ḧikûmetî medya

From the Book:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
By:
Muhammad Amin Zaki (1880-1948)
 15 minutes  799 views

bawkî mu’errîxîn, meşhûr hêrodotî yonanî, derḧeq be esasî teşekulî ḧikûmetî medya muxteseren ełê : le dway eme ke ḧikûmetî asûrî, 520 sał le asyay jûrûda ḧukmiřan bû, qewmî medya le pêş tabî’anî tirî asûrîda, îxtîlalî kird û le muḧarebeyekda be tewawî îstiqlalî xoy girte dest û baqî eqwamî tabî’ey tirîş çawyan le medya kird û hemûyan yek le dway yek serbexo bûn.

le dewrêkda «dîwses» (keyqubad) naw pyawêk, le naw qemî medda peya bû. kuřî «fira’urit» û kwêxay dêyek bû. zor ’aqił bû, «medya»yiyekan bo de’wa û îş ehatne lay û pirsyan pê ekird û bem terḧe le naw hemû medyada şoretî peya kird. le dwayîda witî eger da’îre û me’îyetim bo řêk nexen û nemken be gewrey xotan, îtir de’watan bo ḧel nakem û nesîḧettan nademê. qewmekey em şertaneyan qebûł kird û ke bû be ḧakim be seryanewe, dêhatekanî pê çoł kirdin û şarî «eqbatan = hemedan»y pê dirust kirdin û em şarey kird be paytextî xoy û le 53 sał ḧukmidarî, kuřekey ke nawî «fura’urit» bû, hate cêgey û bem terḧe ḧikûmetî mîdya damezra.

welḧał em řîwayete ewende řast nîye. wetenî esłîy qewmî «med», pilatoy êran bû û řenge legeł qewmî dwayî êranda xizim bin û lîsanyan muḧtemele lehceyekî êranî bûbê. esasen geřok bûn, bełam le şax û kêwanda berebere cêgîr bûn û ’urf û ’adetî şaryan qebûł kird. şaranyan le ser şaxêkî ḧakim be ser dołêkda dirust ekird. ḧeyatêkî sadey ’eşayrîyan bû. le cedwelî esmay em qewmeda, çend gewrey ’eşîretêk beşoret bûn, hîç dêyekyan be ser dêyekî tira ḧakim nebuwe, hemûyan le ḧiqûq û sełaḧîyetda musawî bûn. nawyan wekû nawî êranîyekan bû le îfade û me’nada, qiseyan wekû qisey ’eşa’îrî kasî wa bû. le naw îsmyana îşaretî «ahûramezda» hîç nebû. lemewe wa der’ekewê ke ayînî zerdeştî le dwayîda le naw em qewmeda cêgîr buwe.

ewweł melîkî mîdya, «dîwses = keyqubad»e ke kuřî «dayoko» bû.

dayoko walî «manay = manda» bû û kuřekey xoy be barimte le lay «řusaş» y ḧukmidarî orarto danabû û em kuře le şeřêkda kewte dest asûrîyekan û nefî kiraye «ḧamat = ḧema»y sûrya (715 p.m). le naw û cêgey wa me’lûm buwe ke em pirense biçkoleye mu’esîsî dewłetî mîdya «dyoses = keyqubad» bû. xanedanekey ta dêrzemanêk baqî bû û xoşî bû be ceddî ḧukmidaranî mîdya, ke serdemê here bequwettirîn ḧikûmatî dinya bû.

xulase dyoses le dway eme ke şarî ekbatanî kird be merkezî ḧikûmet, zor baş teḧkîm û tezîynîşî kird, zemanê sełtenetî bebê şeř û de’wa řabward û bo tewḧîdî ’eşa’îrî med, gelê hewłî da û mwefeqîş bû. «sinaxrîb»y ḧukmidarî asûrî çunke lem beyneda le babil û ’îlamda meşẍûł bû, ney’eperja ke em îtîḧad û damezrane men’ bika.

dyoses be gwêrey hêrodot le dway sełtenetêkî 53 sałî û be řîwayetêkî tir 46 sałî (le 701- 655 p.m) wefatî kird û «firawertîş» weya «fira’urtîs»y kuřî hate cêgey.

