ḧikûmetî řewadî

From the Book:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
By:
Muhammad Amin Zaki (1880-1948)
 34 minutes  966 views

be gwêrey tedqîqatî înisqilopedyay îslam em ḧikûmetî řewadîye qedîme û îbnî xurdadîye le sałî 232 h.da ke tebrêzî zyaret kirduwe, şarekey le jêr ḧukmî miḧemed řewadîda dîwe. be gwêrey ’eynî eser, le 280 h.da em wiłatî azerbaycane kewtote destî sacd miḧemed efşîn kuřî dîwdad û ta 317 h be dest netewey sacd miḧemedewe buwe. le dway sacd, mentîqey meraẍe kewtote des mizeferî kurdî deylem, ye’nî netewey řewadîy qedîm. ’eynî eser, merzeban û birakey le ’eynî xanedan ḧîsab eka. waqî’en ta dewrî merzeban, derḧeq be ḧikûmetî řewadîy kurdî, me’lûmatêkî wa nîye û asarî ’erebîye le î’tîbarî merzebanewe be tefsîl basî em ḧikûmete eka.

le basî dîsmida dîman ke merzebanî kuřî mamełan (= miḧemed mamełan) be desîse û mi’awenetî wezîrekey dîsim, azerbaycanî dagîr kird. merzeban katbêkî xisûsîy bû be «’îskiweyh» meşhûr bû. em katbe dayme teḧeřřukatî le zîddî ’elî kuřî ce’fer ekird. nîhayet teme’î małî, merzebanî tefre da. ’elî ke way zanî, fîkirî legeł merzebanda gořî û be teme’î mał û xezêney zorî tewrêz, merzebanî bo zewtkirdnî şareke teşwîq kird. nîhayet merzeban leşkirêkî daye û nardye ser tebrêz.

’elî hate ser em şare û xeberî bo nardin ke merzeban be teme’î mał û dewłetyan, leşkirî kirdûne ser û nesîḧetî kirdin ke le dîsim îmdad bixiwazin û deylemîyekanî naw şar bikujin. waqî’en xełkî tewrêz wayan kird. merzeban ke xeberî hatnî dîsmî bîst, be leşkirewe řûy kirde tebrêz û le nizîk tebrêz tûşî dîsim bû û şikandî.

dîsim be xoy û baqî leşkiryewe û ’elî kuřî ce’fer çûne naw şarewe û merzebanîş hat muḧaserey kirdin. merzeban be dizîyewe legeł ’elî kuřî ce’fer kewte muxabere û te’mînî kird. le paş beynê, dîsim derçû bo ardewêł û ’elî kuřî ce’ferîş çuwe lay merzeban.

le basî dîsmida dîman ke merzeban be desîsey wezîrî dîsim ke îbnî elne’îmî bû, ardewêłî girt û dîsmî narde qełay «tirim».

merzeban ke le şeř û de’way dîsim necatî bû û azerbaycanî be tewawî bo saẍ bowe, legeł tertîb û îslaḧî memleketda meşẍûł bû. le sałî 332 h.da tûşî hera û tałanî řûs bû. em yeẍmagerane, be sefîne le beḧrî xezerewe hatbûne menbe’î awî «kurî» û lewêwe hełyankutabuwe ser azerbaycan. ḧakmî «berze’e» (qełay ḧidûdî şîmalî azerbaycan bû) be leşkirêkî munasbewe řêgey pê girtin, bełam le dway şeřî se’atêk şika û řûsekan şwênyan kewtin û berze’eyan muḧasere kird û le dway çend řojêk girtyan û şena’etêkî zoryan tya kird û xełkekeyan hemû kuşt.

merzeban ke em xeberey zanî, ordûyekî sî hezar kesey ko kirdewe û řûy têkirdin. řûsekan beramber be merzeban neyantiwanî xo bigirin, bełam dîsan be wirde şeř, xafłandyan û beşêkyan ta meraẍe hatin û lew naweda be sebebî zor mîwe xwardin, tûşî řişanewe bûn û zoryan lê mird û baqîyekey geřayewe.

merzeban ke temaşay kird em heraye tûl ekêşê, wîstî be fêłêk řûsekan le naw berê, beşêkî leşkirekey le boseyekda cêgîr kird û xoşî be baqî quwetyewe, legełyan kewte şeř û be qestî, xoy şikand ta geyşte nizîk bosekey; lewê wîstî be leşkirewe bigeřêtewe seryan, bełam leşkireke xofyan lê nîştibû, negeřanewe. merzeban ke çawî bem ḧałe kewt, zor seẍłet bû, wazî le řoḧî xoy hêna û geřayewe, birakey û be’zê le xizim û qewmîşî, legełya geřanewe. leşkireke ke çawyan be cur’et û azayî merzeban kewt, le xecałetyana geřanewe û ew beşey ke le kemînda bûn, ewanîş řast bûnewe. bem terḧe, řûsekan kewtine beynî dû quwetewe û kuştarêkî zoryan lê kira, serkirdekeşyan kujra. baqîyan be hezar ḧał, xoyan hawîşte qełay «şehiristan». hemû tałan û esîranî musułman lewêda bûn, merzeban le şwênyan geyşte qełake û dewrey da. lew weqteda bû ke xeberî te’eřuzî ebu ’ebdułłay ḧemdanî bo ser azerbaycan geyşte merzeban. naçar beşêkî leşkirekey bo muḧaserey řûsekan becê hêşt û xoşî legeł baqî leşkirda çû be pîrî ebu ’ebdułławe. kuřî ḧemdan ta sełmas hatbû û legeł ře’îsî ’eşîretî «hezbenî», ce’ferî kuřî şikoye, yekdigîr bûbû.

