hewarî xałî
şew řaşkabû, musecelekeman karî dekird, şirîteke aram aram hełdewêznidira. goranîye kurdîye xoşekanman yek le dway yek debîstin. her min û ew bûyn. kesî dîkeman be dewrewe nebû. pîre mat û bêdeng bû, çawe lêł û sîsekanî lêk nabûn, cigere lenêw enguste řeq û teqekanîda dûkełî dekird û be xořayî desûta. dengî ḧesen zîrek û xaleqî û mela ḧusênman gwê lê bû.
şirît geyşte ser dengî «mamlê» ke demzanî zorî pêxoşe. keçî lepiř wek gozêkyan awî sard pêda kirdibê. têkřa bû, daçłekî çawî hełbiřî, dewruberî xoy beser kirdewe û be dengêkî nûsaw û lerzok ke detgut le binebanî eşkewtewe dê gutî:
«kake bese to xwa bêdengî bike».
desbecê engustim leser dugmey museceleke dagirt. bełam serim suřma û le diłî xomda gutim:
«yanî çî? bo way beser hat? bo řengî bizřika? bo peşoka? bo tikay lê kirdim museceleke bikujênmewe? xo ew dostî nîzîkî mamlêye, mamlêy zor xoş dewê û goranîyekanî gelêk pêxoşin. caran ke goranîyekanî mamlêman lê deda sertapay debû be gwê û mûy lê nedebzût, debû êmeş wirteman leber neyete der, dena lêman tûře debû, deygut: dengî zułał û asmanî em hunermende xemim deřewênê, kułukom dademirkênê oxjinim dexate nêw dił û derûn».
edî çone emşew gořawe? bo nayewê gwêy le dengî em xoşxiwane mezne bê?
dû mijî tundî le cigereke da dûkełî be zar û tifnikida hate der, be tûřeyî lejêr cigerekeyda kujandyewe û hełîprwand. dîsan mat bowe, henaseyekî sard û dirêjî hełkêşa, lêwî kiroşt, destî weber çeney da û çawî bê tirûkan le sûçêkî jûreke biřî xemêkî qûł, azarêkî bê’aman û derdêkî giranî le sîmada bedîdekira. wek pîrehełoyekî bał werîwî çeng şikawî le řaw kewtûm dehate pêş çaw. wêdeçû bîr le řojanî xoşî û heřetî lawetîy xoy bikatewe ke taze be hîwa nîye bigeřêtewe. lemêj bû hawdem û hawdeng bûyn, başim denasî û demzanî ew katey kone birînekanî dekulênewe û nasorekanî teşene debnewe û jan le derûnîda peng dexwatewe, tûşî em ḧałe debê û pêy xoş nîye bîdwênin.
carî wa becêm dehêşt, lêy degeřam betenê lenêw xemekanîda bitlêtewe û xoy dermanêk bo derdekey bidozêtewe. bełam emcare lêm bû be weswese nemdezanî bo way beser hat? demewîst herçonî bê lem řaze bigem, cigereyekim bo dagîrsand û dame destî.
bizeyekî tał lêwe wişk û bibarekanî lêk hełpiçřîn em bize ẍîretî leber nam biłêm:
«mame gyan! pêm seyre ewe bo le mamlê zîz bûy, xo to caran mamlêt be hunermendêkî gewre naw debird û goranîyekanit zor pêxoş bûn».
kemêk be tûřeyîyewe gutî:
«min le mamlê zîz bûm? na em taqe goranîyem pêxoş nîye».
gutim: «neka heway goranîyeke nařesen bê».
- lebîrim bû degeł ew hemû řêzey bo mamlêy dadenê řexneşî lê degrê û pêy naxoşe car car heway nařesen dełê ke mayey mosîqay bêganeyan pêwe dyare.
zor car deygut çunke mamlê xoşxiwanêkî gewre û benawbange û dengî daxwazî zorin û lawekan wedûy dekewn zyatir lew kesaney naşyane û nezanane em karey deken, bełam xełk pêşwazyan naka zyan le mûzîkî netewayetîman deda.
gutî: «karim be řesenî û nařesenî hewayekey nedawe, dengî mamlêm le hemû ḧałêkda pê xoşe, bełam te’bîrêk le şê’rî serbendî goranîyekeda heye ke azarim deda û gelêkim azar deda».
gutim kam te’bîr? «demewîst be wirdibûnewe le te’bîreke řazeke bidozmewe û metełeke hełênim».
gutî: te’bîrî geyme hewarî xałî. «em te’bîre bîreweryekî kon û tałim dênêtewe yad, ke řabirdinî řojgar û tał û swêrî jyan ta êsta neytiwanîwe jêlemoy feramoşî beserda bika.
