le kwêwe bo kwê 3

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 26 minutes  2805 views

hêşta mangêk beser şewî zawayetîmda řanebirdibû û be qisey ewřo mangî hengiwînim tewaw nekirdibû, ke bedaxewe ewey nem dewîst řûbda řûy da û ewey pêm xoşbû bimirim û neybînim dîtim. řîsekeman lê bowe xurî. hêlanekeman lê şêwa û komarekeman řûxa û dujmin besermanda zał bowe.

maweyek bû hest be metirsî dekira. cebhey seqiz û serdeşt qaymtir dekiran. çend derebegî benawbang û xayn řayan kirdibû bo ’êraq û yek dû mela û şêxî xwêřyepyaw desbeser kirabûn. ḧikûmetî azerbaycan leşkirêkî saz û teyarî bo piştîwanî pêşmerge nardibuwe cebhey seqiz, çunke wa berawird kirabû ke tenya lew cebheřa tirsî pelamarî dujmin heye. lepêşdaş çend car lew cebheřa dujmin pelamarî hênabû, bełam zor xirap şikabû û zebrî destî pêşmergey kurdistanî çêştibû.

azerbaycan ḧikûmetêkî gewretir û behêztir û zor teyartir û piř çektir bû le kurdistan. xetî dîfa’î azerbaycanîş zor qaymtir bû. kewabû kem kes be xeyałîda dehat le řêgay azerbaycanewe pelamar bo ser cûlanewey řizgarîxwazî gelanî êran bihênrê.

maweyek bû bo ewey karekanî ḧîzbî baştir řabpeřn paş ewey şewane pêşewa ke zor şew ta direng le defterî ḧîzbida demawe deçowe małî xoy, kadrêkî ḧîzbî le defterî ḧîzbida demawe bo ewey řaportî xwarewe eger pêwîst bû be pêşewa řabgeyenî û desturatî pêşewa bo xwarewe binêrê. ew şewî norey minî taze zawa bû.

le defterî ḧîzb danîştibûm û xerîkî nûsînî meqaleyek bûm bo «kurdistan», efserêkî biçûk bełam dostêkî gewrey min û endamêkî zor bewefay ḧîzb hate jûr. zorim pê naxoş bû ke destî bo řadyokey sermêzeke bird. çunke nûsînekey lê têk dedam. bełam çim negut û qełemekem dana.

lepiř şitêkî waman gwê lê bû ke wextabû pêman be ’erzewe wişk bê. řadyo taran telgirafî pîrozbayî duktur cawîd wezîrî nawxoy azerbaycanî dexwêndewe ke beboney geřanewey erteşî şahenşahî bo taranî nardibû. dwaye xeberî řakirdinî «mutecasîrîn» y řageyand. mutecasîr û maceracû dû naw bûn ke lew şeweřa beser beřêweberanî cûlanewey azadîxwazî kurdistan û azerbaycanda biřan û êstaş dezgay teblîẍatî řêjîm dûpateyan dekatewe û deyanhênêtewe kawêj.

desbecê be tîlfûn ew xeberem be pêşewa řageyand. gutî bo xot were êre û be ewanî tirîş řabgeyene bêne êre. bedway ewanmida nard û boxom çûm bo małî pêşewa.

sedrî qazî biray pêşewa ke nwênerî meclîs bû le taran û be řwałet nedebû lew waqî’e bitirsê, le hemû kes pitir şiłejabû. ew desbecê geřawe bo taran û lewê girtyan û hênayanewe mehabad.