merzeban bo def’î şeřî ebu ’ebdułła, kewte řê û le dway şeřêkî kem, ebu ’ebdułła be sebebî barînî befrêkî zor, neytiwanî řawestê; çunke zorî leşkirekey ’ereb bûn û bergey serma û sołeyan ne’egirt, le ber eme, geřayewe bo mûsił.

bêynewe ser quwetekey ke řûsekanyan muḧasere kirdibû. řûsekan le dway muddetêk mudafe’e, şewêk le qełake hatne derewe û xoyan geyande sefînekanyan û swar bûn û geřanewe bo wiłatî xoyan.

merzeban le dway řêk‌xistinî îş û karî memleket, wîstî wiłatanî dirawsêy dagîr bika, em heweseyşî le dû şitewe ḧasił bûbû:

1. te’eřuzî ḧikûmetî xorasan bo ser řukin‌eldewley ḧakmî řey.

2. ḧeqaretî mu’îz’eldewle ke be sefîrekey merzebanî kirdibû.

be’zê le serkirdekanî řukin‌eldewle bûbûne teřefdarî merzeban. ḧeta yekê lewan ke ’elî kuřî cwanqule bû, hatbuwe lay û eygut eger te’eřuz bikate řey, qumandanekanî tirîş hemû komekî eken û bem terḧe teşwîqatî ekird.

merzeban legeł nasir’eldewley ḧakmî mûsił muxaberey kird û teşwîqî kird ke biçête ser beẍda, bełam nasir’eldewle qebûłî nekird û cwabî dayewe ke ewwełen lazme řey zewt bika, le dway ewe, îşî beẍda asane. merzeban le paşda bawkî û biray bang kirde lay xoy û fîkirî pirsîn. bawkî bem sefere řazî nebû û nehî lê kird. bełam em nesîḧete merzebanî le fîkirî wernegêřa. bawkî ke way zanî, destî kird be giryan û gutî: kuřî xom, le dway em ’umre, le kwê çawim pêt ekewêtewe?

merzeban bebê teředud û be ’ezmêkî merdanewe cwabî dayewe: yan le seray řey, weya le naw kujrawekana emdozîtewe.

řukin‌eldewle le îstiḧzaratî merzeban xeberdar bû, destibecê bo ’îmad’eldewle û mu’îz’eldewley biray nûsî û daway komekî kird. le layekî tirewe legeł merzeban kewte muxabere û destî kirde pařanewe û witî eger destim lê hełgirî, zencan û ebher û qezwînit edemê û bem fêłe merzebanî eẍafłand.

’îmad’eldewle le qumanday «baş elḧacb»da dûhezar swarî bo nard, mu’îz’eldewleş quwetêkî ewendey le qumanday «sebuktegîn»da řewane kird. lem beyneda miḧemed ’ebdulřezaqîş be quwetêkewe hatbuwe lay řukin‌eldewle. miḧemedî kuřî makanîş le teřef ḧusên feyrûzanewe be îmdad nêrrabû. xulase řukin‌eldewle bem terḧe ordûyekî bequwetî řêk xist û ew serkirdaney ke lêyan beşk bû, girtinî û ḧepsî kirdin û be leşkirekewe řûy kirde qezwên.

merzeban ke çawî be leşkirî řukin‌eldewle kewt, zanî ke dereqetî nayet. legeł emeşda geřanewey bo xoy be ’eyb zanî û kewte şeřewe.

quwetî muntezemî kurd û deylem nizîkey pênc hezar kes bû. leşkirî řukin‌eldewle be carêk hicûmyan kirde ser deste řast û deste çep û şikandyan. merzeban le naweřastida xoy řagirt û şeřêkî merdaney kird. beşî zorî serkirdekanî kujra, beşêkîş be dîl gîran û nîhayet xoşî yexsîr kira. řukin‌eldewle merzebanî teslîmî «ebulfazil»y wezîrî kird û legeł quwetêkda nardî bo qełay «semîrem» {fn|wezîr ebulfazil kuřî ’emîd, lem sefereyda basî fêłêkî eka û ełê: «ew qumandananî deylemîye ke legełya bûn, îtîfaqyan kirdibû ke le řêga be zor merzeban berden û min bikujin. ke wam zanî çûme lay merzeban û pêm gut:

minîş bo xizmet ḧazirim.

salar serêkî řaweşand û gutî:

eger řast ekey, pêwendekem bikerewe, herçî arezû ekey bot ekem.

gutim:

etirsim řefîqekan řazî nebin.

salar gutî:

ke wa bû to řefîqekanit nanasî. ewan eyanewê min berden û to bikujin û her weqtê arezû bikey eme ekirê.

bese îtir, biřwam kird û emîn be. min le hemû zyatir bo mu’awenet ḧazirim.

le dway em giftugoye ew serkirdanem yeke yeke bang kird û pêm gutin ke minîş legeł ewanim. emem zor pê xoş bû û qerarman da ke le ewweł menził em îşe cêbecê bikeyn. waqî’en ke geyştîne menził, salar bangî kirdim û kutî:

dey berimden.