hewdakem hêndey dîke lê ałoz bû, diłim hêndey dîke kewte xirt û pirit xwaye! debê em çend wişe sakarane çi bîrewerîyek bixenewe yadî em pîre zurhane řenceřoye? ke le jyanî dirêj û piř metirsîy xoyda tûşî karesatî gelêk gewre û giran û řûdawî fire besam û tał hatuwe. zorî řenc û kwêrewerî û awareyî û derbederî dîwe. sard û germî řojgarî çêştuwe û şew û şewnxûnî kêşawe û legij bedkaran řoçuwe û leber zordaran daynenwanduwe û lepênawî jyanda zor car ta lêwarî goř řoyştuwe. nemdewêra bîharûjênim, le xom řanededî lêy pirsim, diłnya nebûm wełamim dedatewe, kem wa bû pirêskey diłî bo kes bikatewe û řaze konekanî bidirkênî, naçar bêdeng bûm û çawim le ser û sîmay pyawane û pîraney biřî, ewîş kiř û mat bû. dyar bû deryay derûnî şepołan deda û kûrey le coşî henawî awrîngan dawê.
paş maweyek bêdengî, şirîtekem ledû da ta goranîyekî dîkey mamlêm dozyewe, dengim daye, pîre hoşî hatewe berxoy, sûrayî xoşî û şadî le kułme sîs û çirç û bêřengekanîda peyda bû. be tasewe gwêy bo goranîyeke hełxist ta tewaw bû. be zerdexenewe gutî:
«bira to ewem bo lêde bizane pêm xoşe ya na?»
hesta xerîk bû biřwa be řûhełmaławî pêşim lê girt û gutim: «pêt negutim em goranîye çi bîrewerîyekit dexatewe yad û ewendet azar deda?».
çiřja, lêwî lerzîn, nêwçawanî girj kird û gutî: «lem dinya pan û berîneda hemû kes hêndêkî řazî ewto le sîneda hen ke bo nîzîktirîn kesyan nagêřêtewe û degeł xoyan debate jêr gił. em řazey minîş lewaneye, ta êsta kes lêy nebîstûm. toş bîzanî çi qazanicit pê naga û neyzanî çi zyanit lê nakewê».
zanîm zor qełs nîye, boye gutim:
«nazanim bo ewendem pêxoşe lew řaze bigem, bełam eger dirkandinî zyanî bo to hebê giřnet lê nagirim».
zor tund kokî, destî be singewe girt û danîştewe û gutî:
«pyaw waz nahênî, le kołim nabîtewe, dewere bot bigêřmewe: ew serdemey min le tafî lawetîda bûm hêşta şeřî duwemî cîhanî neqewma bû. dinya ew hemû aługořey beserda nehatbû, jyan zor sakartir bû betaybetî wiłatekey ême le êstaş paşkewtûtir bû. hîç şarêkî kurdistan berq û karebay nebû, hêşta le dêhat çiray řon gerçek û çołe çira mabûn û agir be berd û estê hełdekira. herçend tak û tûk otombêl be řêga naxoş û nahemwarekanîda řadebirdin. bełam hêşta baştirîn małî swarî esp bû. şazde ḧevde sałe bûm ke destim le xwêndin hełgirt û çûmewe dê. bawkim espêkî zor cwan û baş û tifengêkî řawî damê, wek hemû dinyam hebê wa bû, zorim şayî bexo bû.
hemû řojê beyanî zû swar debûm û be deşt û mezrada degeřam, paş nîweřoyanîş destim dedaye tifeng û deçûme řaw.
