wełamêkî dostane

From the Book:
Hewarî Xalî
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 10 minutes  1101 views

dostêkî zana û wird û xoşewîstim kartêkî bo nardûm û nûsîwyetî:

«em ẍezele cwaney bem şê’re teř û naske des pêdeka î kam şa’îrî kurde?

hênde bêzarî ke zanîwme be zarî nayewe
dûr le bałaket serînî nahumêdîm nayewe

min hênde be hoş û goş nîm her şê’rêkî lêm bipirsinewe bizanim î kêye? bełam be hełkewt xawenî em şê’re denasim û tenanet dezanim be çi boneyekewe gutrawe.

çunke řengibê zor kesî tirîş bin nezanin î kêye? bem witare cwabî dostekem dawe ta hem ew wełamî xoy pê biga û hem xwêneranîş kełkî lê werbigrin.

em ẍezele be hełe le dîwanî nalîda çap kirawe, bełam î em şa’îre berz û nask xeyał û nemre nîye. bełkû î şa’îrî řenceřo û çareřeş mela sałḧî ḧerîqe.

dyare şa’îrî ser be netewe bêbeş û zorlêkirawekan bextewer û kamřewa nabin. hîç şa’îrêkî kurd nanasîn jyanêkî xoş û başî řabwardibê. bełam le hemuwan çareřeştir, lêqewmawtir û hejartir ḧerîq buwe. em şa’îre mezne ke eger dîwanekey be řêkupêkî ko kirabayewe demanzanî yekêk le şa’îre here başekanî kurde, jyanêkî zor tał û tifit û piř le kwêrewerî řabwarduwe, le tewawî jyanîda ahî xoşî le diłî negeřawe. le sałekanî dwayîy temenîda kwêr û kołewar û girdenşîn buwe û kembextî paş mirdinîş yexey bernedawe û be nenasrawî mawetewe. beşî zorî şê’rekanî fewtawin û eger nefewtabin hîç nebê çap nekirawin, ewî çapîş kirawin adaryan beser padarewe nîye.

çend sał lewey pêş lawêkî be zewq û şê’irdost û zana beşî zorî şê’rekanî ḧerîqî kokirdibowe, detwanim biłêm řêkupêk bûn û yekêk le şagirdekanî here zanay ḧerîqîş ke hêşta mabû yarmetî dabû minîş temaşam kird û lêy řazî bûm û ḧerîqîşim nasî û pêm wabû, baştirîn şagirdî nalîye wek bizanim neytiwanî çapî bika, bełkû lenêwîş çuwe. ḧerîq nek her baştirîn şagirdî nalî buwe, bełkû qutabxaney nalî birdote mukiryan û şagirdî başî lew mełbendey kurdistan pê geyandûn, edeb, seyd řeşîd, ’elî begî ḧeyderî û seyfî qazî ke xoy xawenî qutabxaneyekî şê’rîye, hemû şagirdî ḧerîq bûn. dełên mişt nimûney xerware ewe le xwarewe çen şê’rî be nimûne dênmewe. ca deçmewe ser basekey xom:

çawekem! dwênê le gułşen guł be ’îşwe xoy nwand
nek nimekgîr bim, be mergî to qesem her nemdiwand

ya:

sitûnî qametî řagirtuwe bo xêwetî dînim
xuda bo tûlî ’umrî, ew tenaf û dare nepsênî

ya:

bełek bû kêw û seḧra wek dełek xoy dizyewe zistan
zeystan çon berî xist îtfaqen hêzî pêy nabê

ḧerîq her le heřetî lawetî û feqîyayetîda sozî sofîgerî le diłda hebuwe, katê şakare bêwênekey nalî biław botewe ke dełê:

’îşqit ke mecazî bê xwahîş meke îlla kiç
şîrîn kiç û leyla kiç, selma kiç û ’ezra kiç
ferqî kiç û kuř řewşen, wek ferqî meh û mîhre
em ferqî şew û řoje wek ferqe le kuř ta kiç
meh meh le mehî sade ye’nî le qemer lade
hem şems û sûřeyya kiç, hem zuhreyî zehra kiç
bîbîne gułî jałe, hem bê bere hem tałe
qed serû û sinewber kuř, çaw nêrgisî şehla kiç
kuř wek gułî gułzare, emma semerî xare
wek hengî çizûdare hengiwênî museffa kiç
kiç perçemî çîn çîne dû memkî leser sîne
wek şaneyî hengiwîne bo lezzetî dunya kiç
cez lî semer û saye, bo sewletî e’da kuř
nexlî semerî maye bo dewłetî dunya kiç
kuř zîbî debistane kiç şem’î şebistane
bo bezmî temaşa kuř bo xełwetî tenha kiç
mû senbûlî aşufte duř daneyî na sufte
dem xunçeyî neşkufte tê fikire kuře ya kiç
kuř ayneyî ḧusnî ta wek kiçe menzûre
girtî ke ẍubarî mû çînî kuř û mîna kiç
kuř taze û teř madam sade, wekû xuşkî bê
emma ke řwa sebze dîba kuř û zîba kiç
bo şerbet û şîrînî fîncane leser sînî
mem tuḧfeyî tuffaḧî şem ’enberî boya kiç
hem gułbunî bê xare hem mezre’î ezhare
hem mexzenî esrare esbabî muheyya kiç
cennet pirî wîldane xadîm hemû ẍîlmane
xanim ke tyan, ḧorîn yekser hemû ḧesna kiç
ger eşrefî meḧbûbe yûsif kuřî ye’qûbe
kiç bû bexrîdarî ye’nî ke zuleyxa kiç
seddîqî ’ezîz herwek yûsif ke nebî bû kuř
seddîqeyî me’sûme wek daykî mesîḧa kiç
babêkî heye dunya bo ’işqî mecazî û bes
«nalî» çîye? ew babe adem kuř û ḧewwa kiç

feqê sałḧî law cwabî dawetewe cwabêkî wişke sofîyane ke tenya řebenêkî dêrinşîn detwanê cwabe cengî em şê’rey nalî bika ke leser binaxeyekî zanistîy řewanşinasî dandirawe û felsefeyekî qûłî têda guncawe. cige le huner û sen’etî şê’ryekey ke geyandûyete ewpeřî.

min cwabî feqê sałḧ be diro û firîw nazanim. bełke be naşyane û lawaney têdegem. mirov le serdemî lawetî û bê’ezmûnîda zor pabendî bîrubřiway xoyetî ba bîrubřiwakeşî degeł eqił û zanist û felsefe zor yek negirnewe. wa dyare ḧerîq lekatî cwabe cengî nalîda zor law û bê’ezmûn buwe û betewawî biřway bem qisane hebuwe ke kirdûnî. bełam gutûyane, şaname axrekey xoşe. ew feqê sałḧe be gij mamostayekî zana û xawen ezmûnî wek nalîda hatotewe û gutûyetî:

’îşqit ke ḧeqîqî bê, talîb mebe îlla kuř
hem ḧezretî lewla kuř hem yûsfî ewla kuř
’işîqê ke bequwet bê, mayl be muruwet bê
nemdîwe ke talîb bê, îlla ke teleb ka kuř
sed ḧeyfe ke to nalî bem pîrîye mindałî
«bem terze le ’îşq edwêy zîba kiç û dîba kuř»

bem bîrubřiway wişke sofîyanewe xwêndinî tewaw kirduwe û çote xaneqay şêxî burhan û bote salîk. salîk le xaneqa bew kesaneyan degut ke bo hemîşe le xaneqa dadenîştin û xerîkî ta’et û silûk kêşan bûn û destyan le dinya hełdegirt û jinyan nedehêna û be řebenî demanewe. tenanet î wa hebûn ke destyan le jin û mał û kesukarî xoyan hełdegirt û bo hemîşe ya bo maweyekî dirêj le xaneqa demanewe.

bo kesêkî wek ḧerîq ke tebî’îtrîn hestî îsnanî be ’eyb danawe û xoşewîstî kiçî bo pyawêkî wek nalî be karî mindałane ejmarduwe cêgey lewey baştir ke qet çawî be çawî kiç nekewê, baştir çon wegîrkewtuwe? ḧerîq le xaneqa mawetewe, lekin şêx maqûł buwe, xełk řêzî lê girtuwe, ta bote mamostay taybetî kuře şêxekan. bełam hewesî pyawane û teb’î şa’îraney ḧerîq oqrey lê biřîwe, neytiwanîwe wek seyd řeşîd, mam wisên, mela ḧusên, mam ce’fer, yar memed, kakî şifełî û meḧmûd doşaw û deyanî tir ta mirdin be řebenî bijî û bê jin û hawser hełka. be dizîy şêx jinî hênawe û małî pêkewe nawe. dûzman le hemû dewr û zemananda hen. em xebere be gwêy şêx geyştuwe û ḧerîqî le xaneqa derkirduwe.