pêm gut:

ałî řukin‌eldewle le esfehane, hemû xezêne û bargiranîş lewêye, lam waye ta ewê bem new’e biçîn û lewê ew mał û xezêneyeş hełbigrîn baştir ebê, bîl’ekis eger ’ecele bikeyn, řenge ew ’eskerey ke teřefdarî ême nebûn, legeł be’zê le qumandane xa’înekanim bimgirin; [bem new’e] merzebanim legeł qumandanêkî sadiq û emînda nard bo qełay semîrem.} .

esaret û xelasîy salar merzeban

le dway eme ke geyşte qełay semîrem û xiraye ḧepsixanewe, merzeban destî le xwardin kêşayewe û tenya bo jyan tozê genmî exward. řukin‌eldewle ke emey bîst, emrî da ke çêştikerekey xoy bo binêrê û le dway hatnî em çêştikere, salar merzeban kewte hewłdan bo řizgarî, bełam em kabraye gêl û wêł bû, em siřey zû biław kirdewe û muḧafzî qełake (şîr esfar) çêştikerekey girt û le dîwarî qełakewe fiřêy daye xwarewe û bem terḧe le nawî bird û le layekî tirîşewe tezîyqî salarî kird.

daykî merzeban ke nawî «xerasweyh» û kiçî cistanî kuřî wah sozanî melîk bû, bo xeber zanîn û necatdanî kuřekey, dayme hewłî eda û parey serf ekird. îbnî elzabanî ke legeł merzeban esîr û ḧepis kirabû, her çonê bû xoy necat da û hate lay xerasweyh û be we’dey necatdanî merzeban, gelê parey lê send. lew weqteda «tuban» naw pałewanêkî şeřker û qumarbaz le meraẍe řaykirdibû û xoy hawîştibuwe lay xerasweyh û em kabrayeş te’ehudî řizgarkirdinî merzebanî da û xerasweyh be quwet û zîrekîy em pyawe umêdî zor bû. legeł îbnî elzabanîda řêkî xistin û xoyan kird be tucar û ewey bo em sen’ete lazim bû, ḧazryan kird û kewtine řê. ke geyştine qełay semîrem, xeberyan bo şîr esfar nard ke ême kasbîn û bo îş û wêrîş hatûyn, le weqtî xoyda merzeban be’zê małî lê kiřîwîn û parey nedawe, tika ekeyn ke legełya řûbeřûman ke.

muḧafiz bezeyî pyayana hatewe, bangî kirdine lay xoy, em tucarane le lay şîr esfar şikayetî ḧałyan kird û derḧeq be zułim û ẍedrî merzeban, gelê qiseyan kird û cwênyan da û gutyan: elḧemdulîlla dunya le zułmî em załme necatî bû.

şîr esfar diłî pêyan sûta û yeke yekey legeł merzeban řûbeřûy kirdin û merzeban ewweł car lem fêłe negeyî û tûře bû, cwênî pê dan û înkarî qerzekey kird. beme yekê le tucarekan çawî lê dagirt û be îşaret têy geyand. merzeban hêmin bowe û gutî: bełê, dêtewe xeyałim, bełam ḧîsabekeyan nazanim, enûsim ta temaşay defteryan bo biken.

xulase bem terḧe hatuço destî pêkird û xerasweyh ẍułamêkî deylemî ke le neẍim‌lêdana şareza bû, xistîye tek tucarekan. emane be tebî’et dyarîyekî zoryan be muḧafiz û karbedestanî qełake da û be sayey emewe be serbestî hamuşoy merzebanyan ekird.

şîr esfar ẍułamêkî cwanî hebû, dayme wekû deylemîyekan topiz û qełẍanî be destewe egirt. merzeban em ẍułamey xoş ewîst û zor pare û dyarî daye û legełî řêk kewt û ewey ke bo biřînewey pêwend lazim bê, boy hêna. merzeban destî kird be biřînî pêwendekey. şîr esfar ’adetî bû hemû řojî cum’e ehate lay merzeban û temaşay pêwendekey ekird û eřoyşit. řojêkî cum’e, «tuban» le lay merzeban danîşt û tucarêkî tirîş le lay qapîyewaneke řawesta û ẍułamekeş lewê ḧazir bû. şîr esfar hat û le lay merzeban danîşt, merzeban destî kird be qisekirdin û pêy gut:

eger berim bidey, herçît bwê etdemê.

şîr esfar qebûłî nekird û gutî: min qet xyanet legeł řukin‌eldewleda nakem.

merzeban ke way zanî, hełsa û bê pêwend řûy kirde qapîyeke. tuban hełîkutaye ser şîr esfar û day be zewîda û be xencer kuştî. tucarekey tirîş qapyewanekey kuşt. merzeban legeł řefîqekanî tirîda yekdigîr bû. lew weqteda muḧafzekanî qeła biław bûbûnewe. ke hera hełsa, ko bûnewe û temaşayan kird ře’îsekeyan kujrawe, teslîm bûn. dost û teřefdarî merzeban le hemû layekewe ko bûnewe (342 h).

merzeban kaẍezî bo daykî û biray û dostanî nûsî û hełsa řûy kirde azerbaycan (kitab ticarb alamim, ciłdî 2; alkamil, ciłdî 9).

le dway esaretî merzeban

le paş şikan û bedîl‌girtinî merzeban, baqî quwetekey, ke ’îbaret bû le cistanî kuřî şerimzin û ’elî kuřî fezil û şehirfîrûzî kuřî kurduye û be’zê serkomarî tir û dûhezar kesê, geřanewe azerbaycan û le dewrî bawkî merzeban ko bûnewe, řûyan kirde ardewêł û daxłî şar bûn û miḧemedî kuřî musafîryan kird be ḧakmî xoyan.

wah sozanî kuřî, le tirsî mu’ameley xirapî bawkî, řaykirde qełay «tirim». ewendey pê neçû le ber sû’î îdareyî û mu’ameley xirapî, le miḧemed tekanewe. deylemîyekan ’usyanyan kird û qesdî kuştinî miḧemedî kuřî musafîryan kird. miḧemed le tirsana řaykirde lay wah sozanî kuřî, ewîş girtî û le qełay «şîscan»da ḧepsî kird û ta mird le ḧepsida ma.

