weha bê bade lem dû çawî mestî yarewe mestim

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  589 views
weha bê bade lem dû çawî mestî yarewe mestim
ebexşim mułkî dunya min le katêka tehî destim
beneqdî can xerîdarî nîgahî çawî ew şoxem
bedestî to edem lem bey’e wek destî ḧena destim
xeyałî ’eksî dulber bû kilîlî dergehî ’uşret
çîye hengawî bezmim le ḧałêka ke min pestim?
beşahî guł weku bilbil ebed min aşyan nakem
be nexlî şu’leyî şemi’it meger min aşyan bestim
egořê řengî xwênî min le tirsî berqî şimşêrî
ke qesdî kuştinî ’aşîq aka meḧbûbî dił sextim
byabanî ḧerem wek sefḧey dîwanî eş’arim