ḧikûmetî salarye [le] azerbaycan

From the Book:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
By:
Muhammad Amin Zaki (1880-1948)
 15 minutes  708 views

memleketî azerbaycan, wekû le ciłdî ewwełda dîman, ta sałî 33y p.m. be dest ḧikûmetî madî biçûkewe bû, le dwayîda le teřef ḧukmidarî eşkanî, ferhadî çwaremewe zewt kira (tarîx ayran qidîm, li 156).

waqî’en ḧikûmetî eşkanî, îstiqlalî ḧikûmetî madî biçûk (ḧikûmetî azerbaycan)y le naw bird, bełam mîlletekey be tebî’etî ḧał û be gwêrey syasetî îdarîyey ew zemane, ’eşa’îrî madî biçûk dîsan le şikłî be’zê ḧikûmatî biçûk biçûkda îstiqlalî daxłîy xoyan le dest nedawe.

ḧeyf ke derḧeq be eḧwałî tarîxîyey heşt no ’esrî em îqlîmî azerbaycane şitêkî be tefsîl nazanîn, ḧeta mu’errîxîn û seyyaḧînî ’erebîş, ta mebadîy fitûḧatî îslam ewende basî em wiłateyan nekirduwe. le ber ewe, natwanîn weqay’î azerbaycanî dewrî îslam, legeł ḧadîsatî qedîmeyda, be tewawî řebit keyn. bełam le mecray ḧadîsatda wa der’ekewêt ke lem îqlîmeda ḧikûmetî gewre û serbexo danemezrawe û ta dewrî fitûḧatî îslam, dayme le beynî êran û ḧikûmatî řomay ẍerb û şerqida meydanî şeř û de’wa buwe.

tenya dû ’ulemay ’ereb basî azerbaycanyan kirduwe: yekêkyan îbnî xurdadîye ke le sałî 232h.da «tewrêz» (= tebrîz)y le jêr fermanî miḧemed elřewadîda dîwe.

seyyaḧ îstexrî ełê: le ’esrî sêyemî hîcrîda tebrîz, cibirdan (dî‌xwarekan) û oşno be dest ’eşa’îrî «redînî»yewe bû û emane mu’asrî ḧikûmetî sacdî bûn. paytextî ḧikûmet ewwełen meraẍe buwe û le dwayîda neqłî erdebîl (ardewêł) kirawe.

em madî biçûke le dewrî mîdyawe ta dewrî îstîlay turk, (ẍez û selcûq, 420 h) be dest kurd, ye’nî netewey qewmî madewe buwe.

herçende yaqût ḧemewî le «mi’cim albildan»da ełê: em wiłatî azerbaycane beynêk be dest turkewe buwe û le dwayîda keyxusrew, efrasyabî ḧukmidarî emanî kuşt û le naw çûn, bełam em řîwayete řast nîye û efsaneye û hemû eyzanîn ke efrasyab ḧukmidarî turkistan, ye’nî «mawra’ alinhir» bû.

’eynî eser ełê: em wiłate le 288 h.da kewte dest «yosif îbnî ebî elsac». le zemanî xelîfe muqtedirda, «munsî xadem» le yosfî sanduwe. le paşa dîsanewe kewte dest yosif le 316 h.da, yekê le qomandanekanî «wişmigîr»y ḧakmî «řey», ke «leşkirî îbnî merdî»yan pê egut û ḧakmî cîbal bû, hate ser azerbaycan û lem weqteda em wiłate be dest serdarî yosif, «dîsmî kuřî îbrahîm»y kurdewe bû.

dîsim:

leşkirî kuřî merdî, ke le 326 h.da hate ser azerbaycan, dîsim be leşkirewe řêy pê girt û le dway şeř, dîsim şika û le dway beynêk, şeřêkî tirîşyan bû, bełam emcareş tal’ musa’edey dîsmî nekird û be netîce, be ẍeyrî erdewêł, hemû azerbaycan kewte dest leşkirî. şarî ardewêł ke zułim û ẍedrî deylemîyan bîstibû, be we’dî leşkirî, tefreyan nexward û be şîddet mudafe’eyan kird û le dîsim komekyan xwast û bo te’eřuz, řojêkyan te’îyn kird; waqî’en lew řojeda xełkî ardewêł le qeła hatne derewe û řûyan kirde ordûy leşkirî.