firawertîş beynêk legeł ḧikûmetî asûrîda mudaray kird. le dwayîda be’zê eqwamî arîy tir ke le şerqewe hatbûn û haw’îrqî med bûn, hatne jêr ḧukmî firawertîşewe û qewmî fursîş ke be çawêkî sûk temaşay ekira, dîsan bûne tebe’ey û bem terḧe quwet û şewketî ḧikûmetî med, zor zyadî kird û padşay med wîstî lem wez’îyete îstîfade bika û îtir be hîç new’êk bac û xerac be asûr neda û le ser eme legeł ḧikûmetî asûrîda kewtine şeřewe û le netîceda şika û legeł beşî zorî umera û me’îyetîda kujra (633 p.m)

le dway firawertîş, bira biçûkekey ke nawî «hwax şatara» weya «key’eqsars = keykawis» bû, hate cêgey. em zate qumandanêkî mumtaz û ḧukmidarêkî wirya û zor têgeyştû bû. ewweł îşî, tenzîm û îslaḧî orduwekey bû, çunke le şikanî fira’urtida têgeyştibû ke be ordûyekî ’eşîretî û têkeł û pêkeł şeřkirdin legeł ordûyekî muntezemî asûrîda mumkîn nîye. le ber ewe, orduwekey le ser usûlêkî tazey ew weqte řêk xist û sinfî pyade û swarey cwê kirdewe û pyadey be tîr û kewan û şîr teslîm kird û sinfêkî swarey çalak û bekarî hênaye wicûd, ke le gelê xisûsyatewe be ser swarey asûrîda ẍalb bû.

key’eqsars ke teşkîlat û te’lîm û terbyetî orduwekey tewaw kird û beramber be ḧikûmetî asûrî legeł qeřałî bablisitan, nabupulasar , řêk kewt, le kanûnî ewwełî 615 p.m.da řûy kirde asûrya û wa dyare ke be ser wiłatî «namrî» û «mazamu’a»da hat û wiłatî «erafa» û şarekeşî zewt kird. em şare bo esłî wiłatî asûr zor muhîm bû. wa dyare ke key’eqsars em şarey kirduwe be esasî ḧereke bo xoy.

ordûy mîdya le 614 p.m.da řûy kirde paytextî ḧikûmetî asûrî ke neynewa bû. şarî «tarbîzî» dagîr kird û le paşda bo te’mînî îrtîbat legeł ordûy bablida řûy kirde teřefî cinûb û şarî aşûr (= şirqat)y, ke qedîm merkezî ḧikûmetî aşûrî bû, zewt û wêran kird. qeřałî bablî le dway zewtî em şare geyştine cê, lewê legeł key’eqsarisda derḧeq dewamî îtîfaq û ḧidûdî musteqbelî, mu’ahedeyekî tazey kird û key’eqsars bo teḧkîmî ew řabîtey syasîye, kiçî «astyaẍ»y kuřî ke nawî «emîtîs» bû, day be «nebuqad nezar»y kuřî qeřałî babil (tarîxî asûr, li 636).

le beqîyey 614 p.m. we sałî dwayîda derḧeq be ḧerekat û fe’alîyetî ordûy mîdya me’lûmatêk nîye, bełam hêrodot, mu’errîxî yonanî ełê key’eqsars ke ewweł car ehate ser neynewa, xeberî zanî ke qeba’îlî «sîs» te’eřuzyan kirdote mîdya, le ber eme geřayewe û legeł em qewme kewte şeřewe û le netîceda meẍłûb bû û wiłatî mîdya 28 sał le jêr ḧukim û îstîlay em qewmeda ma û le paşda key’eqsars be fêł here gewrekanî kuştin û le mîdyay kirdine derewe û le dwayîda hatewe ser neynewa.

