ḧikûmetî merwanî

From the Book:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
By:
Muhammad Amin Zaki (1880-1948)
 30 minutes  927 views

ebu ’elî ḧesen kuřî merwan kuřî dosteke(wifyat ala’yan, ciłdî 2). le dway emey ke le şeřî mûsłida le melîk şuca’î mamî, cwê bowe û legeł baqî leşkir geřayewe, xeberî lenawçûnî xałî bîst, xoy geyande qełay ḧesen‌kêf, ke mewqî’êkî zor meḧkem û le qeraẍ awî dîcle bû, jine deylemîyekey mamî lem qełayeda bû, xeberî bo nard ke mamî be’zê řaspêrî kirduwe û eyewê pêy biłê. amojnî biřway pêkird û qełakey lê kirdewe û çuwe lay û ’aqîbetî mamî bo gêřayewe û teklîfî lê kird ke şûy pê bika, amojnî qebûłî kird û bem terḧe em qeła meḧkemey be sûkî hênaye jêr ḧukmî xoy.

le dwayîda leşkirî biławey mamîşî berebere ko kirdewe û memleketî dostekî, wirdewrde bo xoy saẍ kirdewe û ewsa řu’esa û umeray kurdistan bebê şeř û ḧesadet îta’etyan kird û quwet û nifûzî řoj be řoj řû le berzî bû.

kuřanî ḧemdanî, ebu tahîr û ebu ’ebdułła le dway ẍelebey mûsił, wîstyan baqî wiłatanî dostekîş zewt biken. bem fîkire leşkirêkyan ko kirdewe û serî شاە bazîşyan legeł xoyan bird û řûyan kirde dyarbekir. wayan ezanî ke memleket bê saḧêbe û zû boyan zewt ekirê, bełam em ḧîsabeyan be ẍełet derçû. melîk ebu ’elî cêgey xoy baş qaym kirdibû û pişêwî le nawda nehêştibû. leşkirêkî bequwet û muntezemî pêkewe nabû. le layekî tirîşewe zułim û xirapey ḧemdanîyekan derḧeq be miskênî ew nawe û mu’ameley bê‌şer’yan, xełkî siłemandibowe û zyatir îşî melîk ebu ’elîy sûk kirdibû.

nîhayet ebu ’elî be xoy û leşkirekeyewe řûy kirde leşkirî ḧemdanî û şeřêkî qursyan le beyna qewma û kuştarêkî zorî le berey ḧemdanî kird û zor xirap şikandinî û legeł ebu ’ebdułła gelê lutfî nwand û hîç xirapey derḧeq nekird û berełay kird. ebu ’ebdułła çuwe lay ebu tahîrî biray, ke lew weqteda legeł muḧaserey dyarbekir meşẍûł bû û nesîḧetî kird ke legeł kuřî merwanda řêk kewê, çunke zeḧmet bû dereqetî bên, bełam ebutahîr gwêy nedaye qisey birakey û le şeřda dewamî kird û le ’erebî benu ’eqîl û nemîr quwetêkî zorî pêkewe na, ebu ’ebdułłay biraşî naçar ma û yarmetîy da.

ebu ’elî be leşkirêkî başewe le 11y seferî 381da řûy têkirdin û dû leşkir berengarî yek bûn û şeřêkî gewre û beşîddetyan kird, berey ḧemdanî emcareş xirap şikan û perêşan bûn.

ebu ’ebdułła emcareş be yexsîr gîra, bełam ḧurmet û ’îzetî carî pêşûy nedî û cezay sipłeyî xoy kêşa û fiřê diraye ḧepsixaney dyarbekir, tûşî mi’ameleyekî beşîddet bû. layeqî em mu’ameleye bû çunke şertî pyawetî nebû ke beramber be ’efu û mu’ameley başî ebu ’elî, def’eyekî tir şîr le řûyda hełkêşê, le dwayîda melîkî mîsir kewte beynewe û çend melayekî be dyarîyewe narde lay. ebu ’elî neywîst tikay padşay mîsir bişkênê û be şertî emey îtir le xakî kurdistan û ’êraqda nemênê, azadî kird û legeł melakanî mîsirda nardî bo ḧeleb.

