le gułşen nařwê serûy wekû em serûy mewzûnit

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  1107 views
le gułşen nařwê serûy wekû em serûy mewzûnit
be xwênî ’aşîqan řengîne le’lî lêwî meygûnit
diłim wek murẍî weḧşî kewte qeydî tuřřey zułifit
tełaşî çî ekey ey dił meḧałe taze berbûnit
le her kwê şu’ley xurşîde sêber meḧuwe lem cêge
ke teşrîf hatnî dulber buwe mayey telef bûnit
le řêgey ’îşqî ew şoxe ’ecayb mest û dêwanem
diła takey ekey koşiş? nema ’îlmî filatûnit
hezaranî weku xadîmPen name esîr û kuşteyî ’îşqit
be carê ’alemê meḧbûsî bendî dawî efsûnit