nałey dił zor be meḧzûnî le sînem dête der

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  801 views
nałey dił zor be meḧzûnî le sînem dête der
qet nebûm řaḧet le şew satê heta wetî seḧer
cunbuşî wek bałî perwane be yek nakewtewe
bo hewa exulêtewe herdem be dunbałî eser
neş’ey me’na demaẍêkî teř û tazey dewê
ḧîssî naka qet le her katê demaẍî bê xeber
ew zemanem lê beserçû seylî eşkêkim hebû
êste mirdûm be yadî girye û dû çawî teř
lem xem û pêçey emelda me’nayî dił win buwe
yek girê ta çend leser yek řişteyî bê cîlweger
ḧez ekey ger to bizanî şêtî cîlwe kanim perî
xot be zor dîqet temaşake dukanî şîşeger
wek sefî mujgan dû’alem meḧûy ser yektir ebûn
ta le tozî cîlweyî ẍeyrî to bestûme nezer
xaksarî zîllete ger î’tîbarêkit dewê
se’î řîşey mudde’a axir eda bo to semer
bê teleb lem řêge be xadîmPen name sefer ke muddetê
terkî metleb payî hîmmet zû eka bo to beser