bêynewe ser ebu tahîr ḧemdanî; ewîş le dway şikandin û perêşanî, řaykirde nesîbîn, lewê dostî qedîmî, miḧemed kuřî museyebî emîrî benu ’eqîl, bêdesełatî û bêhêzîy ebu tahîrî be firset zanî û xoy û ’elî kuřî û «muz’ifir»y emîrî benî nemîr, ye’nî muttefîqî pêşûy girt û hemûyanî kuşt û le dwayîda çuwe ser mûsił û ewêşî dagîr kird û nûsî bo sułtanî beẍda ke beha’’eldewle bû û tełebî te’îynî ḧakmêkî bo mûsił lê kird û le beẍdawe mizefer ebu elḧesen ’ebdułła nawêkî bo nêrra û em ḧakme be ẍeyrî kokirdinewey warîdat hîçî be destewe nebû, baqî emir û nehî le dest miḧemedî kuřî museyebda bû.

melîk ebu ’elî be řûxoşî û ’adłî şoretî send û ře’yetî zor xoş dewîst, tenya xełkî myafarqîn be’zê bê‌îta’etî û muqabeley me’mûranî ebu ’elîyan kird. melîk řojî cejin çuwe seryan û hemû le dewrî şarda û le cêgeyekda ke musellayan pê egut, ko bûnewe û le paşda melîk derkî şarî lê girtin û dem‌řastî şareke (eba elseqir)y girt û le dîwarî qeławe fiřêy daye xwarewe û dest û pêwendekeşî girt û ḧepsî kird û xełkî şarekeşî derkird (alkamil, cuz’î 9).

înisqilopedyay îslam, ciłdî 2 ełê melîk ebu ’elî, ḧukim û nifûzî xoy geyande xêłat, melazgird, ercîş û ta wiłatanî şîmalî şerqî gomî wan, le cîhetî řojawawe beynêk ta urfeş hat û ta muddetêk em şareşî le jêr ḧukmida bû, em şarey le 381 h.da le seferî sûrîyeyda le împiratoryetî řom (basbilî duwem) zewt kird.

melîk ebu ’elî ḧesen le 387 h.da kiçî se’di’eldewley kuřî seyf‌eldewley ḧemdanîy ḧakmî ḧelebî mare kird û nawî em kiçe «sit alnas» bû û le ḧelebewe be bûkî boy nêrra, wîstî şayî le dyarbekirda bika, gewrey ehalîy dyarbekir ke «’ebdi’elber» nawêk bû, tirsa ke melîkî merwanî ewey [be] xełkî myafarqînî kirdibû, bewanîşî bika, bem fîkire sû’î qesdêkyan bo tertîb kird û ke hate naw şarewe, le teřef îbnî demne naw şerîrêkewe kujra û le dwayîda xełk wekû lafaw řûyan kirde myafarqîn û be’zê le muşewqîn çawyan le meqamî melîkî bû, bełam muḧafîzî qeła le fikiryan geyşit û pêy gutin eger melîk saẍe, legełî dêne jûrewe, eger le naw çuwe, le hemû kes layqitir bo cêy, mumehîd’eldewle ebu mensûrî birayetî. ewendey pê neçû mumehîd’eldewle geyşte ewê û le cêgey ebu ’elî bû be padşa {fn|seyd ḧusên mukiryanî dway sełtenetî ebu ’elî be new’êkî tir basî eka û ełê: ’elî شاە le teřef xelîfey ’ebasîyewe ’înwanî «fexir’eldewle»y diraye û ta sałî 319 h legeł kuřanî bweyhîda řêk bû, xutbey be nawî xelîfey ’ebasî, elqadir bîllawe exwêndewe.

le sałî 403 h legeł şeref‌eldewley bweyhî çûne ser ’erebî benu esed û qirwaş. şewî cum’e 11y sefer, fexir’eldewley melîkî dyarbekir le naw xêwetêkda kujra û kes neyzanî qatłekey kêye. le ser em ḧadîseye leşkirî kurd geřayewe û mûsłîşî çoł kird û hatewe dyarbekir.

