çaw hełêne لەحزەێ binware esrarî behar

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  695 views
çaw hełêne leḧzeyê binware esrarî behar
herçî fîkirit boy neçê tuwaye etwarî behar
xot le ḧepsî pîrehen derke mîsalî bonî guł
řûy le řûy toye dû çawî aşna karî behar
payemałî mewcî tofanî gułe kewn û mekan
sewze çawî xoy hełêna kewte îzkarî behar
seyrî gułzarî řuxî kirduwe ya řeb ełêy
çetrî lêda wek peřî tawus eşcarî behar
řengî damen çîn û bonî guł wekû bêhoşîye
çunkî daym ’ezmî řoyştinîye gułzarî behar
to le ’eyş û zemzemey lem gułşene ẍafił mebe
řû le nabûdî û kesadî daye bazarî behar
bilbilî bêçare perwazî be neqdî nałe kird
hate bazařî miḧebbet bo xerîdarî behar
meḧremî nebzî diłî aramî min her ’îşqe bes
xetî sunbul tařegî guł bo xeberdarî behar
cîlwe ta min dîm nîhan bû, řeng û bo ta dîm şika
firsetî bezmî temaşa hênde bû karî behar
wek ẍenîmet firsetêke seyrî gułşen yek dû řoj
pêkenînî ẍunçeye win bûnî řuxsarî behar
lale daẍ û guł girîban çak û bulbul nałe go
ẍeyrî ’îbret çî heye lem baẍe dîdarî behar?
ey xîred suraẍî min nakey îtir wek bonî guł?
min legeł badî fena çûm serewkarî behar
zamî dił xadîmPen name ke penhane lejêr perdey nefis
wek girîbanî mine çakî diłî zarî behar