esîrî tuřřey zułfî perêşanî xemî xawum

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  497 views
esîrî tuřřey zułfî perêşanî xemî xawum
çeçare min wa pabendî ḧelqeyî řişteyî dawum
lebo her kwê eçim řêga be min egrê ẍemî dulber
lemin nazanim çî dewê wek qerzî pê dawim!
wicûdim her ẍeme widerde û suruşke nałeye û daẍe
le me’nada nemawim min be sûret gerçî wa mawum
weku řiştey dûta sed def’e bay dawim be derd û ẍem
keçî êstaş le esrarî miḧebbet matem û xawum
eger çî ẍa’îbî her şew xeyałim cezb eka cîlwet
be mewcî nazewe her لەحزەێ eyxate berçawum
qeder pabendî tuřřey ḧelqey zincîrî toy kirdim
qeza lew řojewe xelqim be mecnûnî ena nawum
diłî min neng tire yaran weya nuqtey dehanî yar?
cîhan şêwa tire îmřo we ya xud ḧałî şêwawim
leber pîrî lepê kewtûm û qafłey metłebim řoyî
enałênim ceres asa le bo menzil becê mawum
le serxo çûne eḧwałim le xak û xune ẍełtanim
ebê herwa bê serfî ’umrî min xadîmPen nameheta mawum