(seyd ḧusên lem tarîxaneda û le exlafî ebu ’elîda xîlafî «alkamil» û «înisqilopedya» basî kirduwe.)} .

ebu se’îd mensûr mumehîd’eldewle

ebu mensûr le dway wefatî شاە baz geřayewe myafarqîn û ta wefatî ebu ’elî, ḧakmî ew nawe bû. le dway ḧadîsey wefatî ebu ’elî, le myafarqînda hate em qełaye û bû be padşay memleketî merwanî û be gwêrey tarîxî ebulfîda’ ta tarîxî 402 h ḧikûmetî kirduwe.

derḧeq be ḧadîsatî zemanî em ḧukmidare me’lûmat zor keme, tenya le «alkamil»da basî axir sałî û lenawçûnî bem terḧe kirawe:

ebu mensûr mumehîd’eldewle sikey hebû, be nawî xoyewe xutbey exwênrayewe. «şirwe» kuřî mame naw dostêkî hebû û ḧakmî wiłateke bû. ẍułamêkî bû ke mudîrî polîs bû, mumehîd’eldewle ḧezî le çarey ne’ekird û ewîwîst bîkujêt, bełam leber xatrî aẍakey wazî lê hênabû, ẍułameke le nefretî ebu mensûr agadar bû, wirdewrde beynî aẍa û melîkî têkda.

şirwe le qełay «hitax»da zyaretêkî bo ebu mensûr kird, em qełaye mułkî şirwe bû. ke ebu mensûr hate ewê, be gwêrey řaspêrîy şirwe le teřef muḧafzanî gurcîyewe hicûmî kiraye ser û kuştyan (402 h).

le paş eme, şirwe le mał hate der û amozay mumehîd’eldewleşî girt û zincîrî kirde pêy û gutî eme emrî mumehîd’eldewleye, le dwayîşda řûy kirde myafarqîn û be çarxan û usûlî melîkî, geyşte berdemî qełake. muḧafzekan wayan zanî ke beřastî melîk hatuwe, destibecê qapîyan bo kirdewe û qełakey girt û bo qumandanî qełakanî tirîşî nûsî û bo îta’etî de’wetî kirdin û pyawêkîşî nard bo qełay arzin, ke xwace ebulqasmî muḧafzî bang bika. ebulqasim qełakey teslîmî ew pyawe nekird û hat bo myafarqîn. le nîwey řê xeberî kujranî mumehîd’eldewley bîst û geřayewe arzin û zû xeberî bo ḧakmî si’ird, ebu nesrî biray mumehîd’eldewle nard. ebu nesir le teřef mumehîd’eldewley birayewe be xisûs dûr xirabuwewe, çunke ḧezî le çarey ne’ekird û legełî zor xirap bû .

melîk ’adił nasir’eldewle eḧmed

em zate le 402 hîcrîyewe ta 453 ḧikûmetî kirduwe, le hemû xisûsêkewe here gewre û benawbangitrînî merwanîye û be «’adił» şoretî senduwe.

îbnî esîr ełê ke xwace ebulqasim, ḧakî erzin nardye şwênî katbekey lêy pirsî: le ’odey em îşe dêy yan na? emîr eḧmed gutî: bełê; le layekî tirîşewe şirwey sipłe quwetêkî nardibuwe serî, bełam le pêş geyştinî em quwete be si’ird, emîr eḧmed kewte řêge û çûbû bo erzin. şirwe zanîy ke îş xirape. lem beyneda bawkî mumehîd’eldewle le merwan, xoy û jinekey le erzin û le nizîk qebrî ebu ’elî bûn, xwace ebulqasim eba nasir eḧmedî birde lay bawkî û teklîfî kird ke swênd bixiwa ke be ’edalet ḧikûmet eka. qazîy erzin û çend şahîdêkîş ḧazir bûn. le paş em qewl û biřye, kilîlî qełay erzinî daye û wiłatanî tirî merwanîş yek le dway yek kewtine desî (alkamil, cuz’î 9).

melîk nasir (nasir’eldewle) le dway eme ke le ḧidûdî xoyda îş û karî memleketî be tewawî řêk xist û ’edałet û řefahêkî zor başî le hemû xakî merwanîda damezrand, le sałî 410 h.da bo estemboł û mîsir û beẍda sefîrî nard û mîr silêmanî kuřî kird be welî’ehdî xoy û le ser cizîre û botanî dana, xoyşî myafarqînî kird be paytext, bełam gelê car eçuwe dyarbekir û nizîk mangêk tya da’enîşt û carcar serî wan û ercîş û şaranî tirîşî eda.

xelîfey ’ebasî, elqadir bîlla, le sałî 408da leqebî «nasir’eldewle»y daye.

le sałî 415 h.da be sebebî dexaletî ebulqasim meẍirbî be melîk nasir’eldewle, legeł xelîfeda beynî têk çû, bełam le dway wefatî em ebulqasme (418 h), le myafarqînda dîsanewe řêk kewtinewe (alkamil).

