ey çiray şewqî cemałit şem’î ḧucrey sînekem

From the Book:
Dîwanî Şakelî
By:
Sheikh Ehmed Shakeli (1905-1980)
 3 minutes  1168 views
le sałî 1947da le kotayî mangî maysda le paş êware le katî geřanewe le małî şewket begewe berew małî xoman we le katî nanxiwardinda dengî qur’anxiwênêkî xoş day be gwêma, dił û hestî cułanim, ke pirsyarim kird wityan şêx ’usman teşrîfî hênawe wa le małî kerîm beg, îtir newêsam û hełsam çûm bo zyaretî řêkewt beranberî danîştim her le řasya zorî pê neçûmḧebbetêkî çuwe diłmewe, we etwanim binûsim ke mesîrî dinyayîm gořa, bełam mu’arefe nebê be hoy kerîm begewe qisew basêkî weha neçuwe beynimanewe bo beyanîş dûbare eçûyne «komar» - ke nawçeyeke le «qereblaẍ» le qezay kifrî - çûyne xizmetî, cewazman xwast fermûy toyş eçî? ’erzim kird: bełî. fermûyan mubareke bełam tê geyîştim ḧezî ekird le lay bim legeł eweşda řoyştimim paş hatneweman ew çûbû bo «qizrabat» minîş çûm bo layan le xaneqay şêx ’arfa bûn, derkewt be çûnim mesrûr bû, paş mîqdarê ’erzim kird şekwa û derdêkî dûr û dirêjim heye, teşrîfî hełsa bo xaneqa û le mîḧrabekeda danîşt we minîş şekway şakel û derdî diłî xom bo hełřişit, îtir derkewt te’sîrî bû we çen kelîmeyêkyan fermû, ewe bû biçim bo byare lepaş yek dû şew îcazey geřanewey dam, xoy mayewe bo xaneqîn û beẍda eçûn, emca ’ezmî seferî byare qerarî qet’î bû, bełanim daxî giranim le xoşya ewende zû çûm ew nehatbuwewe, tenha şêx ’eladînim zyaret kird, geřamewe em parçe hełbestem be sûretî şikat pêşkeş kird. herçende em qise û basane lem řojaneda tamêkî nemawe bełam belay minewe em basane be nîsbetî hawşanî dînî ḧenîfî îslametîye, ta ew şewket û şikohî bê em basaneş le şewqaye, be taybet em serguzeşteye řûnakîyekey day be çawî xomewe eme parçe hełbestekeye:
ey çiray şewqî cemałit şem’î ḧucrey sînekem
dîneket awî řewanî mezre’ey ayînekem
mezre’ey ayînî ta’et katî newrozew kize
merḧemet ke řû lemin be awî dîn û jînekem
jînekem qurbanî toye bodrêjî jînî to
ḧazirim qurban fîda kem řoḧekey şîrînekem
řoḧekey şîrînekem her çawe çawî řêgete
ḧazirim şaha be birjang řêgeket perjîn ekem
řêgeket perjîn ekem ta şakel û şîrwane bot
ḧeyfe boçî to nebînî deşte sewzu şînekem
şînekem bo şakelî kem zaru awe, şurezar
şakelîPen name qurbanî to bê şêxekey neqşînekem
şêxekey neqşînekem qurbanî to bê jînekem
ḧazrî efkarî to bûm bo wîqayey dînekem
bo wîqayey dînî min dûr û nizîkit bo nîye
karebayêke nîgahit bo sewday sînekem
sînekey piř meynetim, xom xaneyekî qeswete
sefwetî to mer bimałî qeswete dêrînekem
qeswete dêrînekem řîşey le diłma dakuta
ger bijarêkî nebê fewtawe zer’î dînekem
dînekem merbûtî yadî řabîtey ḧusnî toye
ḧusnî toye nûrî dîdey piř tem û esrînekem
pirnimî dûrîte dîdem gerçî dûrît bo nîye
ey fîday dûr û nizîkit řoḧekey bêtînekem
řoḧekey bêtînekem dûbare ’erzî to eka
şakelîPen name qurbanî to bê, şêxekey neqşînekem