řukin‌eldewle le dway girtinî merzeban, azerbaycanî da be miḧemedî kuřî ’ebdulřezaq û be leşkirewe nardye serî. wah sozan beramber bem wez’îyete, serî lê têkçû û naçar ma; dîsmî berda û xełatî kird û nardî bo şeřî miḧemedî kuřî ’ebdulřezaq (kitab ticarb alamim), (netîcey em de’waye û ’aqîbetî karî dîsim le beḧsî mexsûsda zîkir kirawe).

salar merzeban le dway eme ke le semîrem hatewe û heray dîsmî biřîyewe, ewende nejya û le sałî 345 h.da tûşî nexoşîyekî giran bû û wesyetî kird ke le dway xoy, wah sozan bikirête ḧukmidarî řewadî û cistanî kuřîşî, welî’ehd bê, le dway em wesyete zorî pê neçû wefatî kird.

ûاە sozan û kuřanî merzeban

le dway wefatî salar merzeban, wah sozan (= wah sodan)y biray, engustîle û be’zê ’elamatî ḧukmidarîy tirî merzebanî nard bo ḧakmanî şar û qełay azerbaycan û tełebî îta’etî lê kirdin, bełam hîçyan îta’etyan nekird, çunke le pêş axir wesyetda salar pêy gutbûn ke eger le naw çû, ewwełen îta’etî cistanî kuřî biken û le dway ew, padşay řewadî, îbrahîm û le paş îbrahîm, nasrî kuřî bê û eger emane hemûyan fewtan, ew weqte îta’etî wah sozan biken. hemû serkirde û serkomarekan be gwêrey wesyetî ewweł ḧereketyan kird. wah sozan em ḧałey ḧemil kirde ser îẍfalî salar. lem beyneda mîr îbrahîmî birazay, ke zaway «wilkîn kuřî xurşîd»y ře’îsî deylemî bû û em ře’îseş le teref merzebanewe le erdebîlda meḧbûs bû, be teşwîqî jinekey, çû bo ardewêł û bebê ewey ke îzin le mamî bixiwazê wilkînî le ḧepsixane hênaye derewe.

wah sozan le ser em ḧereketî mîr îbrahîme û be’zê mu’amelatî tir kewte tirs û endêşewe û le piřêkda ardewêłî becê hêşt û çuwe qełay «tirim» û îş û karî îdarey memleket be serbexoyî be dest cistanewe ma. birakanî û hemû serkirdekan îta’etyan kird, tenya cistan kuřî şerimzin ke walîy ermînîye bû, îta’etî nekird û kewte fîkirî serbexoyî.

wah sozan le dway eme ke xoy le «tirim»da qaym kird, řaḧet danenîşt, destî kird be têkdanî beynî birazakanî û duşminanî lê hełsandin. îfsadatî be dereceyekî wa te’sîrî kird ke kuřanî salar merzeban bûne duşminî yektirî. wah sozan ke îşî geyande em dereceye, îbrahîmî birazay bang kirde lay xoy û zor qedir û ḧurmetî girt. le layekî tirîşewe legeł «nasir»da kewte muxabere û le cistanî biray cwê bowe û çû bo muqan (= mukiryan).

beşêkî leşkirîş bo teme’, le cistan cwê bûnewe û hatne lay nasir. le dway eme nasir be quwetêkî munasîbewe çû bo şeřî cistan. {fn|cistanî kuřî merzeban ewweł îşî, kuştinî dîsim bû (346 h). em ḧukmidare le şwênî bawkî eřoyşit. ehmyetî be leşkir neda û legeł ’êl û ’eşret meşẍûł bû, le paş beynêk ne’îmî wezîrî ḧepis kird. wezîrekey cistan şerimzin ke nawî ebu elḧesen bû, xizmî ’ebdułła ne’îmî bû, le gîranî ne’îmî kewte şubhewe û şerimzinî tefre da û legeł îbrahîm xistye muxaberewe û îbrahîm salarîşî bo de’way milûkîyet teşwîq kird. waqî’en ewendey pê neçû ke îbrahîm û cistanî şerimzin, çûne ser meraẍe û zewtyan kird. cistan شاە ke emey bîst, legeł kuřî şerimzin û wezîrekey, muxaberey kird û ne’îmîşî berda û legełî řêk kewt. le dway eme, kuřî şerimzin îtir komekî îbrahîm salarî nekird, ḧîle û xyanetî tirî şerimzin lay her dû bira be tewawî me’lûm bû û legeł yekda muxabere û îtîfaqyan kird.