seretay çareřeşî ḧerîq betaybetî lebarî madîyewe lêrewe des pêdeka, leser kiç tûşî kwêrewerî û derbederî hatuwe, ’îşqî mecazî eger bo hîçkes mucazatî nebûbê, bo ew heybuwe. le zimanî xoy degêřnewe ke: «bo peyda kirdinî parwe nanêk hemû şar û gundekanî kurdistan geřawim ca nazanim serim be hemû małêkda kirduwe ya na?».

paş maweyek derbederî, pêşniwêjî mizgewtî ḧacî ḧesenîyan, ke ew demî le qeraẍ şarî sabłax û mizgewtî hejaran buwe dawetê. mizgewtî nêwbiraw çi melay zanay pê řazî nebûn. êstaş her kołke melayekî pêşniwêjî kwêre dêyekî bidenê, pêşniwêjî em mizgewte naka.

sereřay em hemû sûkayetî pêkirdine ḧerîq her sofî buwe û ’eqîdey be şêxî burhan her mawe û negořawe. boye em ẍezeley danawe û bo seyd řeşîdî dostî gyanî be gyanî û şagirdî xoy û demřastî şêxî narduwe. seyd řeşîdîş le helêkî lebarda bo şêxî xwêndotewe, şêx bezeyî be ḧerîqda hatuwe û bexşîwyetî. bełam hergîz cêy xoy negirtotewe. eweş ẍezelekeye:

hênde bêzarî ke zanîwme be zarî nayewe
dûr le bałaket serînî nahumêdîm nayewe
bo pyałey meylî leylî qelbî mecnûn qabîle
şořşî şîrîn le nałey kohken famayewe
bulbulêkî xoş newa bûm, bo neway dewrî gułit
kê wekû hudhud ḧîkayatî sebay gêřayewe?
bo kenarî sewzeyî dewrî gułî řût şîn dekem
xakî koy ’îşqim be bêjnigî serim bêjayewe
kewte nêw xermanî ’umirim agirî tûlî emel
sed keřet baranî we’zî lêdra nekujayewe
tîrî mujgan, şîrî ebro, taq û cût denwênê pêm
ta bizanim řûḧî şîrînet çilon kêşayewe
cêy nezer bû ḧaşyey zulifit leser ayetî řût
zor mutałam kird, wekû dewr û teselsul mayewe
taqî mîḧrabî birot cêy naze bo ehlî nyaz
sofî pêy wabû keçe, hênd ker bû xoy gêřayewe
şem’î xûban pirtewêkî şemsî řûy toy lêkewt
hênd ḧeya û şermî be xoya hat be carê twayewe
gułbijêrêkî zerîfim kird lenêw baxî xeyał
xozge merdêkî «řeşîd» bo şêxî bixiwêndayewe

hîwadarim dostekem lêy řûn bêtewe em şê’re î ḧerîqe û behełe awekî nêw dîwanî nalî buwe. dyare bo kesêkî zor şarezay şê’rî nalî nebê hełeke zor zeq nayete berçaw çunke wek gutim ḧerîq şagirdêkî zor başî qutabxaney nalî buwe. bełam bedaxewe debê biłêm ẍełetêkî zor gewre û dizêw le axir şê’rî ẍezelekeda kirawe:

«ekil û şurbêkî zerîfim kird lenêw baxî xeyał» beřastî debê pyaw çen bêzewq bê ta tûşî hełey wabê, erê ekil û şurbî nêw baxî xeyał debê çi tamêkî hebê.

 

1 - min kiçî ḧerîqim dîbû ke pîrêjnêkî goc û îflîc bû. le dîwî jinanî xaneqa dejya û hemû betaybetî şêx muḧemmedî kuřî şêx û seyd řeşîd zoryan řêz lê degirt û pêyan degut dêde.

2 - carêk ḧerîq hecûy yekêk le kuřekanî şêx ’usmanî tewêłey kirduwe, aẍayek be nawî «a’zam almilkPersian» leser ewe řîşî taşîwe. ḧerîq şikayetî birdote kin qazî ’elî melay wiłat, be řaberî qazî xerîk bûn aẍakey temê biken. lew kateda kuře kurdêk le qebaẍkendî kiçe ermenêkî hełgirtuwe ke bawkî pyawî řûsî tezarî buwe. em kare piçûke zor gewre botewe û xerîk buwe şeřî ’usmanî û řûs û dewłete mesîḧîyekanî lê peyda bibê. sałê kiçî kabrayek le ḧerîq depirsê: erê meseley řîşeket çî lê beserhat? ḧerîq dełê: babelê řîşî min le hînekey kiçe ermenîda win bû.