erkî netewayetîy îmřoy şa’îr û nûserekanman

From the Book:
Hewarî Xalî
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 4 minutes  830 views

le xebatî řizgarîxwazîy gelanda hemîşe şa’îr û nûserî řûnakbîr û pêşřew nexşêkî giring û berçawyan hebuwe û erkêkî mezin û pîrozyan becê geyanduwe.

yekem hawarî řizgarîy netewekeman le gerûy şa’îrêkî mezin û hełkewtû hatote der û le çya berz û serkeşekanî kurdistanda dengî dawetewe û bapîre xew’aluwekanî êmey le xew řapeřandûn û şîrî pê sûn û nardûnî bo kořî xebatî řizgarîxwazî.

êstaş paş řabirdinî gelêk mang û sał dengî nêr û dilêrî «xanî» wek weḧî asmanî le gwêy têkoşeranî nebezî netewey kurdida deziringêtewe û ew denge zułałeye nahêłê wenewz û wêjîng biden û xew byanbatewe û le karwanî xebat becê bimênin.

xebatî gelî kurd le kurdistanî êranda îmřo pêy nawete qonaxêkî nwê. xebatî gelekeman xebatêke ’adlane û řewa bo estandinî mafî netewayetîy pêşêlkirawî xoy. xebatêke le dijî dîktatorî û sereřoyî řijêmî koneperistî paşayetî û beşêke le xebatî dijî împiryalîstî û azadîxwazîy gelanî cîhan. gelî ême têdekoşê bo pêkhênanî êranêkî serbexo û dîmukiratîk û kurdistanêkî azad û xudmuxtar le çwarçêwey sinûrî êranda. gelî ême wêřay gelanî tirî êran xebat deka bo řûxandinî dîktatorî û tarandinî împiryalîzim le wiłatekeman.

erkî şa’îr û nûsere pêşkewtuwekanîşman le helumercî îmřoda piştîwanî kirdin û handanî têkoşeranî em qonaxey xebatekemane. erkêkî gewre û giringe, erkêkî pîroz û xawêne û erkêkî sûk û hasanîş nîye.

şa’îr û nûsere nîştimanperwerekanman le qonaxî îmřoda bo becê geyandinî em erke pîroze debê lenaw xełkida bijîn, le komełanî zeḧmetkêş û çewsawey xełk cwê nebnewe. le pêşewe agadarî wez’î jyan û beřêçûn û xebatî ewan bin û hest be êş û jan û azaryan biken. le jyanî řojaney ewan îlham werbigrin û legeł tecrebe û zanistî xoyan têkełî biken û bîkene maye bo nûsraw û şê’ir.

şa’îr û nûserî kurd debê îmřo qełemî be qazancî zorbey gelekeman bigeřê û be zimanêk binûsê cûtyar û kasbikar tê biga. debê zimanî şwan û gawan û sepan bizanê, debê bo zeḧmetkêşan binûsin û ewan han bida bo xebat. nûsîn û şê’rî ewřoman ta sakartir û bê girêwgoltir bê, zyatir xizmet deka.

şa’îr û nûserî îmřoman debê şwênewarî şa’îr û nûsere, pêşkewtuwekanî cîhan mutała biken û şitî taze û nwê fêr bin û le tecrebey ewan kełk wergirin û bergî kurdî tewawî leber biken. şa’îr û nûserî îmřoman debê le dijî řêwşiwênî kon û napesind xebat biken û le kirdewey dizêw řexne bigirin û řêgay řastî jyan be xełk nîşan biden.

şa’îr û nûserî kurdistan nabê ewende berzefiř bin ke xełk neyangatê û lejêrřa têyan hełbiřwanê û le qiseyan nega. lebîryan neçê řołey em gelen, le baweşî ew çya û kejeda perewaze bûn û debê padaştyan bidenewe, padaştêkî me’newî û bekełk, padaştêkî cwan û sakar, padaştêkî benirx û bê pêç û pena.

bedaxewe êstaş le kurdistanî êranda nûsînî kurdî tawanêkî gewreye û boyeş erkî giring û gewrey edebî le estoy şa’îrekane. şê’ir hasantir destawdest deka, zûtir leber dekirê û çaktir biław dekirêtewe û kemtir bełge dedate dest dujmin. nałêyn erkî şa’îre pêşkewtuwekanman le helumercî êstada ke dîktatorî bałî řeşî beser wiłatekemanda kêşawe, karêkî hasan û bê metirsîye. bełam her ew qisey şa’îrî gewre û azadîxwazî turk «nazim ḧîkmet» webîr dênînewe ke dełê: «eger min nesûtêm, eger to nesûtêy, eger ême nesûtêyn çon řûnakî le tarîkî peyda debê».

şa’îre nîştimanperwerekanman dezanin gelekeman îmřo le hemîşe pitir pêwîstî be wirîngey xemřewên û asmanîy ewan heye. hestî nîştimanperwerî û erkî netewayetî û însanî naçaryan deka le siza û azar netirsin û bêdeng danenîşin.