seyîdî şemsî ke şexsêkî necîbe û muḧteřem

bo ḧacî seyd muḧemed’emînî şemsî nûsrawe
From the Book:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
By:
Mela Marif Kokeyi (1875-1945)
 1 minutes  707 views
seyîdî şemsîPerson ke şexsêkî necîbe û muḧteřem
waqî’en şaysteye ger pêy biłên ehlî keřem
min le lam waye ke neydîwe le mekteb ḧerfî la
boye kes neybîstuwe lew seyîde îlla ne’em
kafîye bo medḧî wî emřo lenêw em şareda
fîlmesel meşhûre wek naru alqîrî fewqu al’elemArabic
wek dełên emşew şewî mê’řacî fexrî ’aleme
xo minîş hîçim nîye ta nefsî xoy pê kwêr bikem
areqî xecłet deřêjim boy binûsim şerḧî ḧał
hem ḧeya manî’ debê ger xom biçim ’erzî‌ bikem
wek debînim derdî min derdêke dermanî nîye
ẍeyrî darûyî teḧemmul, şerbetî řenc û elem
pes ’îlacî karî min xamoşî û bêdengîye
ta deřom hîcret dekem bo şar û bazařî ’edem