mehabad

From the Book:
Hewarî Xalî
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 8 minutes  1180 views

lewetî tûşî awareyî bûm, lewetî wiłatî xoşewîstî xom becêhêştuwe, lewetî le yar û dyar û kesukarî xom hełbiřawim. hemû êwareyek bê nêwbiř xemêkî giran, awazêkî bê aman û jan û biřkêkî bê derman, řû le dił û derûnim deka, oqrem lê hełdegrê, aramim pê nahêłê û biřistim lê debřê.

natwanim le jûrê danîşim, pêmxoş nîye kes be dewremewe bê, ḧez be tenyayî dekem, bêdengîm pêxoşe, pêmxoşe maweyek degeł xom, degeł hestî xom řaybiwêrim. hewr bê ya samał, germ bê ya sard, xoş bê ya naxoş wederdekewm. kemêk be pêyan degeřêm û bîrdekemewe. xo eger bitwanim le awedanî wederbikewm ke le gwêy kendałêk, ledem řûbarêk, leser berdêk, lebin darêk danîşim û le aso řamênim, zor zû sûk debim û diłim dekirêtewe û carî waye hest be şadîş dekem.

lem řojaneda wek hemû řojêk pejare swarî şanim bû, xefet daygirtim, azar hêrşî bo hênam, ḧecmînim lê hełgîra û naçar bûm wederkewtim. hewa nerim û xoş bû, le asmanî sawî zistanîda pełehewrêkî piçûkîş bedî nedekira. hetawî bê tîşk û tîn wek teştêkî piř le xwên le asoyekî dûre dest berew awabûn deçû. kê dezanê emřo lew dinya piř şeř û kêşeda xwênî řijawî çend kesî bêtawanî dîwe û nałey çend birîndarî becêmawî bîstuwe?

cigereyekim dagîrsand. be cadeda řoyştim. ewendey ba nedehat dûkełî sîẍarekem dařfênê û gełay darekanî ember û ewberî cadeke bibziwênê. lam da kołanêk ke le cadeke řastitir û aramtir û bêdengitir bû. çen jin be cilî małêwe leber derkêk lêk hałabûn, hejder hejder qiseyan dekird, qaqa pêdekenîn. be kê? be çî? boçî? nazanim

- bełam xo hemû kes wek min êwaran xembar nîye. ta pitir hełdekşam bêdengî zyatir debû.

segêkî geřokî wirya û qût û řewek kilkî le gełozî girtibû, mił û moy dekird. qepe gołêkî gewre lewlatir leser çînçekan hełtirûşka bû gwêy xişt biřabûn pîr û keneft bû, leber lawazî hemû perasûy debjêran, lembozî bozî û binagwê û nêwçawanî şwênî kełp û kone birînanî pêwe bû, dyarbû řojgarêk diř û şeřanî buwe. dêłe bebay le gemałan biřîwetewe, beçî me’lûm gurgî nexnikanduwe, hêlkewřon û kulîçey nexwarduwe û xoşewîstî xawenekey nebuwe? bełam ke le řew kewtuwe û kelakî dawe însan, însanî bêwefa, beřełłay kirduwe!

çawe pirûşkekanî leser yek danabûn, detgut bîr le serdemî gucûkî û ciḧêłî û xoşewîstî û bedesełatî xoy dekatewe. têy řamam, zigim pêy sûta, xemî ewîş bû beser barî xemanim. jinêk le pêçî kûçeyek wederkewt, jinêkî şox û şeng û cwan û çeleng û kok û poşte, qij zerd û çawkał û sûr û sipî û řûmet pan, bałaberz û bejin barîk, memke xiřekanî, biłûze teng û tenkekey hełda bû, be lencewlar deřoyşit ew hîç awřî wemin nededa. bełam min çawêkî kiřyaranem be sertapayda gêřa, hîç endamî leşîm nebward. dełên «bendey bê ’eyb nîye» bełam min nemtiwanî hîç ’eybanî lê bigirim. derfetim hebû têy fikirim, min le řoynda pele nakem, degeł eweşda ew neydetwanî cêm bêłê. çunke destî kiçêkî piçûkî zor řezasûk û jîkełe û pak û xawênî be destewe bû û pê bepêy ew deřoyşit.

pişîleyekî sûrbełekî kułkin û qełew le małêk hateder. dyarbû xoşewîstî kabane, têrutesele, cêy germe û parûy nerme. kilkî qef kirdibû, be fîzewe řawesta lûtî berz kirdewe. lepiř kiçeke destî jine cwanekey berda û řay kirdê. pişîle nebzût, deyzanî pence nermunołekanî em kîje azarî naden.

jineke wepelekewt be dengêkî zor nask û xoş hawarî kird, nawêkî ewende xoş û pîroz ya hîç nebê belay minewe xoş û pîrozî be zarda hat ke wek birûske lêm bida le cêy xom wişk bûm. be çawtirûkanêk nîzîkey nîw çerxî jyanim, jyanî piř tałî û swêrî, piř le řenc û kwêrewerî, piř hewraz û nişêwî xom webîrhatewe.

