ḧikûmetî dostekî

From the Book:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
By:
Muhammad Amin Zaki (1880-1948)
 12 minutes  802 views

řêkxerî em ḧikûmete, baz ebu şuca’î {fn|seyd ḧusên mukiryanî be gwêrey be’zê asarî destuxet ke tenya le lay xoy me’lûme îdî’a eka ke bawkî baz, ře’îsî ’eşîretî ḧemîdî buwe, beynêk le ’eşîretekey torawe û çote dyarbekir û baz le 324 h.da lew şareda hatote dinyawe û le 345 û 346da beşêkî wiłatî cezîre û şaranî mes’ûd û bitlîsî zewt kirdiwe û şeş sałêk dway eme melazgird û mako û dêhatî dewrî gomî wanî girt û le cêgey şarî ’adliciwazda şarî شاەبازیشی binaẍe na û em şare le dway eme ke kewte dest melîk ’adłî eyûbî, nawî gořa û bû be ’adliciwaz. le 355 û 356da ercîş û dû sał dway eme dyarbekir û myafarqîn û řehayşî dagîr kirduwe û wêřay [em şarane], ḧesen‌kêf û cezîre û botan û sirûc û nesîbînîş bûne tebe’ey.

ebu şuca’ dyarbekirî kirde merkez û le teřef xelîfey beẍdawe ’înwanî ebu şuca’î diraye û le 360da dû new’ sikey be nawî «şuca’î»yewe lêda. le 364da beşêkî «ḧekarî» û «kawaş» (= erdeşt) û le dwayîşda qełay wanîşî girt. le sałî 367da û le şeřî beynî ’ezdudewle û ḧemdanîda yarmetîyekî leşkirî bweyhî kird û ke ’ezdudewle hate mûsił, çuwe lay û ’ezdudewle ke çawî be baz kewt, lêy siłemîyewe û wîstî be dizîyewe le nawî berê. bełam baz ferqî be diłpîsîy ’ezdudewle kird û be dizîyewe le şar derçû û xoy geyande leşkirekey.

ebu şuca’ le dway wefatî ’ezdudewle le sałî 372da le ẍerbî mûsłewe le mewqî’î zengarda leşkirêkî ko kirdewe û wîstî biçête ser mûsił. semsam‌eldewle, ebu se’îd behramî be leşkirêkewe narde serî û le 383da şeřêkî munasîb qewma û leşkirî bweyhî şikand û ebu şuca’ ta dewrî mûsił hat û legeł pyawmaqûłanî şarekeda kewte qise û bas û sê mangêk mołetî dan, beşêkî leşkirekey le qomanday emîr ’elî ḧakmî «fênk»da becê hêşt û xoy geřayewe dyarbekir (pêşkewtin, 6).} kuřî «dostek»e. saḧêbî «tarîxî mûsił» ełê: «baz elkurdî ebu ’ebdułła ḧisên kuřî dostek»y emîrî ’eşîretî ḧemîdîye bû. kunyey ebu şuca’e û be gwêrey îbnî xeldun, ebu ’ebdułła ḧisên biray buwe. baz yaxud «bad» zor bexowe û besam buwe, asarî zeka û dehay têda bû. meřî eleweřand û zor sexî‌tebi’ buwe, dayme keremî be feqîr û hejar ekird. nawbangî necabet û keremî zû bew naweda biław bowe û beynê cerdeyî kird û herçî dest ekewt, be ser hawdeng û řefîqanda dabeşî ekird. bem terḧe xełkêkî zorî lê ko bowe û berzî û îqbalî, řoj be řoj řû le zyadî bû.

em řîwayete lam waye hełbestirawe, çunke le eqił dûre kuřî emîrî ’eşîretêkî gewre, şwanî û cerdeyî bika, çunke em new’e îşane le îḧtyacîyewe îxtyar ekirê û kuřî emîrî ’eşîret lew new’e îḧtyace be zahîr ebê dûr bê. ḧeqîqet eweye ke baz ebu şuca’ berebere da’îrey nifûzî xoy tewsî’ kird û leşkirêkî başî pêkewe na û etrafî zewt kird û ewendey pê neçû hełîkutaye ser ermenîye û ercîşî zewt kird û em şare ewweł şarêke ke dest baz kewtuwe. le dway eme zyatir ẍelebey send û řûy kirde dyarbekir. ew şareşî legeł myafarqîn û etrafîda dagîr kird (alkamil, ciłdî 9, li 15).