le sałî 416da şarî řehay zewt kird. em şare be dest şexsêkî benî nemîrewe bû û le şarda wekîlêkî ’adił bû. her çonê bû, şêx behaney pê girt û kuştî, le ser eme xełkî şareke lêy bêzar bûn û be dizîyewe xeberyan nard bo nasir’eldewle û ewîş wekîlî dyarbekirî ke nawî «zink» bû, nardî bo řeha û girtî, le dwayîşda şêxî nemîr, be wasîtey salimî kuřî merwanîyewe tikay le nasir’eldewle kird û nîwey řehay dayewe, le dway eme ew şêxe ke nawî «’etîra» bû, bo çawpêkewtinî melîk nasir’eldewle çuwe myafarqîn. wizera’î nasir’eldewle nesîḧetyan kird ke em şêxe bikujê, bełam melîk qebûłî nekird. le dwayîda ’etîra çuwe řeha û wekîlî tya dana, wekîlekey melîk nasir, řojê zyafetî bo kird û le geřaneweda kuřî wekîlekey pêşûy ke kuştibûy, hełîkutaye serî û kuştî. ’eşîretî nemîr bo sendinî em xwêne, hełsan û zinkî wekîlî nasir’eldewle çuwe seryan û le şeřda kujra (418 h) û qełay řeha bem terḧe le des çû û le ser tikay sałḧ îbnî merdas, nasir’eldewe wazî lem şare hêna.

le 419da bedran kuřî muqelîdî ’eqîlî, be leşkirî ’erebewe çuwe ser nesîbîn, ew quwetî muḧafezeye ke le teřef nasir’eldewle nêrrabû, muqabeleyan kird, bełam şikan. nasir’eldewle zorî pê naxoş bû, sêyem carîş hezar swarî tirî narde nesîbîn û em quwete legeł muḧafzî qełake yekyan girt û «bedran»yan şikand û dwayan kewtin. zahîr waye ke le weqtêka ke em leşkire meşẍûłî tałan ebê, «bedran» egeřêtewe seryan û zor xirap eyanişkênêt û ta nesîbîn le kołyan nabêtewe. le dwayîda xeberî hatnewey «qerwaş»y biray bo mûsił bîstewe, çunke beynyan xirap bû, le tirsana dûr kewtewe (alkamil).

em bedrane le dway beynêk ke legeł qerwaşî biray, ke ḧakmî mûsił bû, aşt bowe, zaten lew weqteda beynî nasir’eldewle û qerwaş têk çûbû, sebebîşî eme bû ke nasir’eldewle legeł kiçî qerwaşda ke jinî bû, řêk nekewt û le ser tełebî bawkî, kiçekey nardewe mûsił.

qerwaş daway mareyî kiçekey kird ke 20 hezar dînar bû û nesîbînîşî bo bedranî biray û cezîreşî bo nefeqey kiçekey le nasir’eldewle tełeb kird. nasir’eldewle gwêy nedaye, le ser eme qerwaş leşkirêkî bo cezîre, yekêkî tirîş le qumanday bedranî biraya narde ser nesîbîn û xoşî le dwayîda legeł bedran yekdigîr bûn û nesîbînyan muḧasere kird, bełam bebê girtinî em dû şare, leşkirekey biławey kird. bedran ke em ḧałey dî, çuwe myafarqîn û řicay le nasir’eldewle kird ke nesîbînî bidatê. waqî’en nasir’eldewle em şarey pê bexşî û panze hezar dînarîşî bo mareyî kiçekey nard bo qerwaş û em de’waye biřayewe.

le sałî 422da şarî řeha be des îbnî ’etîr û îbnî şîblewe bû. îbnî ’etîr beşekey xoy firoşt be melîkî řom û bem terḧe leşkirî řom hate şarekewe, hemûyanî dagîr kird û zoryan le musułmanan kuşt. nasir’eldewle ke emey bîst, leşkirêkî narde ser řeha, le dway muḧasere û şikanî leşkirî řom, şarekey zewt kird. le paşda leşkirêkî tirî řom hat be îmdadewe û şarekeyan sendewe.

