seḧer le dergehî şah nałe ger bika derwêş

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  532 views
seḧer le dergehî şah nałe ger bika derwêş
ẍiryû zelzeleyek ser be ’erş eda derwêş
le kuncî xełwetewe ser be zanoyî kîsret
be seyrî ’alemî weḧdet sefer eka derwêş
le wextî ne’rey «alifqir fixrî»Arabicye karî
teserofî le zemînaye tasema derwêş
seyrî miłkî qena’et ke tekîye gahî ewe
be tacî key kulehî peşî key eda derwêş?
nezer le goşey çawî le xakî tîre bika
be nûrî terbîye eyka be kîmya derwêş
be mułkî her dû cîhan îltîfat eto nakey?
eger le siřřî qena’et xeber bida derwêş
kemendî weḧdetî zennarî zułfî me’şûqe
le yek dubînî sebeb da ḧezer eka derwêş
heway dêr û ḧerem neş’e pexşî mestîye
le kufir û dîn guzerî kird le mestya derwêş
hetaku cîlwey řûy yarî lê numayan bê
be bade seyqełî mîr’at dił deka derwêş
ẍołam û «xadîmî»Pen nameem ta’îfeyem be îxlasî
heta le ḧezretî şah bom bika řica derwêş