le ’eynî weqtida «dîsim»yiş le dwawe hełîkutaye ser leşkirî û kuştarêkî zoryan lê kirdin. leşkirî, be hezar ḧał necatî bû û xoy geyande «muqan» û lewê «îbnî delule îsfehbend», be’zê leşkirî daye û bem quwetewe geřayewe ser dîsim. emcare dîsim xoy le şeř parast û xoy kêşaye dwawe ta geyşte awî aras û be belem lêy peřîyewe û belemekanîşî lew berewe bestewe. leşkirî, le şwênyewe geyşte aras bełam neytiwanî bipeřêtewe. le dway çend řojêk be’zê le deylemîyekan be şew le jûrtirewe peřînewe û le piřêka dayan be ser leşkirî dîsmida û şikandyan.

le dway eme, dîsim azerbaycanî becê hêşt û çuwe řey, lay «weşmigîr»y ḧakmî ewê û be şertê ke sałî sedhezar dînar be weşmigîr bida û xutbeş be nawyewe bixiwênêtewe, quwetêkî munasîbî daye û nardyewe bo azerbaycan.

leşkirî, neytiwanî beramberî bwêstê û wiłatekey becê hêşt û řûy kirde «zozan» û her awedanîyek le řêgeyda bû, tałan û wêranî kird, bełam le dwayîda tûşî ermenî hat û le naw çû. kuřekey, legeł quwetêkî kemda geyşte mûsił, lewê legeł ’ebdułła ḧusên kuřî se’dî ḧemdanî, leşkirêkyan hełgirt û řûyan kirde azerbaycan, bełam beramber be dîsim şikan û biław bûnewe û bem terḧe azerbaycan dîsanewe kewtewe dest dîsim.

beşî zorî quwetî dîsim, kurd bû. be’zê le deylemîy ordûy weşmigîrîş lay manewe. dîsim temaşay kird ke quwetî kurd û serkomarekanyan ẍelebeyan lê senduwe û zor qeła û şarîşyan girtote jêr dest, tirsî lê kirdin û wîstî beramber be ewan, quwetêkî deylemî peya bika; le ber ewe, xoy kird be teřefdaryan û be’zê le gewrekanyan wekû se’lûk û ’elî kuřî fezłî xełat kird û kirdinî be hawdemî xoy û wirdewrde ew şar û dêhataney ke be dest kurdewe bû, lêy sendinewe û ḧetta be’zê le pyawe gewrekanîşî girt û ḧebsî kirdin.

dîsim xoy xarcî mezheb bû û «ebulqasim ’elî kuřî ce’fer»y wezîrî, batnî û le xełkî azerbaycan bû, be’zê le duşminanî wezîr, dîsmyan lew ’aciz kird û dîsim heřeşey lê kird, ’elî kuřî ce’fer tirsa, le piřêka řaykird bo «tirim» bo lay miḧemedî kuřî musafîr.

’elî kuřî ce’fer ke geyşte ewê, dî ke muḧemedî musafîr legeł gewrekanya têk çuwe, merzeban û ûاە sozanî kuřî, hemû mułk û dêhatyan le dest senduwe û xoşyan le qełakeda hêştotewe. ’elî kuřî ce’fer ke em ḧałey dî, xoy xizande lay merzeban û tema’î zewtkirdnî azerbaycanî xiste pêş merzeban, ’elîy kird be wezîrî xoy û zû legełî řêk kewt; çunke xoy şî’e û ’elî kuřî ce’ferîş batnî mezheb bû, merzeban musa’edey kird ke bo neşrî mezhebî batnî, be aşkira hewł bida.

