le awêney cemałit tûtî goyayî esrarim

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  449 views
le awêney cemałit tûtî goyayî esrarim
le wesfî xendey zarit şekir eřjê le mînqarim
fereḧnakim le řemzî ’eşqya tozê ke ḧałî bûm
çe xoş neqşî numayan bû le xettî ’arzî yarim
qisey serbeste takey wa mu’emma bê le me’nada
cinûn mewcî ke da lay dawe em perde le esrarim
guław pirjênî řuxsarim be badet ke demê saqî
le xwabî ẍefłeta hełsê hetaku bextî bêdarim
çe řemzê bû be perdey ney ke mutrîb lêy eda îmřo?
le ḧałî mestya lem řemzeda êsta ke huşyarim
çe efîwnêkî kirde saẍîrî mey saqîye meclîs
le mestî da serim řoyî çe cay mabê destarim
xud herçend ke neqdî ka’înate bo be şer îmřo
muqabîl nabê weznî qet be ’eşqî kîmya karim
denałênê diłim wek ney sema’î ger biken ’alem
le me’na zor û lefzî kem dezanin ḧałî esrarim
le feyzî terbyey pîrî muẍan bû xadîmPen name îlham
munezzem bû ke dîwanim nîzamî nezim û eş’arim