ey siřî tuřřey mîşkit le xutenha tenha

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  662 views
ey siřî tuřřey mîşkit le xutenha tenha
wey esîrî nîgehî tom ne be tenha tenha
ey cinûn ’acîzî destî xîredim îmdadê
ba bikem min legeł em şořşî sewda sewda
eşkî ḧesretme ke peyda bû le her lawe kenar
mewcî her qetre leser sefḧeyî derya derya
meşqî weḧşet le byabanî cinûn bu wîs’et
mişte xakî leheway to le seḧra seḧra
tirsî bednawî be yek ẍemze le dił waderçû
lehemû kuçe ekem meslekî řîswa řîswa
neş’ey bade be řûy şahîd û saqî le çemen
qul qulî řoḧe le jêr gunbedî mîna mîna
be xeyałî řûxî gułnarî le wadî neymen
kułbe bem pirtewe bû wek yedî beyza beyza
’aşiqîş herweku me’şûqe kefanî bû lewa
ḧałetî qetre ke wasîł bû be derya
ẍeyrî leyla nîye meylî be kesêkî tir mecnûn
le nezer ew nîye hergîz weku leyla leyla
ser leser xakî derî danê le ’îcza xadîmPen name
taku bit bexşê be eltafî lemewla, mewla