çend xoşe eger řêk kewê carê le behara
From the Book:
            Dîwanî Xadim
        By:
                Khadem (1895-1953)
        
             1 minutes
             1391 views
        
        
    çend xoşe eger řêk kewê carê le behara
bezmî çemen û saqî û yarê le behara
’îşwey çemen û xendey guł zemzemey muł
hem çehçehey bulbulî zarî le behara
badî seḧerî şane bika perçemî sunbul
bişnêtewe bê řeqsî çinarî le behara
em bezme legeł mutrîb û me’şûqe û saqî
meşẍûłî mey û bus û kenarî le behara
coşî le serabê le mey û bade be mestî
mutrîb be ney û neẍmey tarî le behara
tobe bike zahîd le hemû zuhdî řyayî
bo bezmî mey û ’îşqî nîgarî le behara
’eyşî ebedî bo diłî xadîmPen name ke le gułşen
’îşqî senemî sîm ’uzarî le behara