«gwêm behełe neybîst?» eme pirsyarêk bû le xom kird. bełam şořejneke neyhêşt çîdî dûdił bim. heray kird: «mehabad řołe meço detřinê!» îtir xom pê řanegîra, wek şêtan řamkird. pişîleke leber min hełat, kiçkem le amêz girt û têr têrim maç kird. baş bû em firîşte pake lêm netirsa û negrya be seyrewe çawe cwanekanî le çawim biřî. daykî be zerdexeneyekî perîyanewe lêm nîzîk bowe baweşî bo kiçeke kirdewe, pêy gut: «şeytan»; emcar be zimanî xełkî şareke supasî minî kird. be kurdî gutim: «min supasî to dekem ke nawî wa şîrînit le kiçeket nawe».

îtir ew pyawepîre hewesbazey çen deqîqe lewey pêş nebûm, bûmewe ew lawe taze pêgeyştuwey sî sał pêş ke sofîgerîy syasîm dekird, ke be çawî birayane temaşay hemû kiçe kurdêkim dekird. îdî be çawî hewes temaşay em jine cwanem nedekird û wek xuşkî xom dehate pêş çaw. ḧeyf ew neyhêşt zor be pakî bimênmewe wek hemû jinêkî be pirsyar lêy pirsîm: «mame xełkî kwêy?» be diro cwabim dawe. dirokem hîç zyanî bo ew nebû. be hasanî biřway kird bełam min pêmxoş nebû lem demeda dirom be zarda bê û pakîyekem gerdî lê binîşê, çen hengawî tir pêkewe řoyştîn derkêkî kirdewe.

- nafermûy?

- awedan bê.

- xwa ḧafîz.

- bexêr çî.

ew çowe jûrê, minîş řêy xom girt çûme bin ew taqe darey ke zor êwarey tirîş lebnî danîştûm. em darey le dûrułat bo min bote «sing sibur» û zor car pirêskey diłim lebin kirdotewe. em doste bêzmaney agay le zor řaz û nihênî jyanî awareyîy min heye û diłnyam ke kes lêy nabîsê.

cigereyekî dîkeşim dagîrsand. mijêkî tundim lêda û kewtime nêw deryay xeyał. mehabade piçkołanekey demê dîm webîrhatewe, xeyałim zor be ew negîrsawe. çuwe bo lay şarî mehabad. ew şare xoşewîstey ke nîştimanperweranî kurd tenanet le wiłatî ẍerîbîş kiçî be naw deken. ew şarey nîzîkey penca sałî temenim lewê û le dewruberî řabwarduwe, ew şarey şarezay hemû kûçe û sîle û pesîwêkî wîm. ew şarey ke zor řojî xoşim têda kirduwe be şew û zor şewî tałim têda kirduwe be řoj.

serim be małe hemû xizmekanmida kird. serî hemû dost û aşnakanim da, hemû şwêne benawbangekanî şar geřam. gumbezan, deştî ’elî abad, kanî mam qemberan, tepkî giřawan, taqedar, baẍî sîse û sê aşanim wek xoyan hate berçaw.

ke řwanîme xezayî be xeyał lebin em taqedare fiřîm û lebin taqedare pîrekey meḧmûd kanî nîştimewe. lepiř şitêkim webîrhatewe ke lemêj sałe ne lêy detirsim û ne bîrî lê dekemewe. «mirdin!» ew şitey pyawe here azakan lêy toqîwin. arezûm kird paş mirdin lebin em dare binêjrêm. hewday xeyałim pisa, hatmewe serexo, be xomda şikamewe, řexnem lexom girt û gutim: «eme çi awatêke meger eto nebûy detgut paş mirdin pyaw her çonêk binêjrê û le her cêgayek bişardirêtewe ferq naka. tenanet detgut heq nîye mirdû zewî le zînduwan dagîr bika. eger lebatî her mirduwêk nemamêk binêjrê û kelakî mirduweke bisûtênrê û xołemêşeke lebin nemameke bikirê ta pêy beqewet bê xizmetî mirovayetî zyatir têdaye». cwabî xom dawe:

«řaste min wamgutuwe û êstaş paş ewey be lêřewarekanî kurdistanda geřawim û em řastîyem bo řûn botewe ke bedaxewe mirduwekan le zînduwekan baştir daristanekanman bo deparêzin, dîsan leser biřway xom her mawim. bełam em awateşim heye. paş mirdin xołemêşî min debin darî meḧmûd kanî bikirê ta be xołemêşî min em dare beqewet bê ke kes nazanê çen sałe beqedî kêwe řûtnekey xezayîwe dyare?»