le sałî 426 h.da îbnî wesabî nemîrî, quwetêkî zorî ’ereb û řomî řehay ko kirdewe û řûy kirde memleketî merwan, nasir’eldewle leşkirêkî ko kirdewe û le etrafîşewe îmdadî bo hat. îbnî wesab ke em ḧałey çaw pêkewt, le tirsana geřayewe. nasir’eldewle kaẍezêkî bo melîkî řom nûsî û be sebebî řî’ayet nekirdinî be mu’ahedey sułḧ, ’îtabî lê kird û be muḧaserey řeha tehdîdî kird, bełam melîkî řom xoy bêxeber nwand û be’zê dyarî bo nasir’eldewle nard û ’uzirxahî kird û melîkîş wazî lê hêna.

le 427da quwetêkî legeł îbnî wesabda narde ser «sweyda’» û zewtyan kird. le dwayîda em leşkire hate ser řeha û ewêşî muḧasere kird. îmdadî melîkî řomî pya geyşit, bełam xirap şika û nîhayet şarekeş kewte dest îbnî wesab û qumandanî merwanî.

le sałî 432 h.da qewmî ẍez (= ẍaz) ke çend sałêk êranî merkezî û azerbaycanyan be qetił û tałan wêran kirdibû, řûyan kirde kurdistan, ’eşayrî hezbenî zor be şîddet muqabeleyan kird, bełam fa’îdey nebû, beşêkî ke le wirmê (= urmîye) bûn, řûyan kirdibuwe wiłatî ḧekarî û legeł kurdî ew nawe, kewtine şeřêkî qursewe, zułim û weḧşetî em qewmî ẍeze ḧeta afret û mindałîşî neparast. kurdekan xoyan kêşabuwe şax û çyawe, derbend û řêgeyan le ẍez berbest kirdibû, nîhayet şikandinyan û 1500 kesêkyan lê kuştin û zoryan lê be dîl girtin û le naw em dîlane ḧewt emîrî ẍez û sed kesêk le řu’esay hebû, hemû çek û sîlaḧ û wiłaxyan û ew tałaney ke pêyan bû, des kurd kewt û baqîşî le naw şaxudaxa biław bûnewe û tefrutûna bûn.

le ’eynî sałda îbrahîm neyalî biray sułtan tuẍruł, çû bo řey. ẍezî ew nawe le tirsî ew, wiłatî řey û cebelyan becê hêşt û le sałî 433da řûyan kirde dyarbekir û mûsił û be řêgey zor sextida be ser «zozan»da hatne ser cezîrey îbnî ’umer. berey ẍezî buqa û nasfilî û çend ře’îsêkî tir řûyan kirde dyarbekir û bazbida û ḧisênîye û pîş xapûryan tałan û wêran kird. berey ẍezî mensûr îbnî ẍezẍelî le teřefî şerqî cezîre bû, ebu elḧerb emîr silêmanî kuřî nasir’eldewle kaẍezî bo nûsî û teklîfî aştîy lê kird û pêy gut ta behar lêre emênyewe û le dwayîda eçî bo teřefî şam . mensûr řazî bû, le dwayîda ebu elḧerb zyafetêkî bo kird û ke hate cezîre, girtî û ḧepsî kird û le ser eme, leşkirekey biławey kird. qerwaşî ḧakmî mûsił û nasir’eldewle leşkiryan lê kirdin û legełyan kewtine şeř. ẍezekan hemû tałanekeyan becê hêşt û zoryan lê kujra. be’zê lem ẍezane bo tałan çûbûne teřefî nesîbîn û sincar. ke geřanewe, cezîreyan muḧasere kird. le paşda řûyan kirde dyarbekir û tałan û wêranyan kird. nasir’eldewle, mensûrî gewrey ẍezî le ebu elḧerbî kuřî send û be şertî çołkirdinî wiłatî merwanî, berî da û be’zê małîşî daye. bełam em qewme sipłe bûn, beramber bem şerteş le xirapekirdin wazyan nehêna û dewrî sincar û nesîbîn û xapûryan saf le saf tałan kird û qołêkîşyan çuwe ser mûsił û girtî. nasir’eldewle melîk eḧmed, kaẍezêkî bo sułtan tuẍruł nûsî û şikatî le weḧşet û şena’etî ẍez kird.

le sałî 439da esẍerî teẍlubî, peya bû. le dewrî ře’su’eyn leşkirêkî zorî ko kirdibuwewe û etrafî memleketî řomî tałan ekird. nasir’eldewle girtî û ḧepsî kird (alkamil).

