qesîdey nûr le wesfî ḧezretî «miḧemmed» (s) û xulefa’î ehlî beyt

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 6 minutes  1000 views
ey pêşeway meḧfelî salarî enbya
wey řehnumay canî ’ezîzanî ewlya
ey şem’î cem’î meclîsî řewḧanyanî ’eşq
perwaneye be dewrî to erwaḧî etqya
eksîrî xakî dergehî dar alamanî to
wek sûrmeye beçawî cîhan bînî esfya
lem astane ’alemî kewn û mekan hemû
ser dadenên le xakî derit řûy îltîca
neqşî cebînî za’îrekanit le xakî der
zyatir le neqşî paye weku neqşî bu rya
dił arezûyetî ke binûsê le medḧî to
eş’arî piř sexaw nîkatêkî dił guşa
dîwanî gułşene ke seḧîfey le bergî guł
sewdeyî mîdadî ’enberî teř nafey xeta
bo sebtî setrî şî’rî le ser em seḧîfeye
mujganî yare xame weyaxu peřî huma
çawî felek ke řewzey toy dî le ser zewî
çerxî be awî ’işqewe bû mîslî asya
reşkî be baregahî celalit ebirde ḧerem
poşîwêtî le bextî řeşî camey ’eza
xakî derit ke ke’bey ḧacatî ’aleme
ey multeca be xakî derî tome îltica
wek mewcî henge ẍulẍeley za’îran le řê
şewnim le eşkî sûre řijawe le sergya
bûkî dexaletim le derit wa le xecłeta
xwênawî çawekanî le ser pencey ḧena
lem gułşenî sefay řyazî ḧerîmî to
neẍme û fuẍanî bulbule eřwa heta sema
em xwanî nî’metet ke ewende bê dirîẍewa
muḧtace cûdî to beze’îfan wihem geda
lem derge ’alîye ewestin geda be sef
herçî gedaye, şaye ewey şaye ew geda
bexşiş be teb’î nazkî to cîlwe lê eda
bo zumrey gedaye le en’amî to ’eta
mî’racî paye berzîye em xakî meşhedet
dewranî to felek le ser em xake cebhesa
ey mayey ḧeyatî ’aşiq û had’î herdû kewn
wey qudwey ême ey qîbley du’a
umêdî ’etfêkim heye le lutfî to
ferman bidey îcazey ’erzim be mudde’a
lem baẍî feyzî beharey qibûłî to
pişkutnî be awî îcabet gułî du’a
feyzî ẍubarî kuyî to هەرگاە nesîmî subiḧ
bînî be çawî ḧesretî muştaqe tûtya
’eczim meqamî ref’ete qurban le dergeket
wek bergî kam û řiştey ’îşqî to kareba
agir le şeş cîhet le dił û dił mîsalî pûş
kirdûme wabe qulzumî lutfî to îltîca
hatûme xizmetî to besê hedyey cudan
yek xaksarî, duwem muflîsî, sê yem řica
xwahanî seyqelî nîgahte ayîney diłim
alûdeye be jengî me’syet û kîbir û îddî’a
gumrahî řêy ḧeqayq û sergeştey zelan
ٲhidî alî tirîqik ya ٲḧisin alihdî
řûy řicame wa ke le ser xakî dergeket
hem îltîca be al û beyt û be esḧabî bulwefa
ewweł sidîqî ekbere ew yarî ẍarî to
bo to bû canî xoy kirde nazarî ejdîha
cibrîl le ’îşqî ew bû ke poşî lîbasî pûş
mujdey hêna le ḧeq be munadî îrtîqa
sidqî mîsalî seyqełe bo jengî kîzbî dił
yadî eda be ayîney her diłî cela
’umirim fîday ’edlî ’umer bê le ’umrî xoy
ferqî nekird çe şahî legeł geda
farûqe nawî farqî butłan û ḧeq bo ew
«lu kan» xel’etî bû le to boy buwe qiba
’usman ke cem’î ayey qur’anî kirdewe
yek zeřře ḧîlmî xutbey dîbacey wefa
temkînî dersî şermî be şewnim eger ewt
cunbuş le aftabewe ebra leber ḧeya
dîwan be nûkî xame le wesfî ’elî tezîn
nûsî be nawî ḧezretî sułtanî ewlya
derya kefî le feyzî kefî cudî ḧeydere
şermendey sexay ewe hewrî řûy sema
yaray wesfî le xame û le nûsînî min nîye
yezdan le medḧî ew bû ke fermûye «hil ٲtî»
le biřêzî tabkem qedeḧî badey umêd
«yisqun min riḧîq » le em şahî (laftî)
rewbeq dira be cewherî ’îsmet le fatme
nûrî cemalî dîn û diłe «zibidة alinsa’»
em xake lalezar le xwênî dû çawî min
bo matemî ḧesen ḧesenî ٲḧisin alihdî
daẍî diłim le daẍî ḧiseyn neqşî bestuwe
řengî mîsalî xwêne le ser xakî kerbela
zîn ali’bade şaf’î curim û gunahî min
wextê ebim be dergehî ’ulya kefî du’a
toz wiẍubarî řewzey baqir kifayete
bo çawî zînharme eykem be tûtya
em xake zeřî ce’ferî le nîgahêkî ce’fere
bem kîmyayewe misî qelbim buwe teła
seḧrayî subḧî kazbe şêwawe karewan
řuxsarî sadîqe şefeqî subḧî îhtîda
deryayî ḧîlmî mûsa kazim ke mewc eda
egrî sefa le nûrî řuxî pirtewî wefa
lem řewzey řyazî řezaye diłim demî
gułçîn ebê ke bibê baẍewan řeza
fîkirî teqî bo řewneqî teqway her kesî
meẍzim be ’eşqî ew piře xałî le her hewa
xałî nebû diłim le xeyałatî ’eskerî
taku be nûrî me’rîfetî ew bê aşna
tîflî ’ezîzî řuḧe le naw mehdî qalbim
bo şîrî ’işqî mehdye giryanî bo ẍeza
min kaselêsî nî’metî êwem hemû demê
umêde ger be lutfî êwe bibê ḧacetim řewa
bê çare û ẍerîbim wihatûme dergetan
herwa usûłe dergehî şahane cêy geda
em řewzey minewere ke sewadî be çawî min
wek tûtyaye ew ke eda pirtew û zya
bo baregahî eqdesî ’alî meqamî to
dû çawî za’îrane beḧesret hemîşe wa
lem mewcî beḧrî feyze eken ’alemê şina
cîlwey se’adetî ke le řûma eda şepol
mewcî mîsalî cîlwey xurşîde bo zya
ger hewrî himmetî to le seḧra guzer bika
mewcî serab ebête qulzum le ber sexa
bê deng be xadîmaPen name be edeb lem meqameda
ser dabnê le xakî derî to lecyatî pa
ta key edey be bûkî qiset naz û ’îşwey
lem derge ’îciz û zarîye karit weku geda