le xełwet ser bezano bo sefer çûm

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  556 views
le xełwet ser bezano bo sefer çûm
be umêdî wîsał bo řêy xeter çûm
le xewma pê gutim dulber were lam
be bêdarî bepê çûm û beser çûm
gułî baẍî cwanî newbeharim
xezanim wa beser hat û beserçûm
çe şorî xiste ’alem cîlweyî yar
te’ecub mam û bo keşfî qemer çûm
be pîrîy kewtime řêy şarî miḧebbet
be bê payî beser çûm ta beser çûm
weku perwane bo şem’î cemałî
be bê perwa le bo coşî şerer çûm
le řêy hat û nehatî ’aşiqî da
ewa çûm min eger hatim eger çûm
be newmêdî weku nałey diłî kuł
le nîwey şew be dunbałî eser çûm
weku şewnim le şewqî aftabit
muheyya bûm legeł cîlwey seḧer çûm
be qesdî kuştinim bû bangî kirdim
le xoşî de’wetî bûbê super çûm
beḧelqey ’aşîqan xadîmPen name heta çûm
çe çûnê bû! besed xwênî ciger çûm