deba satêkî sakîn bê le nałîn qelbî xûnxiwarim

From the Book:
Dîwanî Seyfulquzat
By:
Seyfulquzat (1876-1945)
 2 minutes  814 views
deba satêkî sakîn bê le nałîn qelbî xûnxiwarim
deba tawêkî farîẍ bê le giryan çawî xûnbarim
hetakey ẍerqî sêławî sirîşk û eşkî xwênîn bim?
deba carê be goşey çawî meylêkî bika yarim
be nay nałe û be sîney çeng û tarî ẍem muheyya bûm
biłên bo seyrî em bezme demê ba wa bê diłdarim
derimkey ger lelay xot, ya cwênim pê bidey, naçim
be zincîrî dû gîsût çunke pêbend û giriftarim
nîye te’sîrî we’izit wa’îza! des hełgire lêman
ke muddêke be badey çawî mestî mest û xemmarim
şetî eşkim hetakey bê, meger seyḧûn û ceyḧûne?
be çawim kut deba bes bê, witî: řobar û cobarim
letawî zulfî çîn çînit esîrî çîn û maçînim
lesayey zulf û řût, ga řojperest, ga bestezunnarim
egerçî ḧîkmete dersim, le ḧełqey medresey ’îşqit
gehê dersim gułistane, gehê meşẍûłî tomarim
tiraza dugmekey sînet, sipêdey subiḧ zahîr bû
le yek meşrîq dû řojim dî, becarê bew şewî tarim
biłêsey ahî serdim asmanî şîn û tarîk kird
yeqîn gwêy asman keř bû leber fîẍan û hawarim
ḧesenPen name! çen xoşe nałînit, eger yar bête bałînit
be şertê bête ser qebirim, be mirdin zor minetbarim