizûrit da’îma
min be can û dił be qurban û muqîmî ḧezretim
damanim piř bû le eşkî gewherî deryayî dił
awî gewher bû be derya bo şinayî hîmetim
’aşîqî daxił be kesb û îxtyarî min nebû
ser nuştî xamey qudret wehabû qîsmetim
rahî ateşbarî ’eşq wimin bekołê pûşewe
bo guzer gahim be qurban çawenorî hîmmetim
ser le cêy pê dadenê xadîmPen name bo dergahî to
ger xuda řeḧmê bika ’umrîş bida ger mołetim