mayey ’îş û neşatî canî mestane şeřab

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  678 views
mayey ’îş û neşatî canî mestane şeřab
ba’îsî jîn û ḧeyate awî ḧeywane şeřab
şore bexşî ’aşîqan û neş’e engêze be dił
le’il û yaqûte weya xud lêwî canane şeřab
ger ’ezazîl xwardibay yek cur’e bo adem be zû
dû hezar secdey ebird çun nûrî îmane şeřab
zû debête kîmya ger qetreyî biřjê be xak
nûr bexşî dîdeyî me’nayî mestane şeřab
zaẍ eger bîxwatewe derdem ebête ’endelîb
çunkî boxoy herweku bilbil ẍezel xwane şeřab
bo nexoşî ’aşiqan û derdî dûrî û daẍî dił
herweku dû lêwî dulber wa be xendane şeřab
pîrî meyxane be mey exwa qesem bo ’aşîqan
ba’îsî wesłî hewa xwahan û canane şeřab
قەترەێ bête derûnit kenze xadîmPen name piř gewher
wek sedef piř gewhere çun awî nyane şeřab