hatewe naw mecme’î erbabî miḧebbet wa’îz
From the Book:
            Dîwanî Xadim
        By:
                Khadem (1895-1953)
        
             1 minutes
             1182 views
        
        
    hate naw mecme’î erbabî miḧebbet wa’îz
terkî me’şûq û meyî kird be nesîḧet wa’îz
we’deyî ḧûrû qisûrî ke eda bo meclîs
bem ’îbaratewe bo ehlî miḧebbet wa’îz
’aşiqîşî gwêy keře lem pend û qisey bê hûde
beheba řoyî ewey kird nesîḧet wa’îz
ger le bom řêkewê carê nezerî řûy nîgar
namewê ḧûrû qisûr gułî cennet wa’îz
xadîmîPen name dergehî meyxanem û hem pîrî muẍan
qîsmetî xote bixo badey mîḧnet wa’îz