azerbaycanî wa teyar û piř çek be leşkirî saz û perdax û fermande lêzanekanyewe bo wa zû teslîm bû? pîşewerî karame û şořişgêř û konepyaw û aza û řaberekanî tirî azerbaycan bo wa be pele řayan kird? pirsyarêke kes be tewawî cwabî nedawetewe û minîş cwabim bo nadrêtewe. bełam diłnyam eger fîdayî destî kirdibawe û eger fîrqe berberekanî bikirdaye, leşkirî şiřuşpiřêwî taran ne tenya pêy le tewrêz nedena û ew hemû kuştarey nedekird, bełke taranîş deşêwa û lewanebû le sertaserî êranda cûlanewey azadîxwazî beser koneperistîda serkewê û tenanet nifûzî împiryalîzim le řojhełatî naweřastida zûtir binebřibê. bełam wek zanayan gutûyane mêjû eweye řû deda nek ewe ke ême demanewê.

bełê kutupiř tewrêz gîrawe û kurdistanîş le hemû lawe gemaro dira. paş ewey sedrî qazî nazanim bo çî berew taran geřayewe řaberanî ḧîzbî dîmukiratî kurdistan le małî pêşewa kobûnewe û ew şewî řûḧyey hemû kes detwanim biłêm baş bû. şuray ceng be serokayetî ḧacî babeşêx pêk hat û suret celsey yekem îmza kira û qerarî berberekanî dira. bełam hêşta merekebî biřyarnameke wişk nebbowe ke xeber hat yekêk le endamekanî ew şuraye řay kirduwe.

bo beyanî wezi’ gořa û biřyarî berberekanî hełweşawe û be pêşmerge destûr dira bê destkirdnewe paşekşe bika û řêga bo erteş betał bika û xełk destêkî kewte ewlay û yekêkî kewte emlay.

pêşmerge le cebhey seqiz û serdeştewe be řêkupêkî pakşey kird. bełam fîdayîyekan ke fermandekanyan řayan kirdibû wek meřî bê şwan biławbûn û ’eşayr lêyan wexokewtin û hemûyan dapłosîn û neyanhêşt taqe fîşekêk legeł xoyan bernewe. bełam newêrane pêşmerge. tenya lenaw menguřan pêşî desteyekyan girt ke be fermandeyî zêřoy degeřawe, zêřoş ke bo xoy şiřexorêkî wek ewan bû, destî neda û begjyanda hatewe û tenanet çend gundîşî tałan kird û geyştewe mehabad. ewanî fîdayîyekanî azerbaycanyan řût kird kesyan nekuşt. ewî min webîrim bê lew karesateda tenya pêşmergeyekî kurdî ’êraq şehîd kira û hêndêkîşyan napyawane řût kirdin. fermandey erteş bê hîç zeḧmet geyşte gundî ḧemamyan û pêşewa lewê dîtî.

lew maweda min hemîşe legeł pêşewa bûm. dyare legełî neçûme ḧemamyan, bełam le şarî becêm nehêşt. demdît peşokabû. bełam nek le tirsan, bełke le daxan û leber nahumêdî.

min lemêj bû pêşewam denasî û le řojî tenganeda dîbûm. be dest û tifengî xoy pyawêkî zor aza bû. pêş damezrandinî komarî kurdistan çend car ’eşayr hatne ser mehabad û pêşewa boxoy le yekem sengerda bo dîfa’ amadebû. edî çon bû ewcar teslîm bû? boxom lêm bîst gutî lesermanewe naçin û demankujin. bełam pêm xoş nîye gelekem becê bêłim û demewê lenaw ewanda bimirim.

řaste kurdistan paş gîranewey azerbaycan û ledestidanî ew hawpeymane behêze le hemû layekewe gemaro dirabû, řaste beşêkî ’eşayr gwêyan le kiław peřandibû û çawenořî xirapeyan lê dekira, řaste xezêney komar betał û ḧetał bû û hemûy dirabû be tûtin û hêşta nefroşrabowe û le ’embarda mabowe, řaste le hemû yarmetîyekî derewe hîwabřaw kirabû, bełam min beş be ḧałî xom lew biřwayedam eger destewekerî kiraba û ême ezmûnî şořişgêřîman heba mêjûy komarî mehabad bew core dwayî nedehat ke hat.

