lexew hełse be nałey ney û fuẍanî semma’

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  560 views
lexew hełsite be nałey ney û fuẍanî sema’
gułêkî biçne le gułzar û bustanî sema’
egerçî win buwe dulber le jêr nîqabî xefa
mîsalî mange cemałî le asmanî sema’
ke narî zeřře ke piř bû le pirtewî xurşîd
beřeqis û şadîye karî le feyzî canî sema’
le mewcî cîlwey ’îşqa nexe û emênê neseyr
ne nam û neng emênê le astanî sema’
xîred le xaney dił bar eka edeb le dway
le bezmî mutrîb û saqî û hem zemanî sema’
diłî xirab xerabatîye le řêgey ’îşq
ekem ’emaretî dił her be yek fuẍanî sema’
ḧedîsî mûsa û seng wi’esaw çeşmey aw
le eşkî xadîmPen name ebînê le kat û anî sema’