qesîdeyekî tir beyanî lutfî me’şûq û beyanî zarî û ’îczî ’aşiq

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 3 minutes  851 views
emřoke řojî we’dey dîdarî dulbere
emřoke řojî talî’î xurşîdî ekbere
dwênê ke aftabî řuxî bû le jêr nîqab
emřo cîhan le nûrî cemałî minewere
dwênê ke tirş řû bû legeł ’aşiqanî xoy
emřo be le’lî xende ełêy şehduşekere
dwênê bo baẍî şadî ke pejmurde bû hemû
emřo guł û dirextî hemû sewzu û hem teře
her mu’mînê le ’eşqî ewa bê xeber bê xoy
em mu’mîne be mezhebî ’uşşaq kafre
ey ew kesey ke be badey em ’eşqe muşkîrî
binware çawî min ke meyî mîslî saẍîre
pêm be neqdî canewe kiryarî wesłitim
bo mujdey wîsalî to çawim leber dere
wek ẍunçe le’lî lêwî kewa kirdewe witî :
laço ke em meta’e le lay min muḧeqqere
her kes cemałî ew ke bîbînê be sozî dił
nałeke bê le sîne be «alilh ٲkibirArabic»e
herkes ke bê murade, murîdî cemałî to
bê sûretî murad, muradî muweysere
çend xoşe xaksarî le eqlîmî ’eşqewe
bê naw û bê nîşanî ke meqsûdî dulbere
eqlîmî nyetî çe hewayekî xoş bû
herkes le sakînanî demaẍî mu’ettere
her çend ke hîcrî to buwe dozex bo ’aşîqan
umêdî wesłî toye mîslî baẍ û kew sere
lem ḧusne abdare eger aw bidem ciger
key ḧacetim be awî ḧeyat û be kewsere
pêm hełbiřa le ser zewî le xeyałî wîsałî to
herçend le dûrî toye kewa dest le ser sere
dił bê to canî min hemû satê le mateme
sa be sîye, dulbera were to, can û dił bere
řêk nakewê le xaney dił ’eqił û ’eşqî yar
řêwî sibqet gurêzî le laney ẍeznefere
lem baẍî ’eyşe qametî ger bête ber nezer
nezzare ḧacetî çebe serû sinewbere
’alem ’emî cîhan û minîş badeyî ḧełał
her kes nisîbî xoyetî řîzqîş mufeřřere
eweł merḧîlêkî ’eşqe ke ser dabnêy le řêy
em nukteye le qewlî hemû kes mukeřřere
ger xwên birêzê yar be abnî dulberî
bo ew ḧełałe bebê şubhe şîrî madewe
bazařî ’eşqe mişterî bû dił şikawakan
destêkî piř tełaye ewey tir le gewhere
dwênê xumsarî bû le sera we’dey wesłî da
axo xeyałî çî heye emřo le em sere
seyre meqamî ’eşq û qena’et ekeyn be derd
meḧsûlî řence genc û le mewla muqeddere
berqî seraye be cîlwe le bo tînwan eda
awî ḧeyate řêgey seddî sikendere
herçend mîsalî zehir nîgahî le satî qehir
me’zûre nêwekanî be şîrînî şekkere
te’sîrî yadî toye le her meḧfelêkewe
herdem demaẍî meclisyanî mu’ettere
’aşiq le zuhd û xerqe û tesbîḧe teng dił
mestî nîgahî toye ke meşreb qelender
kiłpe wigrey derûnî esûtê benarî ’eşq
dił aşyanê agire, murẍî semender
herkes ke meyl û yadî to derka demê le dił
rîswayî řojî we’de û seḧray meḧtere
ẍem leşker hênaye dił û dił hem xeyałî to
kirdî miqabîlî ẍem û êsta muzzeffere
dił bo xeyałî ebroy to her seḧer le coş
wa bo du’ake řûy be mîḧrab û mînbere
xadîmPen name le ẍeyrî to nîye hawarî bo kesê
bo ’eşqî to xelîle kewa řûy le azere