payîz dahat karubar le kemêy da, řaw xoştir bû, řojêk pîreřawkerêk pêy gutim kew řew destî pêkirduwe, kewêkî zorî terekeme le fiłan kêw kobûnewe ke hem mandûn û hem naşareza řawyan xoşe û kuştinyan hasane, eger zû lêyan wexo nekewî, berew germên deřon û lekîs deçin. beyanî destim da tifeng û le laqanim werêna û xom geyande çya. řastî dekird wek xîz û xołî kew lê bû, herçen naşî bûm û řawim nedezanî û başim nedengawit, dîsan zorim kuşt. êwarê mandû û şeket, bełam şad û bekeyf berew mał bûmewe yekem car bû tûrekey řawêm ewendey nêçîr têdabê, lam da ser kanyawêk kemêk biḧesêmewe. temaşam kird řeşmałêkî gewre leserçawe kanyeke hełdirawe. řêgam be ber derkî tawłekeda bû, dîtim kîjêkî bałaberzî, bejin barîkî, gendumî kułme sûrî, çaw û biro řeş û kezê şořî zor cwan û řezasûk leber derkî çadir řawestawe û teşî deřêsê. lêy nîzîk bûmewe, beřastî ḧepesam û pêm le bend çûn, be şermewe siławim lê kird. lam wabû cwabim nadatewe û xoy le jûrê dawê. keçî be řûxoşî cwabî damewe, be germî bexêrhatnî kirdim û gutî: fermû lade çaman saze pyałeyek ça bixowe. gutim: řojim lê direnge, nagemewe, bezyad bê. bełam le diłî xomda zorim pê xoş bû ladem û hîç nebê tawêk le bejin û bała û řeng û řûy em kîje nask û nazdar û şox û lebare bifkirim, ke her emcar çawim pêkewtuwe û nazanim xełkî kwêye û kiçî kêye? xerîk bûm biřom û têpeřim destî be swêndan kird û gutî: nabê biřoy. çûme jûr le lamêrdanî, lêfeyekî xawênî bo leser libadan řaxsitim. çuwe kulênê hêndey fûy le qenney key kewłêk nan û camêk şîrêj û řon û tasêk doy tirşî sardî lepêş danam. bo xoşî şanî we dîregî tawłê da û řawesta. ta pitrî têdefkirîm zyatirim pê cwan bû nemdetwanî çawî lê bitrûkênim. ewîş çawî le min nedetrûkand, gutim bo řawestawî danîşe. bêperwayane zor le nîzîkim danîşt, ew le min bawxoştir bû, řengibû yek dû sał le min betementir bê, ew gewrekiç bû û min mêrmindał, dyarbû le diłdarîşda ezmûnî zyatre. wirde wirde şermim şika û lêm pirsî: nawit çîye? kiçî kêy? be řaşkawî û be dengêkî sîḧrawî gutî. nawim hemîne, kiçî pyawêkî meřdarî dewłemend bû małyan řêgay çwar řojî karwanê lêrewe dûr bû be dway leweřgeda geybûne êre. gutî: çwar bêrîm degełn nardûmne awirduwan. xom pê řanegîra û gutim: xoşim dewêy. be nazewe pêkenî û gutî eyeřo! «kengir û qumaş nabne wêłdaş». kurtî bibřimewe le maweyekî kurtida namoyîman le nêwanda nema.
bełênî pêdam hemû řojê pałênî bom bête bin berdêk ke lewdîwî çadrekeyan bû. hemû řojê bê nêwbiř be byanûy řaw deçûm ya baştir biłêm defřîm bo jwangekeman. hemû carê ke deçûm ew lewênderê çawenwařim bû. be hîç zimanêk natwanim xoşî û şadî ew mawet bo bigêřmewe ke pêkewe řamanbiward. bełam xoştirîn diłdarîm buwe. řojêkyan be ’adetî řojan destim da tifeng û le benden hełbûm. hewraz û serberejêrim nedezanî. wek ba defřîm, demewîst zûtir bigeme cêjwan, demewîst zûtir çawim be çawî «hemîn» bikewêtewe, demewîst leşe nerim û noł û germ û guřekey le amêz bigirim. çaw le çawe cwanekanî bibiřim. lêwe nask û ałekanî bimjim. memke turit û xiřekanî biguşim. demewîst gwêm le denge xoş û nask û xemřewênekey bê. xoy bequrban û sedeqe bikem herçen řêgakem zor nîzîk nebû. bełam zor zû xom geyandê. pişûm swarbû henase biřkem geyştê. çûme bin berdeke kesî lê nebû diłim daxurpa, bo nehatuwe? bo dyar nîye? lêm netora bê? nana dwênê be xoşî lêk cwê bûynewe. agam lê bû ta awa bû çend awřî askaney lê damewe. bawkî be keyn û beynekey nezanîbê? ew pirsyaranem le xom dekird û wełamêkim bo nededozrayewe, detgut: leser polwan danîştûm, ḧecmînim lê hełgîra, oqrem lê biřa çîdî xom bo zewt nekira. be sînge xişke le bistoke awa bûm, ewdemî zanîm çim lê qewmawe? řeşmał le cêy xoy nemabû dageřam bo cê hewarekey, lewê danîştim. lêt naşarmewe têr û piř giryam û şînêkî başim gêřa, qet hemînim nedîtewe. nazanim mawe ya mirduwe? eger mabê debê ewîş wek min pîr û kenifit bûbê, bełam hergîz feramoşim nekirduwe û êstaş le xeyałda wek kiçe cwanekey ewdemîm dête pêş çaw. natwanim be xomî biselmênim pîr buwe û pîrî dizêw û naşîrînî kirduwe. sî sał beser ew řojeda řabwarduwe. minîş dinyam zor qûnekew kirduwe û le tałî û naxoşîyan řahatûm û řojgar xařandûmî. bełam herçen carêk beser hewarî xałîda kewtûm bexom nebuwe giryawim». mame pîre hesta biřwa le ḧałêkda ke giryanî le ewkî gîrabû û firmêskî le çawanda qetîs mabûn, çend hengawêk řoyşit û awřêkî lê damewe û gutî: «boye gutim em goranîye lê mede!»