řojî 26y sermawezî 1325-1946 erteşî şiřuşpiřêwî şahenşahî tewaw sałewextêk paş hełkirdinî ałay kurdistan şarî mehabadî girtewe.

hêndêk le beřêweberan û kadrekanî ḧîzb řayan kird û xoyan şardewe û hêndêkîş danîştin û çawenořî girtin bûn. min ew řojî le şar wederkewtim û çûme xaneqay şêxî burhan. lewê şêx muḧemedî xałim ḧeşarî dam û lebin bałî xoy girtim. le xaneqa bûm ke xeberî gîranî pêşewa û řaberanî ḧîzb û komarim bîst. pyawim wedûy hejar xist bîbînmewe û pêkewe tegbîrêk bikeyn. ewîş boy derçûbû û bom nedozrawe.

nexoşî kewtûyî le xaneqa hebû, zor kes girtibûy û çend kesîşî kuştibû. min carêkî tir her lew xaneqaye ew nexoşîyem girtibû û zorî lê detirsam. gutûyane herçî bitirsê naxelsê, hênde pê neçû girtim û kewtim. befrêkî yekcar zor û estûr kewtibû, hîç duktorêk bew befre nedegeyşte xaneqa. dû mangî řebeq boy leser řeqî piştî kewtim. espek leserî dam û qisey hateran pateranim dekird. hemû bendenim benwênanewe çû û twêxî hawîşt. bełam ewcarîş le dest îzra’îl řizgarîm hat.

ke le nexoşî hestamewe befrîş kem bibû, řêga kirabûnewe. wayan be mesłeḧet zanî bo ewey kemêk jîwele bibmewe û gurd bigirmewe be dizî biçmewe małî xoman ke le şar nîzîk bû û derman û xwardinî baştirî lê wedest dekewt. çak lebîrim nîye çend řojan le małêda temałim hełgirt û xom mełas da.

řojêk le jûrê danîştibûm û kitêbim dexwêndewe, lepiř lenaw dêda bû be şîn û gaboř. nardim bizanim çîye? qasîd be giryan û lexodan hatewe û gutî ewaney le şarî hatûnewe dełên dewrî şar gîrawe û nayełn kes biçête naw şar ya wederkewê û dengoye û dełên pêşewa şehîd kirawe. hêndey pê neçû qiseke diřa û me’lûm bû pêşewa û sedrî qazî biray û seyfî qazî amozay le çwarçira ledar dirawin. ew řûdawe diłtezêne û ew karesate cergibře hemû kurdêkî beşerefî xemnak û tazyebar kird. betaybetî diłî minî be nasor engawit. nasorêk ke bote tîrawê û êstaş her webin dedatewe û hełdedatewe û bêguman sařêj nabê û legełim dête bin gił.

min pêşewam le diłewe xoş dewîst. be řaberêkî diłsoz û jîrim dezanî, be kurdêkî pak û çakim denasî û be muslîḧêkî yekcar gewre û meznim dezanî. demzanî netewekey xoy çend xoş dewê û çendî pê xoşe xizmetî bika. çend be awatewe bû kurd bigate řîzî netewe bextewerekan. zorim hîwa pê bû gelekeman be pele berête pêş û wiłatekeman zû awedan bikatewe. lew mawe kurteşda dezanîn çendî xizmetî bekełk kirdin. beřastî mergî pêşewa nek her bo netewey kurd bełke bo cûlanewey azadîxwazî û dijî împiryalîstî seranserî êran zyanêkî gewre bû. deryayek zanist û edeb, deryayek fîkir û bîr, bedestî zordarêkî sereřo û nezan wişk kira û lenawçû.