le sałî 440da beynî kurdanî hemûdî (= ḧemîdî) û hezbenî têkçû. be gwêrey «alkamil» sebebî em têkçûne {fn|saḧêbî «pêşkewtin, neşryat 6» ełê sebebî têkçûnî em dû ’eşîrete qerwaş bû. nasir’eldewle emrî be ebulḧesen ’îskanî ḧakmî ’eqre kird ke biçête ser mûsił. qerwaş ke řwanî natwanê beramberî bwestê, be dizîyewe pyawî narde lay emîr ḧesenî mûşk. hezbenî ke saḧêbî qełay hewlêr bû, pêy gût ke eger şeř legeł emîr ’îskan bika, cezîre û zaxoşî edatê û bem fêłe em dû emîrî kurdey kird be gij yeka. nasir’eldewle komekî bo emîr ’îskan nard, qerwaşîş yarîyey emîr ḧesenî da. lem ḧirûbeda bû ke ’eşa’îrî ’ereb le qerwaş ’aciz bûn û le hemû layekewe kewtine serkêşî û ’usyan.

melîk ’ezîzî bweyhî ke le destî melîk «ebî kalîcaz» hełhatbû, penay birde ber nasir’eldewley merwanî.} eme bû ke le nizîk mûsił kurdî hemûdî, çend qełayekî wek ’eqre (akirê)yan hebû û ḧakmekeşyan ebu elḧesen kuřî ’îskanî hemûdî bû, gewrey ’eşîretî hezbenî, ebu elḧesen kuřî mûşk saḧêbî hewlêr û etrafî bû. em ḧakmî hewlêre birayekî hebû nawî ebu ’elî bû. emîr ebu elḧesen ’îskan, yarmetîy da ke hewlêr bigrê. waqî’en zewtî kird û ebu elḧesenî biraşî girt.

qerwaş ḧakmî mûsił, daway yarmetîy le ebu elḧesen ’îskan û ebu ’elî hezbenî kird ta biçête ser nasir’eldewle melîk eḧmedî merwanî. waqî’en ebu elḧesen ’îskan bîlzat xoy çû, emîr ebu ’elî hezbenî jin‌birakey nard, bełam lew weqteda beynî nasir’eldewle û qerwaş çak buwewe (alkamil, cuz’î 9).

le sałî 441da beynî mu’temed’eldewle qerwaş û birakey, ze’îm‌eldewle ebu kamil, têkçû. birazay, qureyş îbnî bedran îbnî muqelled, be îşaretî qerwaş çû be gij ebu kamlida û ẍelebey send. ebu kamil penay birde ber ebu elḧerb emîr silêman. nasir’eldewle bo ḧeqsendin le qerwaş emrî be ebu elḧerb da û kaẍezîşî bo emîr ebu elḧesen ’îskan nûsî.

leşkirî herdû la ko buwewe û řûyan kirde mûsił, le nizîk em şare, tûşî leşkirî qerwaş bûn û şeřêkî qursyan le beyna qewma. leşkirî qerwaş xirap şika, xoyşî kewte dest ebu elḧerb. emîr silêman, qerwaşî teslîmî ze’îm‌eldewley biray kird. ze’îm‌eldewle le tirsî quwet peyakirdinî kurd û ledest‌çûnî mûsił, qerwaşî bereła kird û nardye mûsił. ebu elḧerb emîr silêman, leme ’aciz bû û geřayewe wiłatî xoy.

le sałî 441da sułtan tuẍruł xeberî bo nasir’eldewle nard û teklîfî lê kird ke le xutbeda nawî bihênrê. melîk em teklîfey qebûł kird.

le ’eynî sałda melîkî řom, řicay le nasir’eldewle kird ke lay sułtan tuẍruł tewesut bika bo berdanî melîkî ebxaz. nasir’eldewle şêxul’îslam ebu ’ebdułła kuřî merwanî narde lay sułtan tuẍruł û em řicayey lê kird. sułtan tuẍruł le ber xatrî nasir’eldewle, bebê fîdye ew melîkey bereła kird û emeş buwe sebebî zyadîy î’tîbarî melîk nasir’eldewle û hedyeyekî zorî bo hat û le ber xatrî ewe, mizgewtî estembołîş te’mîr kirayewe.

