wîsałit ger dewê her şew, mebe hergîz le dił ẍa’ib

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  737 views
wîsałit ger dewê her şew, mebe hergîz le dił ẍa’ib
weku bilbil mebe wextî seḧergahan le guł ẍa’îb
diłim teslîmî cwanêke le pîrîy û ẍa’îbî dûre
weku xurşîdî ’alem tab şew nabê legeł ẍa’îb
demêke herwekû yusif ke lêm win bû le pîrahen
kewa canî ’ezîzim bû le xaney awu gił ẍa’îb
bemirdin we’deyî wesiłim edatê çî bikem ew şoxe
kewa lem řoje xom ẍa’îb û ecel ẍa’îb
be pîrî ta bekey qet’î emel nakey le dunyada?
qena’et gencî neqde ḧazre bo to emel ẍa’îb
serî řiştey miḧebbet bermede hergîz le destî dił
heta cîlwey cemałî qet nebê bo to le dił ẍa’îb
be ewcî kîbryayî bał û bê peř ger nebî nagey
kewa lem řêgeye quwey hezaran bałî mel ẍa’îb
be lêwî wişk wi’eşkim siřřî dił me’lûme win nabê
le ser banî minare çon ebê řeqsî ḧecel ẍa’îb
were xadîmPen name le bezmî şahîd û mutrîb mebe ẍa’îb
îtir qet xot meke hergîz le saqî û camî muł ẍa’îb