le sefḧey mesḧefî řû herdû ebrut

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  660 views
le sefḧey mesḧefî řû herdû ebrut
dû «bisim alilh» ye bo yek sûreyî řût
weku şêx ḧeqme ger ladem le mezheb
le xoşî řişteyî zennarî gêsût
be řûy to tefreqey nezzare cem’e
kemendî weḧdetim bo tuřřey mût
ebem secde le seḧrayî miḧebbet
le wextê derkewê bom agirî řût
nebû te’sîrî ’îlmî «batil alsiḧir»
le efsûnî nîgahî çawî cadût
le mułkî řom eka ger padşahî
nîye xałî le ḧîkmet xałî hîndut
le wextî xendeta me’lûme zarit
dû lêwî le’lî to yaqûte yaqût
le gułşen nařoy qet sirewî azad
mîsalî qametî ře’nayî dilcût
be meşşate bilê têkî neda lêm
keyaney xadîmPen namee ḧelqey dû gêsût