sê řoj paş şehîdbûnî pêşewa yanî řojî sêzdebeder qelfiřim bo kird û legeł pyawêkî hejar û hawałêkî zor benirxî ḧîzbî berew kurdistanî ’êraq weřê kewtîn. be dû řoj û danêk sinûrman peřand. lewberî cogewe bazim da ewberî coge be řwałet hîç ferqêkim nehate pêş çaw. bełam le waqî’da sinûrî syasî wiłatêkim peřandibû û çûbûme wiłatêkî dîke. geyştime şarî qeładze, wenêw bazař kewtim û nekewtim be berg û lîbas polîs nasîmî û zanî lew dîwřa hatûm. pîlyan girtim û xerîk bûn têkmewe pêçin. bełam melayek û ḧacîyek bê ewey bimnasin bałyan beserda kêşam û necatyan dam. neqleke řast le min řûy dabû le tirsî agir penam bo mar birdibû. mela pêy xoş bû bimnasê. minîş legeł eweşda pêm xoş nebû kes bimnasê û nawî xom be kes biłêm xom pê nasand. dyarbû mamosta minî le dûrewe denasî. ew şewey zorî ḧurmet girtim û le ḧucrey feqêyan nûstim û beyanî boxoy wepêşim kewt û birdimî bo gundî girdibudaẍ. min be hîwa bûm soraxî hejar û zebîḧî û qizłicî û diłşad bikem û qisey xoman bê le diłî xomda wam danabû yek bigrînewe û serlenwê destibekar bînewe. dyare ew qisem be mamosta ’erz nekirdibû, bełam pêm gut demewê awałekanim bibînmewe. mamosta gutî carê řûbar zorin û bwar nîn û bêcge lewe ew kurdaney êre ke hatbûne êran hatûnewe û dangerîze dekenewe bo lay şaran û polîs amadeyî heye. carê maweyek lêre be ta wiłat kemêk aram debêtewe. hawřêyekem nardewe û bo xom destim kird be xwêndin û serlenwê bûmewe feqê. zor çakim dexwênd. hem xom dexafłand û weřezî xom deşkand û hem demwîst ewî le sûrîm dořanduwe le kayey tê hełbênmewe. hêşta law bûm û eger xwêndibam demtiwanî şitêk be şitêk bikem. bełam xwêndinekem zorî nexayand. bîstim wez’î êran aram botewe û destyan le xełk girtin hełgirtuwe û lêkim dawe paş ewey lêreş her qaçaẍim û nawêrim bigeřêm bo serêk le wiłatî xoman nedemewe? eger zanîm deḧawêmewe ewe her lewê xom ḧeşar dedem. be taqî tenê řûm le kwêstane xoşekanî kurdistan kird be nêw çadir û hobe û guł û gułzaranda geřam. şengebêrî kêl gerdinim dîn. lew geşt û geřaneda bûm ke parçe şî’rî beharî kurdistanim gut, ke boxom êstaş zorim xoşdewê û be şakarî dezanim. jandarim û polîs le hîç kwê tûş nebûm û bê sedeme geyştimewe gundekey xoman. řawestam ta şew beser destanda hat û be tarîkî çûme małê. yekser çûme pişt derkî jûrî babim. bo yekem car le jyanmida xom girt. çunke babim xo le xełk girtin û gwê le qisey xełk hełxistinî zor pê naxoş bû. tenanet jinî małî ême le tirsî babim qet neyan dewêra şemołe bigirnewe ke ewdem le ladêda zor baw bû. le dirzî derkewe dîtim babim be ḧewawe řawestawe û legeł ew pyawey ke legełim hatbû bo kurdistanî ’êraq qise deka û pêy dełê řołe pêm biłê le kwêye boxom pyaw denêrim. ewîş dełê dû řojî dî boxom deçim û deyhênmewe. qewlim pêdawe cêga û şwênî ew be kes nełêm. babim kemêk be tûřeyîyewe gutî çon be minîş nałêy. gutî nexêr be toş nałêm. be daykîşî nałêm, qewlim pêdawe û qewlî xom debeme ser. mandûyî řêga û kwêrewerî ẍerîbî û lê qewmawîm lebîr çowe û le diłî xomda gutim çon zeḧmetkêşanî kurd kuřî wayan lê peyda buwe?

bełê zor qaremanî wa le xebatî řizgarîxwazî gelekemanda hen ke be şerefewe jyawin û be şerefewe demirin û mêjûş lebîryan deka. ew pyawe, pyawêkî hejar û zeḧmetkêş û nexwêndewar bû. le seretay komełewe be biřwayekî qaym û tewawewe hatbuwe naw kořî xebat û bê ewey xoy řanê xizmetî zor gewrey kirdibûn û kesîş başî nanasê û minîş lêreda nawêrim nawî berim. çunke nazanim mawe ya nemawe û deşzanim eger mabê tûşî derdî ser debê.