’elî kuřî ce’fer wirdewrde deylemîyekanî lay dîsmî tefre da û serkomarekanî kirde teřefdarî xoy. merzeban û ’elî pişt‌estûr bûn û be leşkirewe řûyan kirde azerbaycan. dîsmîş be leşkirewe hat be pîryanewe û ke tûşî yek bûn, deylemîyekan û beşêkî kurd le dîsim cwê bûnewe û hatne lay merzeban. dîsim îtir xoy řanegirt û legeł be’zê quwet, meydanî şeřî becê hêşt û çû bo wiłatî ermînîye. ḧakmî ew wiłate, «xacîkî kuřî dîranî», dostî bû û be řûxoşî qebûłî kird û dîsim desî kird be leşkir kokirdinewe le kurdan. lewlaşewe be şikanî dîsim, wiłatî azerbaycan, bêcge le tewrêz, hemûy bo merzeban saẍ bowe.

’elî kuřî ce’fer le paş beynêk wekû çon xyanetî le ḧeqî dîsim kird, le ḧeqî merzebanîş kewte xyanetewe û le weqtêkda ke le teřef merzebanewe nêrabuwe ser tewrêz, kaẍezî nûsîbû bo xełkî şareke ke merzeban tema’î kirdote mał û dewłetyan, boye ewî nardote seryan. înca ke wa bû, lazme xeber binêrin bo dîsim ke bêt be îmdadyanewe û ke ew hat, deylemîyekanî tewrêz bikujin.

waqî’en eşrafî tewrêz, bew terḧe ḧereketyan kird û ke dîsim řûy kirde tewrêz, beşê le kurdan ke le merzeban ’aciz bûn, lêy cwê bûnewe û bo lay dîsim řoyştin. merzeban ke way zanî, be leşkirêkewe řûy kirde tewrêz û le nizîk şarewe şeřêkî legeł dîsim kird û şikandî. dîsim, xoy hawîşte naw şarewe û merzebanîş muḧaserey kird. le paş beynêk dîsim be xoy û be’zê quwetewe, be şew le tewrêz hate derewe û çû bo ardewêł. merzeban quwetêkî bo muḧaserey tewrêz becê hêşt û legeł baqî leşkirîda şwênî dîsim kewt û ardewêłî muḧasere kird.

dîsim le paş ’elî kuřî ce’fer, ebu ’ebdułła miḧemed kuřî eḧmed elne’îmî kirdibû be wezîrî xoy. merzeban legeł em wezîre xa’îneda be dizîyewe kewte muxabere û tertîbatewe. îbnî elne’îmî xeberî bo nard û gutî min dîsim îqna’ ekem bo tełebî aştî, pyawmaqûłanî şar binêrête lay to; ke hatin, ḧepsyan ke û mehêłe bigeřênewe, ta dîsim teslîm ebê. waqî’en merzeban way kird û xełkî şareke bo selametî pyawmaqûłekanyan dîsmyan mecbûr kird ke teslîm bibê. waqî’en merzeban xirapey derḧeq nekird û le ser tełebî xoy, qełay «tirim»y bo texsîs kird, ke be xoy û ’a’îleyewe tyaya danîşê. bem terḧe heray dîsim biřayewe û ardewêłîş be mał û pareyekî zorewe des merzeban kewt û azerbaycan le řeqîb xałî ma.

dîsim muddetêk le «tirim»da bê ẍa’île wextî řabward, bełam le dway esaretî merzeban û hatnî leşkirî «bûye» bo ser azerbaycan, wah sozanî biray merzeban be umêdî emey ke îstîfade le quwetî kurd bika, dîsmî bang kird û legełî aşt bowe û mudafe’ey azerbaycanî xiste ’odey ew.

dîsim quwetêkî munasbî ko kirdewe û azerbaycanî xiste jêr îdarey xoyewe û bo muqabeley leşkirî buweyhî ḧazir kird. leşkirî buweyhî le qumanday miḧemed kuřî ’ebdulřezaqda bû.

