ger leser řuxsarî xot la dey demê bendî nîqab

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  756 views
ger leser řuxsarî xot ladey demê bendî nîqab
ser lejêr pêta ebê mecbûre bo xoy aftab
ḧałî seg mergî nebê em ’umre bê to çon ejîm
natwan û wêł û sergerdan û hem xane xerab
ḧasłî ’umirim leser em ḧałe serfî ẍem buwe
çaw be eşk û sîne çaku can ḧezîn û dił kebab
dił kewa buwete esîrî tuřřeyî şew řengî to
pêy biłê meşşate tabî pêneda neyda ’ezab
deçmewe darî fena bo wesłî to amade bûm
herweku deryayî bê payan û qetre û hem ḧubab
mesłeḧe xendet le lêwan ẍemzeket lêy nagrê
piř diłî xadîmPen name nyaz û çawî toş naz û ’etab