be yadî to le diłda ger kîfaḧî em nekem çibkem?

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  524 views
be yadî to le diłda ger kîfaḧî em nekem çibkem?
be fîkirî řûyî to derdî cudayî kem nekem çibkem?
le çarey derdî dił îmřo tebîbî ḧazîqin ’aciz
be zamî tir eger zamî ciger merhem nekem çibkem?
te’elluq řêy wîsałî ḧezretî me’şûqî lê girtim
kewa bo terkî xwîş wibab û xał û ’em nekem çibkem?
eger bo ke’beyî wesłî řuxî řêgem neda dulber
le baranî suruşkim dîde wek zemzem nekem çibgem?
xelel bo ’eyşî tenhayî eda hemdem becuz dulber
le xełwetda xeyałî ’eksî ew hemdem nekem çibkem?
binaẍey xaneyî ’eyşim le hîcra řû le weyrane
be sengî sebir eger binçîney meḧkem nekem çibkem?
mucered bûne řêgey wesłî ew şoxe le dunyada
ke terkî suzenî wek ’îsa meryem nekem çibkem?
be řeşmarî dû zułfî zamî dił zehrawîye xadîmPen name
be tiryaqî lebî dulber ’îlacî sem nekem çibkem?