îbnî mîskiweyh le ciłdî duwemî «kitab ticarb alamim»da û be gwêrey řîwayetî dîsim, em beḧse wa egêřêtewe:

miḧemedî kuřî ’ebdulřezaq katbêkî xorasanî hebû, zor lêy emîn bû, kirdibûy be wezîrî xoy û «kuřî meḧmûd»yan pê egut. em katîbey legeł quwetêkda nardibû bo teḧsîlatî azerbaycan, em katîbe herçonêk bû, be xoy û pare û leşkiryewe çuwe lay dîsim. miḧemedî kuřî ’ebdulřezaq lem xyanete kewte şubhewe û îtir ewende nema le azerbaycanda û geřayewe řey (342 h).

dîsim îş û karî îdare û wezaretî, teslîmî ebu ’ebdułłay ne’îmî û elseqrî gawir kirdibû, wirdewrde quwetî kurd û deylemî lê ko bowe û îdarey azerbaycanî girtewe dest xoy.

ewendey pê neçû ke merzeban le esaret necatî bû û «’elî kuřî mîşk ke le ḧepsixaney «řukin eldewle» řaykirdibû, hate lay wah sozan û îtîfaqyan kird ke dîsim derpeřênin.

dîsim agay le xelasîy merzeban nebû, wezîr ebu ’ebdułła le tema’karîy dîsim etirsa û bo xeyanet legełî, le firset egeřa. ẍanmî xuşkezay dîsmî tefre da û le erdebîl hate lay xałî û daway małî ebu ’ebdułła û katbekey lê kird û be leşkirî deylemî û xoyewe, meẍrûr bû. îbnî elne’îmî, be firsetî zanî, ’elî îbnî ’îsay katbî kuşt û hemû pare û emwalî dîsmî hełgirt û řaykirde lay îbnî mîşkî. lew weqteda dîsim le ardewêł nebû; ke em xeberey bîst, geřayewe ardewêł, quwetêkî ko kirdewe û çû bo şeřî ’elî kuřî mîşkî, ke tûşî yek hatin, berey deylemî xyanetyan legeł kird û çûne lay duşmin. dîsim legeł be’zê quwetî kurd, xoy geyande ermînîye û lewê xeberî zanî ke merzeban necatî buwe û hatotewe azerbaycan û ’elî kuřî mîşkî narduwe be şwênya. dîsim ke emey bîst, çû bo mûsił û lewêşewe çuwe beẍda bo lay «mu’îz eldewle», zor qedir û ḧurmetî girt û warîdatêkî sałaney pencahezar dînarî bo texsîs kird. dîsim bem terḧe muddetêk le beẍda û be řefah û řaḧetî, weqtî řabward. mu’îz’eldewle zorî xoş ewîst û «exî ebu salim»yan pê egut. le dwayîda xizim û dostanî le azerbaycanewe kaẍezyan bo nûsî û de’wetyan kird. dîsim xoy řanegirt, zaten le mi’awenetî mu’îz’eldewle me’yûs bû, çunke merzeban legeł řukin‌eldewle řêk kewtibû û xizmayetî peya kirdibû. mu’îz’eldewle le ber xatrî řukin‌eldewley biray, neywîst leşkir bida be dîsim, le ber ewe, dîsim le beẍdawe be umêdî mu’awenet çuwe mûsił lay nasir’eldewley ḧemdanî (343 h). beynêk bê fa’îde lewê mayewe, le paşda çû bo lay seyf‌eldewley ḧakmî şam. lewêş mu’awenetî nedî û geřayewe ermînîye lay xacîk û îbnî eldîranî. merzeban xeberî zanî û bo xacîkî nûsî ke bîgrê. xacîk gelê se’î kird, fa’îdey nebû. le paşda be mecbûrî girtî û teslîmî merzebanî kird. merzeban mîlî be çawa hêna û ḧepsî kird. le dway wefatî merzeban, le ḧepsixaneda kuştyan (345 h).