ew zułme leser çî ke dekey lême be naḧeq

From the Book:
Dîwanî Seyfulquzat
By:
Seyfulquzat (1876-1945)
 1 minutes  823 views
ew zułme leser çî ke dekey lême be naḧeq
her ’îşqe gunaḧim bwete ba’îsî nesteq
ser, goye le meydanî ẍemit, pêy bike bazî
ezyet meke zulifit be şeqê lêy bide ser şeq
qews û qezeḧe taqî birot ewřo be wesme
boye diłekem letlete bo xencerî ezreq
xom xistewe ber pê, be umêdî serî zulifit
dexulêmewe bew řîşteyî gîsû wekû mezreq
deřjênê be yek ẍemze nîgat xwênî sipahê
deşkênê be řûy tobeşken taqî xewerneq
bew zulfî serazîr leser çahî zenexdan
awêze diłim her wekî hařûte mu’elleq
hatim be xeyał seyrî gułistanî řuxt kem
pêgîrî xeyałîşî neda lûsî û řewneq?
bew zulfî serapa wekû ahûyî muqeyyed
ya şehpeřî tawwise ledûy kebkî mutewweq
ta bext řeşî bo ḧesenPen namee ba’îsî dûrî
řûy zerdî be sûrawî sirîşkî buwe ebłeq