le sałî 446da sułtan tuẍruł le azerbaycanewe řûy kirde melazgird [ke] be dest řomewe bû û muḧaserey kird. nasir’eldewle bem munasebetewe be’zê hedyey legeł leşkirêkda bo nard (alkamil).

ebu elḧerb emîr silêman le teřef bawkyewe ḧakmî wiłatî cezîre bû, be azayî û zebruzeng şoretî sendibû, pêyan egut ebu elḧerb. herçonê bû legeł emîr mûskî kuřî miḧlîda, ke gewrey ’eşîretî bextî (= bextîye) û saḧêbî be’zê qełay şerqî cezîre buwe, beynî têkçû û řiqî lê hełgirt û be zahîr muxaberey legeł kird û aştî kirdewe û wîstî ke kiçî ebu tahîrî beşnewî, saḧêbî «minîk»y lê mare ka. em ebu tahîre xuşkezay melîk nasir’eldewle bû, neywîst diłî emîr ebu elḧerbî xałozay bişkênê û řazî bû kiçekey daye û boy nard.

bem terḧe emîr mûsk le emîr ebu elḧerb emîn bowe û çuwe lay, bełam emîr sulêman girtî û ḧepsî kird. em xebere le weqtî ẍezay řomda geyşte sułtan tuẍruł û kaẍezêkî bo nasir’eldewle nûsî û şefa’etî bo kird, bełam lem beyneda emîr mûsk mird. ebu tahîr em mu’ameleyey zor pê naxoş bû û xeberî bo nasir’eldewle û emîr silêman nard û gutî: madam êwe etanwîst emîr mûsk bikujin, boçî kiçekey mintan kird be wasîte û mintan şermezar kird. em ’îtabe emîr ebu elḧerbî xiste endêşewe û zehrî da be ebu tahîr û ewîşî kuşt. le dway ebu tahîr, ’ubeydułłay kuřî, hate cêgey û emîr silêman bo celbî diłî, muḧîbetêkî zorî derḧeq nwand û bo aştibûnewe qeraryan le ser îctima’êk da; le beynî fênk û cezîreda, tûşî yek bûn û ’ubeydułła ebu silêmanî kuşt.

nasir’eldewle le dway em wiqû’ate emîr nesrî kuřî kird be ḧakmî cezîre, ta ḧeqî kakî bisênê. leşkirêkî zorîşî legeł nard. lem weqteda ḧakmî mûsił, quřeyşî kuřî bedran, be firsetî zanî û be leşkirewe çuwe ser cezîre ta zewtî bika. muxaberey legeł ’eşîretî bextîye û beşnewîş kird û ewanîş îtîfaqyan legeł kird û hemûyan řêgeyan be emîr nesir girt û şeřêkî qursyan le beyna qewma û kuştarêkî zor le her dû la kira, bełam be netîce emîr nesir merwanî şikandî û quřeyş be birîndarî geřayewe (447 h) (alkamil). em wiqû’ate eserî sû’î tedbîrî ebu elḧerb bû, nîfaqêkî xirapî xiste beynewe.

le 452 h.da melîk nesir’eldewle eḧmed wefatî kird û ’umrî le heşta berew jûr bû, penca û dû sał ḧikûmetî kird. xelîfey ’ebasî, elqadir, ’înwanî «nesir’eldewle»y dabûye. memleketî merwanî lem muddeteda zor baş muḧafeze û îdare kird û qedir û şerefêkî zor zorî bû, be dereceyekî wa ke bo kem melîk řêkewtuwe. carîye û sazende û newazendeyekî zorî bû, 500 mustefreşey bû. taqmî bezim û keyfî le dûsed hezar dînar qîmetî zyatir bû. bo fêrbûnî çêşt‌lênan gelê çêştikerî narde mîsir, le xizmetîda gelê kiçî padşahan hebû, cewherêkî beqîmet ke be «cebel yaqût» meşhûr bû, le melîk ’ezîzî bweyhî kiřîbû legeł sed hezar dînar be dyarî bo sułtan tuẍrułî nardibû. le cumley wezîranî, ebu elqasim meẍirbî û fexir’eldewley kuřî cehîr bû. řefah û se’adetî memleketî merwanî le zemanîda zor pêş kewt. şu’era û ’ulemayekî zorî lê ko buwewe (alkamil, cuz’î 10, li 7).

