be ebroy wek keman û ẍemzey mujganî wek tîrit

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  685 views
be ebroy wek keman û ẍemzeyî mujganî wek tîrit
diłêkim bû weku ahûy weḧşî buwete nêçîrit
diłî dêwaney mecnûn ke ḧepsî tuřřey mûte
be qurban çone axo ḧałî ew şête le zincîrit
ke çawit destî girde naz û ’îşwe wiẍemze û fîtne
bełê zanîm ke bokujranî min bû sîḧir û tedbîrit
le wextî kuştinim wesyetme بمدەێ yek demê mołet
ewende ta biłêm řoḧim fîday dest û şimşêrit
diłim hat û mutałay sefḧeyî řût wek mutewwel ka
keçî zû muxteser kewte dû ḧelqey zułfî zincîrit
mu’etter ke demaẍim to le mîşkî gêswanî yar
were peykî seba canim fîdayî bon û te’sîrit
řimûzî fîtne cuyî ẍemze eyka çawî mes’ûle
çe kuştarê eka bê řeḧme em celladî bê şîrit
le nałey subḧigahî mesre û ẍafił mebe ey dił
ebê wextê ke te’sîrî bû zû ahî şebgîrit
serim dana lejêr pêta leser xakî derit emřo
umîdim waye ger bête teła xakim be eksîrit
be îma emrî qetłî min be şimşêrî birot gerda
ewa lew řojewe çawim le řêye çî bû te’xîrit
biřo zahîd ke xadîmPen name xadmî meyxaneyî dest kewt
etow seccade û xerqe, eto û tesbîḧî tezwîrit