be tawî agirî ’îşqî to can û ten sûta

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  634 views
be tawî agirî ’îşqî to can û ten sûta
le her nefes le giřî sîne pîrehen sûta
ḧikayetim le miḧebbet ke xiste ser kaẍez
le ahî germî derûnim dił û suxen sûta
be ḧałî zarî min îmşew le meḧfelî ’îşqa
le dîde eşkî řewan şem’ û hem legen sûta
diłim le sîne weha kiłpe û giřî estand
mîsalî şem’ le fanosî encumen sûta
le sozî agirî em ’îşqe min nebûm
le her kenar dił û canî merd û zen sûta
le لاێ tir bû kebulbul heta seḧer nałan
le berqî şu’ley ahî guł û çemen sûta
le derdî ẍurbet û dûrî eto xuda besîye
ciger bezam widłîşim le bo weten sûta
çe agirêke miḧebbet le řoj û şew xadîmPen name
le sozî cîlwey şîrîn bû kuhken sûta