çîdî xom pê řanegîra û çûme jûrê. daykim û babim û kabra waqyan wiřma. daykim ambazim bû û têřupřî maç kirdim. bełam babim ew babey ke qet řûy nededamê û leber hîç karesatêk nedeçoma û bemetanet û xořagrî le wiłatda nawbangî hebû û heta ma yekman cigereman lekin nekêşa û bê îcaze danenîştîn. xoy pê řanegîra û be lûze û firmêskî le çaw hate xwar û heta maweyek hîç qisey bo nekira. dwaye bo yekem car û axir car le jyanmida bexêrhatnî kirdim û gutî çak bû hatyewe. ewe le dwam denardî ’efwî ’imumî bo ’eşîretan derçuwe. řaste ême ’eşîret nîn. bełam xełkî gundîn û detwanîn lew derfete kełk wergirîn. małî dinyam zore û êsta hemû şit be bertîl dekirê. carê maweyek le małê danîşe û hatuçoy şarubaran meke ta bizanîn dinya çî lê dê.

le małê danîştim û çi bas nebû wirde wirde xełkyan berda. minîş destim kirdewe be cût û ga û ajełdarîyekey xom û hatmewe ser ḧûllemeresê.

ḧîzbî tudey êran be aşkirayî xebatî dekird û řoj be řoj komełanî xełkî êranî zyatir lê ko debûnewe. le řojnamekanî xoyda împiryalîzim û koneperistî be tundî dekuta û tî’orî zanistî biław dekirdewe.

ḧîzbî dîmukiratî kurdistanîş kem kem bûjawe û kadre lawekanî destyan kirdewe be xebat. pyaw heq biłê ḧîzbî tude lew serdemeda le bûjandinewey ḧîzbida řołêkî başî yarî kird. tenanet le parastinî nawî ḧîzbida. çunke hêndêk le lawe azadîxwaz û kem ezmûnekan xerîk bûn nawî ḧîzb bigořn û bîkene komełey komonîstî kurdistan û wek bîstûme beřêweberanî ḧîzbî tude manî’ bûn.

jimareyek nîştiman biław bowe û geyşte destim û humêdim peydakird ke xebatekeman pere bigrêtewe. herçend řaportyan lê dam ke le nûsînî em gowareda destim heye û biřêkyan ember ewber pêkirdim û bexway destêkîşyan be yał û bijîda hênam û puł çayekyan lê estandim. bełam ewe çû û řabird nemzanî le kwê çap kira û her be şêwe nûsîn nûserekanim nasîn.

jimareyekîş řêga derçû û pêm geyşit. yekêk le nûserekanim dît û bełênî hawkarîm pêda, bełam bedaxewe ewîş têdaçû.

le řojî 15y řêbendanî 1327 nasrî fexrarayî le danîşgay taran şay weber demançan da tozkałêkî dem û lêw û pişt řûşand. ew tawaneyan hawêşte ser ḧîzbî tude û îcazey řesmî karkirdinî ew ḧîzbeyan hełweşandewe û řaberekanyan girtin û derkî řojnamekanyan daxsitin û le sertaserî êranda ḧikûmetî nîzamî damezra. eweş zebrêk bû ke be nexşey împiryalîzim û be destî koneperistî wecûlanewey řizgarîxwazî êran kewt.

bełam zorî pê neçû řojnamekanî ḧîzbî tude be nihênî derçûnewe û řaberanî ḧîzb twanyan le zîndan řabken.