ne’îmî le ḧepis necatî bû, řaykirde muqan û lewê legeł îsḧaq kuřî ’îsa kuřî muktefî‌bîllay ’ebasî kewte muxaberewe û bo îdî’ay xelafet teşwîqî kird û te’ehudî kird ke leşkirî bo řêk bixa û azerbaycanîşî bo zewt bika. waqî’en be sê‌sed swarêkewe çuwe lay û şerimzinîşî de’wet kirde lay û bey’etî kird. cistan şa legeł mîr îbrahîmî birayda û legeł em mudde’î xelafete ke ’înwanî «elmustecîr» bû, şeřyan kird û şikandyan û girtyan, kuřî şerimzinîş xoy hawîşte qełay «urmye»we. (alkamil, cuz’î 8).} řûy kirde ardewêł û be asanî zewtî kird. cistanî biray xoy hawîşte qełay «nîr». le paşda ’esker bo pare nasryan tengetaw kird û nasir emaney pê řazî nekira. mamî dest‌gîrodeyî nekird. nasir têgeyşit ke mamî le xiştey birduwe, peşîman bowe û legeł cistanda muxaberey kird û aşt buwewe û padşayetîy kakî qebûł kird. bełam dîsan hîçyan pê nekira, çunke bo îdarey leşkir pareyan nebû. îş û karî wiłat be sebebî em şeř û şorewe têk çûbû. serkirdekan îta’etyan ne’ekird û dû bira beramber bem ḧałe xoyan řanegirt û nûsîyan bo mamyan ke biçne lay û ’ehd û peymanyan lê send û legeł daykyan çûne lay wah sozan. ke geyştine ewê, mamyan xyanetî kird. xîlafî şerit û swênd, girtinî û ḧepsî kirdin û îdarey memleketî girte destî xoy û îsma’îlî kuřîşî kirde welî’ehd û beşî zorî wiłatanî daye destî û pareyekî zorî be ser leşkirda dabeş kird û memnûnî kirdin.

îbrahîm salar lew weqteda çûbû bo ermînîye. ke xeberî gîranî birakanî zanî, destibecê legeł îsma’îlî amozaya kewte şeřewe û wîstî birakanî necat bida. wah sozan ke em xeberey bîst, kewte telaşewe, le layekî tirîşewe be’zê le ehalî û ’eskerî deylemîş lêy wergeřanewe. ke way zanî, cistan û nasir û daykyanî kuşt û nûsî bo cistanî şerimzin ke biçê bo şeřî îbrahîm û parey leşkirîşî bo nard (359 h).

îbrahîm beramber bem wez’îyete neytiwanî řawestê û geřayewe ermînîye. cistanî şerimzin hełîkutaye ser baqî leşkirekey û şikandî û meraẍe (merkezî mîr îbrahîm) û urmîyeşî dagîr kird (alkamil, c 8, li 29).

mîr îbrahîmî salar geřabuwewe ermînîye û muddetêk lewêda ma, le 355 h.da leşkirêkî munasîbî pêkewe na û wîstî dîsan biçête ser azerbaycan, legeł cistanî şerimzinda muxaberey kird û řêk kewtinewe. bem terḧe quwet û nifûzî zyad bû. tesaduf lew beyneda îsma’îlî wah sozan, le tirsa řaykird û legeł kuřî mîşkî çuwe wiłatî deylem.

mîr îbrahîm hemû wiłatî azerbaycanî dagîr kird û mułk û emlakî mamî, hemû zewt kird. le dway beynêk wah sozan be leşkirî deylemîyewe hate ser azerbaycan û daxłî qełay «tirim» bû. ebulqasim kuřî mîşkîy be leşkirewe narde ser mîr îbrahîm û le dway şeřêkî qurs, mîr îbrahîm şika û be tenya û enwa’î ezyet, xoy geyande řey, lay řukin‌eldewley mêrdî xuşkî. be tebî’et qedir û ḧurmetêkî zorî gîra.

îbrahîm salar

le ’eynî sałda û le ’usyanî deylemî le paytextî řukin‌eldewleda, salar îbrahîm xizmetêkî zorî kird û ḧetta birîndarîş bû, bełam nemird. le paşda řukin‌eldewle leşkirêkî munasîbî da be ebulfezlî wezîrî û legeł mîr îbrahîm nardî bo azerbaycan. ebulfezil kuřî ’emîde, be leşkirî bweyhîyewe geyşte azerbaycan û girtî. cistanî şerimzinîşî legeł îbrahîm řêk xistewe.

em wezîre ’aqłe ke çawî be serwet û bereketî wiłateke kewt, ḧeyran bû. be dizîyewe bo řukin‌eldewley nûsî ke ḧeyfe em wiłate be dest ḧukmidarêkî wekû salar îbrahîmewe bê û ulfetî legeł ’eyş û ’uşretda zore û be netîce îdarey pê nakirê. wa mesłeḧete ke le cêgayekî tir mułkêkî bideytê û azerbaycan bo xot muḧafeze bikey. řukin‌eldewle em teklîfey qebûł nekird û emrî be geřanewey ebulfezil da.

derḧeq be weqay’î dewrî dwayî mîr îbrahîm, me’lûmatêk nîye, bełam be gwêrey řîwayetî «pêşkewtin» (neşryat 6) ebê ta sałî 380 ḧikûmet dewamî kirdibê. le dway ew, řawîdî kuřî û le paş řawîdîş, gilasî kuřî řawîdî û le dway ewîş ûاە sozanî kuřî gilas bûbête ḧukmidarî azerbaycan (415 h).