îş û karî baz ebu şuca’, dayme řû le çakî û pêşkewtin bû û muḧtemele ke her wekû seyd ḧusên mukiryanî ełê, be sebebî be’zê ’adatewe, meselen wekû yarmetî bo leşkirî bweyhî û bo şikanî teẍlebî ḧemdanî, munasebet û dostayetîyekî legeł ’ezdudewle peya kirdibê. waqî’en ke şarî mûsił destî bweyhîyekan kewt, ’ezdudewle hate em şare û baz ebu şuca’ bo dîdenî çû, ke le meclîs hate derewe, ’ezdudewle be ḧazranî gut: em emîre besam û beheybete bo ḧikûmet tehlukeye û jyanî zerere û hewłî bo girtinî da. bełam şah baz le ewweł nezerî ’ezdudewle ferqî be diłpîsî kird û zû le şar çuwe derewe û xoy geyande leşkirekey (zeylî kîtabî «ticarb alamim», li 84).

le dway eme ke ’ezdudewle wefatî kird (370 h), ebu şuca’ wiłatî nesîbînîşî dagîr kird û ta dewrî mûsił nifûz û ḧukmî eřoyşit. em ḧałe buwe sebebî tirs û xofî semsam‌eldewle û le îdarey ebu se’îd behram kuřî erdeşîrda leşkirêkî narde serî, شاە baz çû be pîr em leşkirewe û şeřêkî qurs qewma û ebu se’d zor xirap şika û zorî umera û gewrey leşkirî bweyhî be dîl gîra.

le ’eynî sałda semsam‌eldewle leşkirêkî bequwettirî ḧazir kird û le îdarey ebulqasim kuřî ḧacbida nardye ser ebu şuca’. dû leşkir le dołî xapûrî ḧisênîyeda û le mewqî’êkda ke be baclaye meşhûr bû, berengarî yektir bûn û şeřêkî qurs le beynda qewma û dîsan leşkirî bweyhî şika û zorî lê kujra û be dîl gîra. ewey derbaz bû, xoy geyande mûsił {fn|derḧeq bem şeře şa’îr ebu ḧisên başnewî ełê:

bimaclaya ciluna ’ine ẍimẍimة / û niḧin fî alru’ cila’un lilkirb

albişniwîة ansar lidultikim / û lîs fî za xifa fî ali’cim û al’irb

ansar «bad» yarcîş û şî’te / bizahir almusil aliḧdiba’ fî ali’tib} . ebu şuca’ dîlekanî narde dwawe û xoşî be leşkirewe be şwên beqayay deylemîda hate dewrî mûsił. xełkî şareke çunke le zułim û te’day deylemî bêzar bûbûn, em ḧałeyan be firset zanî û deylemîyekanyan qebûł nekird û be ’eksewe şarekeyan teslîmî ebu şuca’ kird.

شاە baz le dway cêgîrbûnî le mûsłida, destî kird be kokirdinewey leşkir û tedarekatî şeř. eywîst beẍda û meqamî xelafet le teselutî deylemîyekan řizgar bika. semsam‌eldewle ke xeberî bîst, kewte tirsewe û leşkirêkî zor bequwetî ko kirdewe û teslîmî «zyar kuřî şehrakuye»y kird, ke here meşhûr qumandananî deylemî bû. zyar lem leşkirewe řûy kirde mûsił. wa dyare ebu şuca’îş be leşkirewe hatuwe be pîryewe û le beynda şeřêkî zor qurs bû, le netîceda ebu şuca’ şikar û zor telefatî da û gelêkîşî lê be dîl gîra .

ebu şuca’ le dway şikanî, geřayewe dyarbekir. zyar, qołî leşkirî le qumanday se’d ḧacbida bo ser cizîre û qołêkî tirîşî bo ser nesîbîn nard, bełam em dû leşkire ’usyanyan kird û neçûne ser ebu şuca’. wezîrî semsam‌eldewle ke way zanî, legeł se’di’eldewley ḧemdanî ke ḧakmî ḧeleb bû, kewte muxaberewe û be şertî eme ke dyarbekirî bidatê, nardye ser ebu şuca’, bełam leşkirî ḧacb hîçî pê nekira û geřawe. se’di’eldewle ke way zanî, wîstî be fêł, baz le naw berê û fîda’îyekî narde serî û em kabraye herçonê bû, xoy kutaye naw leşkirî bazewe û şewê be dizîyewe xoy hawîşte naw xêwetekey bazewe û be şipirzeyî şîrêkî da le qaçî û řaykird. baz le dway beynêk ke birînekey çak buwewe, legeł zyar kewte muxaberewe û be şertê ke nîwey tor’abdînşî be destewe bimênê, sułḧî kird. zyar le dway eme, se’d ḧacbî be quwetêkewe le mûsłida becê hêşt û xoy geřayewe beẍda .