em řîwayetî hêrodote, ne be asarî dozrawe te’îdî kirduwe û ne mwafeqetî nefsul’emrîşe, çunke le beynî ewweł te’eřuzî neynewa û siqûtîda nîhayet sê sał ferq heye û welḧał eger wiłatî mîdya 28 sał le jêr îstîlay «sîs»da bûbê, be tebî’et mumkîn nebû ke qeřałî mîdya bêtewe ser neynewa. weya xud înca le dway em 28 sałe, ye’nî le 586 p.m.da ebê neyneway zewt kirdibê.

xulase key’eqsars le 612 p.m.da dîsanewe hatewe ser neynewa û ordûy bablîş geyşte ewê û be’zê le ’eşa’îrî sîsîş hatbûn be îmdadî asûrîyekanewe, bełam key’eqsars be tałanî memleketî dewłemendî asûr, be temay kirdin û emanîş legeł ordûy mîdya û bablisitanda yekdigîr bûn û le dway em îtîḧade, key’eqsars ’înwanî «melîkî umman manda»y bo xoy qebûł kird.

le beynî «sîwan» û «ab», ye’nî mays û temmûza, sê def’e te’eřuz kiraye ser neynewa û le netîceda em şare gewre û cwane, em paytexte beşoret û dewłemende, kewte dest ordûy muttefîqîn û qeřałî asûrîy bedbext, «sîn şar îşkum»yiş legeł mał û etba’îda xoy sûtand.

muttefîqîn şarî neynewayan tałan û wêran kird, beşê le asûrîyekan, legeł aşûra û alîtda le teřefî ordûy bablewe derçûn û îtîcahyan kirde ḧeřřan û serlenwê ḧikûmetyan damezrand.

key’eqsars legeł komełî sîs, le eylûlda geřayewe bo mîdya, le sałî dwayîda le ser îstîmdadî «nabu pulasar» řûy kirde paytextî tazey asûr, ke şařî ḧeřan bû, û legeł ordûy bablida zewtî kird û dîsanewe geřayewe.

be gwêrey tarîxî «ayran qidîm» le mîratî asûrî, mustemlekatî asyay biçûk, ber ḧikûmetî medya kewtibû. şetî dîcle ta egate dyarbekir, le beynî mîdya û bablisitanda ḧidûd bû, le î’tîbarî dyarbekirewe ta furatîş, xetêkî tir dû dewłetî le yek cwê ekirdewe. le saḧîlî řastî furatewe ẍalîben ta şîmalî mełatye, ḧidûdî ḧikûmetî «kilkya» bû. ḧidûdî ḧikûmetî mîdya û lîdya, řenge be naw «ozon yayla»da ta «halyas = qiził îrimq» û lewêwe ta beḧrî řeş çûbê.

le paş beynêk, be gwêrey «ayran qidîm», le ser îltîcay be’zê mucrîmînî sîs be ḧikûmetî lîdya û î’ade nekiranyan bo ḧikûmetî med, be řîwayetêkî tir le ser çawtêbřînî lîdya be mustemlekatî asûrî, ke le dway texrîbî neynewa, ber ḧikûmetî mîdya kewtibû, beynî dû dewłet têkçû û ordûy mîdya û lîdya le qeraẍ nehrî halyasda şeřêkî qurs û betûlyan bû (le 591 ta 585 p.m), le axrî şeřda ke le tarîxî 28y maysî 585da waqî’ bû, řoj gîra û her dû la emeyan be ’elametî ẍezebî xwayî dana û le ser tewesutî melîkî babil, «nebuxudnesir = nibxitinsir» û melîkî kilkya, «seyenesîs» sułḧyan kird û awî halyas be ḧidûd qebûł kira.

em sułḧe be munasebetî îzdîwacêk le beynî dû xanedanî ḧukmidarîda tequye kira, kiçî qerałî lîdya, «eryenîs» dira be «astyaẍ» kuřî key’eqsars.

