’alemê ḧeyranî řûy toye minîş

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  607 views
’alemê ḧeyranî řûy toye minîş
can fîdayî cîlwey toye diłîş
ḧesretî bo tuřřey mîşkî xeta
hem be pêçû tabe bo ew sunbulîş
daẍî laneş hem le daẍî řûyî to
herweha lem ḧesrete bergî gułîş
neẍme xwanî ḧusnî to bûn ’aşîqan
her seḧergahî le gułşen bulbulîş
dawî seydî her diłêke tuřřeket
ger perêşan bû beser mil kakułîş
nek be tenha her minim řiswayî to
herçî eybînim wehaye ’alemîş
’îşqî to mecnûnî xiste derd û herd
şêtî ton wek ew hezaran ’aqlîş
kes nebû xałî le sewadit bê serî
feylesûf wi’alem û hem cahîlîş
bes û nebû bo kuştinî min ẍemzekey
nazû ’îşwe wihem nîgahî qatîlîş
padşahan «xadîmî»Pen name dergahî ton
hem le řêzî xadîmane xadîmîş