شاە baz le 377 h (987 m)da dîsan leşkirêkî zorî ko kirdewe û řûy kirde mûsił. tesaduf lew beyneda se’d ḧacb le naw çû û şeref‌eldewley melîkî beẍda, eba nesir xwaşazey nardibû bo ḧakmîyetî mûsił. eba nesir ke geyşte mûsił û zorîy leşkirî bazî bîst, komekî le şeref‌eldewle dawa kird. bełam شاە baz tengî pê hełçinî û mecbûrî kird ke murace’etî ’erebî îbnî ’eqîl û îbnî nemîr bika. waqî’en şeřkerêkî zor lem dû ’eşîrete legeł leşkirî deylemî yekdigîr bû. ebu şuca’ le îdarey birakeyda qołêkî narde seryan, bełam bê fa’îde bû, şika û biray ew şuca’îş kujra .

le sałî 379da dû kes le kuřanî ḧemdanî le sûryewe hatin û leşkirêkyan le ’erebî benu ’eqîl û benu nemîr ko kirdewe û wîstyan bêne ser mûsił, bełam neyanwêra û le paşda penayan birde lay miḧemedî kuřî museyeb ke emîrî benu ’eqîl bû. xełkî mûsłîş be dizîyewe legeł ebu tahîr îbrahîmî ḧemdanîda řêk kewtibûn. be gwêrey îtîfaqî beynî îbnî museyeb û kuřanî ḧemdanî, mûsił û etrafî bo ḧemdanîyekan û nesîbîn û cezîreş bo îbnî museyeb bû.

leşkirî kuřî ḧemdanî le şerqewe, ’eşa’îrî benu ’eqîl le ẍerbewe řûyan kirde mûsił û xełkî mûsłîş kewtine serkêşî û ’usyan. leşkirî شاە baz le şerqî mûsłewe řûyan kirde leşkirî ḧemdanî, zoryan lê kuştin û bo teřefî ẍerbî şar şwênyan kewtin. lew weqteda xełkî mûsił derwazey şaryan le îbnî museyeb kirdewe û le piştewe hełmetyan daye leşkirî kurd. lem beyneda baz gila û le 2y cemadî sanî 380 h.da wefatî kird {fn|«alkamil» û «kitab ticar alamim, zeyl» em axîr şeře be new’êkî tir beyan eken: kuřanî ḧemdanî, muwsiłyan dest kewtibû. شاە baz wîstî le firset îstîfade bika û mûsił bisênêtewe. leşkirêkî zorî ko kirdewe û kurdî başnawîş yarîyeyan da. ḧeta şa’îrî merwanî, «ḧisênî başnawî» lew beḧseda gutûyetî:

albişniwîة ansar lidultikim / û lîs fî za xifa fî ali’cim û al’irb

ansar «bad» yarcîş û şî’te / bizahir almusil aliḧdiba’ fî ali’tib

شاەباز be leşkirewe le şerqewe řûy kirde mûsił. kuřanî ḧemdanî û îbnî museyebîş, beşêkî be naw şara řûyan kirde baz û le şet peřînewe. beşêkîşî (dû hezar swarî ’eqîl) le şîmalî mûsłewe le dîcle peřînewe û řûyan kirde leşkirî baz. ebu şuca’ ke em xeberey bîst, bo îslaḧî wez’îyetî ḧerbîyey xoy, wîstî nizîkî şax bikewêtewe. bełam lew weqte tengeda gořînî wez’îyet ordûy şiłejand û lew weqteda شاە baz wîstî be bê dabezîn le espekey, bîkujê û qaçêkî le awzengî hênaye derewe û xistye awzengî wiłaxekey tir. lew weqteda kewte xwarewe û gelê cêgey şika. ebu ’elî xuşkezay hate lay û pêy gut swar be ta bigeyne leşkir. baz gutî: êwe biřon, waz le min bênin, min tewaw bûm. ebu ’elî be na’îlacî becêy hêşt û legeł pêncised swarêkda řûy kirde çya û derçû. le dway emane yekêk le benu ’eqîl le naw kujraw û birîndarda çawî be melîk şuca’ kewt û nasîyewe; hêşta wefatî nekirdibû. ew bê’însafe serî biřî û serekey bird bo kuřî ḧemdan û le dwayîda meytekeşî nîşan dan. dest û qaçyan biřî û nardyan bo beẍda û baqî bedenîşyan le «bab alamare»y mûsłida hełwasî. em zułim û weḧşete xełkî mûsłî ’aciz kird û hawaryan kird ke zatêkî wa mucahîd, layeqî em mu’ameleye nîye. cesedekeyan dagirt û be merasîmêkî baş naştyan. eme delîlî muḧebbetî xełk bû. } û leşkirekeşî bê saḧêb mayewe û şika û geřanewe dyarbekir.