ûاە sozanî duwem

memleketî azerbaycan le zemanî em ḧukmidareda (420 h) tûşî îstîlay qewmî «ẍez» bû. weاە sozan wîstî be mîwandarî û xizmet, wałtekey le şeřî em qewme weḧşîye biparêzê. zor xizmetî kirdin bełam fa’îdey nebû. nermî û xizmetî ûاە sozan û xêłatî kurd, bîli’kes ẍezekanî zyatir meẍrûr kird û le hîç xirape û şena’etê xoyan neparast û memleketyan tûşî zerer û îfsadêkî zor kird.

le sałî 429 h.da hełyankutaye ser şarî meraẍe, xełkî şarekeyan hemû kuşt, mizgewtekeyan sûtand û saf le saf tałanyan kird û herçî dîn û wîcdan qebûłî naka, kirdyan û xêłatî kurdî ew naweşyan bew derde bird.

le dway em weḧşet û şena’ete, ’eşayrî kurd le me’îyetî ebulhîcay kuřî řîb‌eldewley ře’îsî ’eşîretî hezbenîda ko bûnewe û bo def’î bełay ẍez, legeł ûاە sozanda îtîfaqyan kird. ke ẍezekan çawyan bem îtîḧad û îtîfaqe kewt, xofyan lê nîşt û řûyan kirde řey û biław bûnewe; kurd kewtine şwênyan û zoryan lê kuştin. taqmêkî tiryan ke kewtibûnewe ermînîyewe û be qetił û tałanewe meşẍûł bûn, ke em xebereyan bîst, geřanewe urmîyey wiłatî ebulhîcay hezbenî û lêre tûşî te’eřuzî kurdekan bûn, bełam be netîce her dû la zay’atêkî zorî da û ebulhîca le ’odeyan nehat.

le sałî 432 h.da wah sozanî mamelan , le tewrêz zyafetêkî kird û ře’îsekanî ẍezî de’wet kird û be fêł hemûy girtin. le dwayîda leşkirî lê kirdin û zorî lê kuştin û le xakî azerbaycan derîkirin.

derḧeq be eḧwałî zeman û em ḧukmidare îtir me’lûmatêk nîye û ta weqtî hatnî tuẍřul begî selcûqî bo wiłatî azerbaycan, zor kem basî eḧwałî em wiłate kirawe.

be gwêrey înisqilopedyay îslam, ciłdî 4, le sałî 434 h.da zelzele (bûmelerze)yekî beşîddet şarî tewrêzî wêran kird. paşay em wiłate (ûاە sozan), le xofî tayefey ẍez, qełayekî tirî dirust kird û paytextî neqił kirde ewê.

le sałî 438 h.da nasir xusrew naw ḧukmidarêk, le tewrêzda îdarey sełtenetî kirdewe û ’înwanîşî seyf‌eldewle û şerefułła û ebu mensûr wah sozan kuřî miḧemed (mamelan) bû û «mewlay emîr elmu’mînîn»yan pê gutuwe.

le sałî 446 h.da sułtan tuẍruł ke le esfehanewe řûy kirde azerbaycan, emîr ebu mensûr wah sozan kuřî miḧemed elřewadî çû be pîryewe û îta’etî kird û le î’tîbarî em tarîxewe ḧikûmetî řewadîy azerbaycan bû be ḧikûmetêkî tabî’e û bem new’e dewrî serbexoyî ḧikûmetî řewadî dwayî hat, çunke mebde’î te’sîsî me’lûm nîye, ḧîsabkirdinî dewrî serbexoyî mumkîn nîye. bêcge le azerbaycan, beşêkî cîbalîş le jêr ḧukmîda buwe.

derḧeq be dewrî dwayî em ḧikûmete, me’lûmat zor keme û tenya basî «eḧmedîl» kirawe, bełam seyd ḧusên mukiryanî ełê wah sozanî duwem le 458 h.da wefatî kird û îbrahîmî kuřîşî ta 490 h ḧukmidar buwe.

zahîr waye ke le dewrî ḧikûmetî îbrahîmda tewrêz le dest ḧikûmetî řewadî derçuwe û kewtote jêr ḧukmî turkewe û ḧikûmetî řewadî tenya le meraẍeda dewamî kirduwe (alkamil, ciłdî 10, li 205).

emîr eḧmedîl

em zate be pêy înisqilopedyay îslam, kuřî îbrahîm kuřî ûاە sozanî řewadîy kurdîye û ebê ḧikûmetî meraẍe le teřef emewe zîndû kirabêtewe ke ta tarîxî 624 h dewamî kirduwe.

emîr eḧmedîl le sałî 505 h.da ke sułtan miḧemedî kuřî melîk شاە leşkirî kirde ser dewłetî řom, legeł emîranî tewrêz (sukman qutbî) û mûsił (emîr mewdûd) û be’zê umeray tir û ebulhîcay ḧakmî hewlêr, be leşkirî xoyewe îştirakî kird. le sûrye legeł serdarî melîkî qudis ke meşhûr «joslîn» bû, şeřî kird (tarîxî ḧeleb).

emîr eḧmedîl be sebebî wefatî sukman qutbîy ḧakmî dyarbekir û tewrêz, sûryey becê hêşt û geřayewe azerbaycan û meqsedîşî sendinewey mułkî bawik û bapîrî bû. îbin‌elcewzî ełê emîr eḧmedîl pênc hezar swarî xas û da’îmî hebû, warîdatî sałaney mułkî xoy, çwarsed hezar dînar bû.