le dway em sułḧe be sałêk, key’eqsars wefatî kird. astyaẍ hate cêgey û zemanî bebê şeř û de’wa řaburd. bełam esbabî nuşustî û lenawçûnî ḧikûmetî mîdya, ke pêşkewtin û behêzbûnî ḧikûmetî furs bû, le zemanî astyaẍda waqî’ bû. le layekî tirîşewe be sebebî be’zê eḧwał û mu’amele, gelê pyawmaqûłanî qewmî xoşî, lê ’aciz bû. nîhayet ḧikûmetî tabî’ey furs (= pars) ke le jêr îdarey umeray axmenîda bû, berebere nifûzî zyad bû, be ẍeyrî qewmî pars, be’zê qewmî tirîş wekû «parit û hîrkan»y legeł xoyda řêk xist û le mîdya ’asî bû. mudîrî em ’îsyane gewreye, ḧukmidarî pars, meşhûr «sîros»y duwem yaxud koroş weya «keyxusrew»y gewre bû. {fn|em xanedanî axmenîye «enşan» (Anshan) weya «enzan»yin û řenge em wiłate, le cinûbî şerqî luřistanî îmřoda û le nizîk wiłatî ’îlam bûbê. em xanedane le pêşda her be ser beşî furisda ḧakim bû û muḧtemele ’înwanî melîkî, le dewrî înqiřazî asûrîda û bełkû le dway wefatî «aşûr banîpał» û zewtkirdnî wiłatî ’îlam, dabê be xoy. le paşda wiłatanî «parit û hîrqan» ye’nî xorasanîşî dagîr kird. be gwêrey kîtabey «bihsitun» û tedqîqatî mîster hol, em xanedane řenge le ewasîtî qeřnî ḧewtemînî pêş mîladda le teřef hexemanîş (= exemen)ewe teşkîl kirabê. le dway duwem ḧukmidar, ke «cîş = bîş» bû, xanedaneke buwe be dû qoł.

be gwêrey «ayran qidîm» qołêkî parsî û qołêkî «enzanî» buwe. mistir hol ełê le qołî enzanî, çwar ḧukmidar hatuwe û le qołekey tir sê. «sîrûs»y duwem ke «korş»yişî pê ełên û ’înwanî «gewre»ye, ḧewtemîn ḧukmidare û legeł «estyaẍ»da şeřî kirduwe û bablî girtuwe û cehangîrêkî meşhûre. «daryos»y ewweł noyemîn ḧukmidare.}

sîros be leşkirêkî zorewe hate ser mîdya û legeł ordûy astyaẍda şeřêkî qursî kird. qeřałî mîdya, mudafe’e û miqawemetêkî fewqel’adey kird, bełam harpaẍos , ře’îsî xanedanêkî gewrey mîdya, xyanetî legeł kird û be xoy û teřefdaranyewe îltîḧaqî kirde keyxusrew û be tebî’et le netîceda astyaẍ xirap şika û qewmî mîdyaş le padşahî ’ezlyan kird (550 p.m).

keyxusrew beramber be xidmet û mi’awenetî harpaẍoş û xanedanî mîdya, mu’ameley başî legeł kirdin û ’adeten legeł ordû û xanedanî furs, zor kem ferqî kirdin, ye’nî le xisûsî ḧiqûq û îmtyazatî mexsûsewe, ferqî beynî xanedanî pars û mîdya, her wekû ḧiqûqî muteqabîley îngilîz û îsqoçyayî weya pirusyayî weya wîrayî dewrî qeyser bû (tarîxî qedîmî şerqî qerîb, li 555).

xulase be netîce ḧikûmetî mîdya le dway sełtenetêkî sed û penca sałî û înqilabêkî muhîmmî tarîxî, le naw çû û le cêgey ew, ḧikûmetî axmenîy êranî peya bû.

be gwêrey tarîxî «ayran qidîm», qewmî mad esasen le azerbaycan û kurdistan û ’êraqî ’ecemda buwe, le dwayîda tewesu’î kirduwe, da’îrey nifûz û sełtenetî le «halyas = qiził îrimq»ewe ta wiłatî baxter (ye’nî efẍanistanî îmřo) û le beḧrî xezerewe ta pars û xûzistan buwe.

le dwayîda ’ulemay cugrafyay dewrî qedîm, gutûyane ke mad ’îbaret buwe le dû beş: madî gewre le «’êraqî ’ecem»da û madî biçûk le azerbaycanda.