«tarîx alamim alaslamîة» ełê le hemû layekewe ’almanî benawbang řûyan kirde seray nasir’eldewle û le cumley em ’almane ebu ’ebdułła kazrûnî bû, ke mezhebî şaf’î le teref ewewe le kurdistanda biław kirawetewe. nasir’eldewle eḧmed, zor şu’era û ’ulema û ḧukemay xoş ewîst, exlaqêkî zor pak û biłindî hebû, (ciłdî 3, li 450).

şoretî, ebu nasir ’adił bû, zor xizmetî memleketekey kird û hemû kes xoşî ewîst (înisqilopedyay îslam). em melîke gewreye bo awedankirdinewey memleket zor se’î kirduwe û le myafarqînda zor asarî becê hêştuwe. qeła û xestexane û ḧemam û mizgewt û kitêbxaney têda dirust kirduwe. le derewey şarewe awî bo hênawe û baxçeyekî (park) tya damezrandibû, le şaranî tirîşda gelê asarî baş başî hênawete wicûd. şarî nasrîye ke le çwar firsexîyekey myafarqîn bû, eserî em ḧukmidareye (înisqilopedyay îslam).

qasim ebu nasir

le dway wefatî bawkî, be yarîyey wezîr fexir’eldewle cêgey girtewe û le 453we ta 472 ḧikûmetî kird. ewwełen emîr se’îdî biray lêy ’asî bû, şeř û de’wayekî daxłî berpa bû. bełam ebu nasir ẍelebey send û meqamî ḧukmidarîy muḧafeze kird û le paşda dyarbekirî daye emîr se’îd. le sałî 457da ḧeřan û sweyday ’elawey mułkî xoy kird. leqebî «nîzam‌eldewle»y diraye (înisqilopedyay îslam).

mensûr

kuřî emîr se’îde. le dway bawkî û mamî, hemû wiłatî merwanî hênaye jêr destî xoy. be řîwayetêk xutbey be nawî xoy û xelîfey fatmîy mîsrewe exwênd. le ber ewe xelîfey ’ebasî lêy ’aciz bû. nîhayet melîk‌şahî selcûqî le sałî 476da wiłatî dyarbekirî daye fexir’eldewley kuřî cehîr, ye’nî kone wezîrî melîk nasir’eldewle eḧmed. melîk‌şah quwetêkî daye û bo dyarbekirî nard, em fexir’eldewle sipłeye, ke zor nan û nimekî milûkî merwanîy kirdibû, řûy kirde dyarbekir. mensûr tełebî komekî le dirawsêkanî kird. şeref‌eldewle muslîmî kuřî quřeyş, ke ḧakmî mûsił bû, be leşkirêkewe çû bo yarmetîy mensûrî merwanî. fexir’eldewle ke em îtîfaqey dî, meylî aştî kird. çunke ney’ewîst legeł hawqewmî xoya şeř bika.

’eskerî turk ke wayan zanî, şewê be dizîyewe hełyankutaye ser leşkirî mûsił û kuştarêkî zoryan lê kird û hemû emwalyan tałan kird. şeref‌eldewle be hezar ḧał xoy geyande dyarbekir û fexir’eldewle be leşkirewe hat muḧaserey kird. şeref‌eldewle be wasîtey qumandanî turk, erteq, xoy necat da. îbnî cehîr dyarbekirî le muḧasereda hêştewe û řûy kirde myafarqîn û îmdadî tirîşî le melîk‌şahewe bo hat û zewtî kird. le paşda dyarbekirîş le sałî 478da û le dway ’usyanî ehalî, kewte dest îbnî cehîr.

melîk mensûr xoy geyande cezîre, lewê cêgîr bû, çend qełayekî ew nawe û botanî be destewe bû. kuřî cehîr, fexir’eldewle , lêreş wazî le axir ḧukmidarî welî‌nî’metî nehêna û leşkirêkî kirde ser û cezîreyan muḧasere kird. lem şareda xanedanêk hebû «benu wehban»yan ê egut û gewre û mu’teber bûn. derwazeyekî mexsûsyan le qełada hebû ke derwazey «bubye»yan pê egut, her zelamêk eytiwanî pya biřwa û le derî şarewe be pêpîlke boy ser’ekewtin. leşkirî fexir’eldewle em qapîyeyan şikand û çûne naw qełakewe û axîr melîkî merwanî, mensûrî bedbext lêreda gîra û xoy û ḧikûmetekey be tewawî le naw çû (îbnî esîr; ebu elfîda’).