le sałî 510 h.da «etabek tuẍtekîn»y ḧakmî şam be mîwanî hatbuwe beẍda bo lay sułtan miḧemed û bem munasebetewe, eẍłebî umera û ḧukmidaranîş hatbûne beẍda, emîr eḧmedîlîş le naw emaneda bû û le tenîşt tuẍtekînewe danîştibû. lew weqteda kabrayek hate jûrewe û kaẍezêkî be destewe bû, emîr eḧmedîl řast buwewe ke îstid’akey le dest wergirê, kabrake xencerêkî řûtî be destewe bû, hełmetî daye emîr û xencerêkî lêda. eḧmedîl girtî û day be zewîda. lew weqteda yekêkî tir hicûmî kirde serî û xencerêkî tirî lêda. xulase řefîqêkî tirîşyan peya bû û ewîş xencerêkî le emîr da û bem terḧe şehîd kira. tuẍtekîn way zanî ke eme be emrî sułtan kirawe, bełam le paşda me’lûm bû ke em qatłane batnîn (înisqilopedyay îslam; mi’cim albildan).

aq sungur eḧmedîlî

kuřî eḧmedîl bû û le dway wefatî bawkî, bû be emîrî meraẍe. le 514 h.da ke ḧakmî mûsił û azerbaycan, melîk mes’ûd, beramber be sułtan meḧmûdî biray, ’usyanî kird, qasim‌eldewle buzurgî, kone etabekî xoy bû, bo ḧakmîyetî meraẍe nard, bełam em ’usyane zû teskîn kira û le 515 h.da emîr eḧmedîl dîsanewe le beẍdawe bo îmaretekey xoy nêrrayewe. le ’eynî sałda, «emîr kun tuẍdî» [ke] le teřef sułtan tuẍrułewe ḧakmî eran bû, wefatî kird. aq sungur wîstî le lay sułtan xoy pêş xa û cêgey kun tuẍdî bigrêtewe. sułtan tuẍruł xeberî bo nard ke be dehezar kesewe le meraẍewe bête lay û bo zewtkirdnî ardewêł yarîyey bida, bełam em sefere bê netîce ma û lew beyneda sułtan meḧmûd be wasîtey cebûş begewe meraẍey dagîr kird.

le sîlsîley wa der’ekewê ke emîr aq sungurî eḧmedîlî le dwayîda dîsan legeł sułtan meḧmûd řêk kewtewe û kirawe be etabekî «dawid»y kuřî, ke welî’ehdî sułtan meḧmûd bû.

le sałî 523 h.da aq sungur îştirakî seferî ser «dubîs mezyad»y kird. sałî dwayî bo damezrandinî dawdî kuřî sułtan meḧmûd, zor fe’alyetî nwand. le 526 h.da leşkirî sułtan tuẍruł û leşkirî dawid le nizîk hemedan tûşî yektirî bûn û dawid be sebebî ’usyanî leşkirekeyewe neytiwanî beramberî bwêstê û legeł aq sungur eḧmedîlîda řaykird. sułtan tuẍruł meraẍe û tebrêzî dagîr kird.

le dway beynê, dawid û melîk mes’ûdî mamî û etabek aq sungur çûne beẍda û lewê xelîfe yarîyeyekî zorî dan. nîhayet melîk mes’ûd û dawid û aq sungur be leşkirêkewe řûyan kirde meraẍe û lêre be mi’awenet û nifûzî eḧmedîlî, meraẍe û azerbaycanyan be tewawî dagîr kirdewe. le dway eme řûyan kirde hemedan û quwetî tuẍruł sułtanyan lew layeş derpeřand û hemedan kewte jêr ḧukmî melîk mes’ûdewe. bełam le weqtî girtinî em şareda aq sungur eḧmedîlîş wekû bawkî, le teřef batnîyêkewe kujra (527 h) û em qatîleş le teřef wezîrî sułtan tuẍrułewe bo em cînayete te’îyn kirabû.

aq sungurî duwem

aq sungurî duwem kuřî aq sungurî eḧmedîlî ewwełe, bełam be’zê le mu’errîxîn be çend nawêkewe basyan kirduwe. dujminî em emîre, «uzbek kuřî balnîkarî»y dostî sułtan mes’ûd bû ke bo zewtkirdnî eran û azerbaycan hewłî eda.

emîr uzbek le sałî 541da meraẍey muḧasere kird, le sałî 545da sułtan mes’ûd bîlzat xoy be leşkirewe hate ser meraẍe û girtî û qełakey řûxand bełam zorî pê neçû uzbek le ber qełay «řwîn‌diz»da legeł aq sungur aşt buwewe. kujranî uzbek le sałî 547da le teřef sułtan miḧemedewe buwe sebebî ’aczî emîr îldigiz û emîr aq sungur. em dû emîre melîk silêmanyan le cêgey sułtan miḧemed le ser textî hemedan dana. bełam sułtan miḧemed tîkirar ḧikûmetî hênayewe jêr çingî xoy û pyawî narde lay dû emîrî azerbaycan (îldigiz û aq sungur) û wîstî legełyan řêk bikewêtewe, le 549da le beynda sułḧ kira û wiłatî azerbaycan le beynî ew dû emîre gewreyeda beş kira.

sułtan miḧemed le pêş mirdinîda melîk dawdî kuřî biçûkî xoy, xiste jêr ḧîmayey emîr aq sungurewe, çunke sułtan erselanîş le jêr wesayetî emîr îldigzida bû. be fîkirî damezrandinî em kuře, pehlewan kuřî îldigiz be leşkirewe çuwe ser emîr aq sungur, bełam emîrî meraẍe be yarmetîy şay ermen, le qeraẍ çemî sifîdřûd pehlewanî şikand (557 h) û le dwayîda 5000 kesîşî nard be îmdadî ḧakmî řeyewe ke legeł îldigzida şeřî ekird, bełam îldigiz şikandinî.

zahîr waye ke le paş beynê, îldigiz û aq sungur aşt bûnewe, çunke le seferî îldigiz bo ser wiłatî gurcî, aq sungurîş yarîyey dawe. emîrî meraẍe le sałî 560 h.da çuwe beẍda û lewê mezherî şukiran û lutfî melîk dawdî meḧmîy buwe.

le ’eynî sałda pehlewan, emîr aq sungurî le meraẍeda muḧasere kird, bełam zû aşt bûnewe. derḧeq be dwayî eḧwałî emîr aq sungur, me’lûmatêkî řêkupêk nîye; tenya îbnî esîr ełê le 564da emîrî řey (înyanc) kujra û «qutluẍ»y biray aq sungur qyamî kird û etabek pehlewanî kuřî îldigiz, qutluẍî teczye kird û ḧikûmetî meraẍey da be ’ela’eddîn û řukneddînî biray.

leme wa ḧałî ebîn ke emîr aq sungurî duwem wefatî kirduwe û çwar kuřî hebuwe. le beynî aq sungurî sêyem û qitliẍida şeř û herayekî zor bû û le ser eme, pehlewan kewtote beynewe û ḧikûmetekey dawe be dû kuřî biçûkî aq sungurî duwem û dû birakey tirî meḧrûm kirduwe.

îbnî esîr le sałî 570da basî felekeddînî ḧakmî meraẍe eka, kuřezay aq sungurî duwem buwe û bawkî, ḧiqûqî ḧakmîyetî xoy bo terk kirduwe. le zemanî em emîreda pehlewan dîsan hatote ser meraẍe û řwîn‌diz û be şertî terkkirdnî tewrêz bo xanedanî îldigiz, le beyna sułḧ kirawe.

leweş wa der’ekewê ke ta ew weqte (570 h), tewrêzîş le jêr ḧukmî meraẍeda buwe û hemû muḧîtî çyay şeḧind (= sehend) be dest xanedanî eḧmedîlîyewe buwe.

le dway eme, wiqû’atî 30 sałêk gume, tenya basî îtîfaqêkî emîrî meraẍe, ’ela’eddîn beg, le 602da legeł emîrî hewlêr, mizefereddîn gugbirîda kirawe û meqsedîş leme zewtkirdnî azerbaycan le ebûbekirî îldigiz buwe. leşkirî muttefîqîn řûy kirdote tewrêz, lewlawe emîr ebûbekir, ’ebdî qedîmî xanedanî îldigiz, ay tuẍmişî bo mi’awenet bang kirduwe, le dwayîda mizeferedîn gugbirî geřawetewe hewlêr û ay tuẍmişîş le şwên ’ela’eddîn begewe ta berdemî meraẍe hatuwe. le paşda ’ela’eddîn beg mecbûr buwe ke qełakey ewê, ke sebebî nîza’î terefeyn buwe, terk bika û beramber beme şaranî wirmê û oşno (=şino)y dirawetê.

le sałî 604 h.da ’ela’eddîn beg ke îbnî esîr qeresungurî pê ełê, wefatî kirduwe û kuřêkî biçûkî le paş becê mawe, pyawêkî aza û sadqî ’ela’eddîn beg em kuřey ḧîmaye kirduwe, bełam em kuře le 605 h.da mirduwe û ebûbekir îldigiz le dway eme hemû mułkî eḧmedîlî dagîr kirduwe, ke tenya řwîn‌diz mawetewe ke ewîş be dest pyawe sadqekey, ’ela’eddîn begewe bû.

zor řenge ke ew ’ela’eddîn begey le teref şa’îr «nîzamî»yewe le «hefit peyker»da mediḧ kirawe, ’ela’eddîn begî ḧakmî meraẍe bê û nîzamî basî dû kuřî ’ela’eddîn beg eka ke nawyan nesreddîn miḧemed û eḧmed buwe, bełam eger legeł beyanatî el’esîrda muqayese bikirê, ebînrê ke em dû kuře herdûkyan le pêş ’ela’eddîn begda mirdûn.

ḧikûmetî xanedanî eḧmedîlî, beynêkîş le teref afretewe îdare kirawe. le 4y seferî 618 h.da leşkirî meẍol geyştote em nawe û meraẍeyan be zor dagîr kirduwe. şarekeyan wêran û tałan kirduwe û sûtandûyane û xełkekeşyan kuştuwe. bełam melîkey meraẍe ke le qełay řwîn‌dizda buwe, lem bełaye necatî bû.

axir netewey xanedanî řewadî, em melîkeye ke kuřezay ’ela’eddîn beg buwe û nawî «min hwadad» bû, le dway çend sałêk le řwîn‌dizda şûy kird be kuře keř û lałekey îldigiz uzbek. le dway geřanewey celaleddîn le ’êraq, em melîkeyey mare kirduwe û řwîn‌dizîşî kewtote dest (înisqilopedyay îslam, ciłdî 3, li 280, 279).

bem terḧe le dway ḧikûmetêkî çwarsed sałî, xanedanî řewadîy kurd le naw çuwe.