seyr ewe bû paş řûxanî komarî mehabad min bo yekem car dû řoj pêş waqî’ey danîşga wêrabûm be aşkirayî biçme mehabad û be řojî řûnak bigeřêm ke ew řûdawe le taran qewma û le mehabadîş destyan kirdewe be xełk girtin. naçar minîş xom şardewe. lew xoşardineweda şî’rêkî zor başim lejêr ’înwanî «jwanî aẍa» da gut ke be daxewe xom nemmawe û tika lew kesane dekem ke heyane bîparêzin û eger kira bom binêrin.

sałî 1327 sałêkî yekcar tûş û şûm bû. min be ’umrî xom zistanî wa sextim le wiłatî xoman nedîbû. pazde řojî payz mabû befrêkî estûr û wişk barî. yek nwa le hemû cêgayek le mîtrêk pitir bû. wişkebend û serma û sayîqey bedwada hat û yekser bû be řû, befrî dîkeşî beserda barîn, řê û ban gîran, qat û qiřî peyda bû, aw wişk bûn û xełk naçar bû befir bitwênêtewe û bîxwatewe. newt û awirdû wegîr nedekewt. ajeł û małat qiřanî kird. řepsite řizîn û newende ginxan û giranîyekî zor besamî bedwada hat.

min boxom le ezmûnî pyawêkî dinyadîde û konsał kełkim wergirt û twanîm beşêkî zor le deẍłudanî xoman le řizîn û zayebûn řizgar bikem.

behar direng bû, hewa germ bibû. bełam befir areqîşî nedekird. řojêk çûme mizgewt temaşam kird pîrepyawêk betenê le tenîşt sobe sard û siřeke hełkurmawe. her minî dît gutî: mindałî ew zemane êmeyan pê xerfawe. gutim mamegyan çi qewmawe? gutî: beserî to ewe çend řoje bew hetîwe gêjaney xom dełêm biçin befrî ser řepsitekeman kun kun biken gwêşim nadenê. gutim ca bo kun kunî biken? gutî bo toş nazanî? gutim newełła. gutî bîlamanê ke sał direng bû herd germ dadê û hełmê deka. befrîş nayełê hełmeke bêteder û lenaw xoyda degeřêtewe û deẍłeke desûtê. eger kun bikirê hełmekey dêteder û nasûtê. qisey mamepîrem bedłyewe nûsa, çend řojan pyawim hełgirtin û çûme zik befir kun kirdin bełam kareke zor giran bû. befreke ewende řeq bû belose kun nedekira. bełam paşan têgeyştim pendî pêşînyan çend řaste ke gutûyane «destî mandû leser zigî têre».

beşî zorî deẍłî ême ew sałî neřzî û nan û towî xoman bû.

ew sałî le hîç kwê deẍił nebû. ew cût bendaney zewî awîjeyan bedestewe bû, herzin û genmeşamîyan çand û nîwenanyan peydakird. minîş herzin û genmeşamî zorim çand û berhemêkî başyan da. bełam le gundekeman hîç dahatman wegîr nekewt, çunke boxoyan hîçyan nebû ta beşî ême biden.

bo zistanî dahatû giranîyekî besam seranserî êran betaybetî kurdistan û azerbaycanî dagirt. deẍłî firoştin her nebû, heşba le kiřîn nedehat. hîç şitî tirîş dirawî nedekird. dû meřî daştî pûte genmêkî nedekird. kewîje genmêkyan be cûtêk kełî xawê nededa. hawarî serumał bû, bira awřî weser bira nededa. bełam min nemdî û nembîst le kurdistan kes řastewxo lebirsan bimrê, herzin û genmeşamî xowłatî û genim û co û xurmay ’êraq hoyan dawe.

legeł eweşda dezgay teblîẍatî padşayetî êran lew sałaneda şew û řoj û wext û bê wext pelamarî debirde ser dewłetî şûrewî, ew dewłete wek cîranêkî baş û diłsoz genmêkî zorî da be êran. ewîş çi genmêk be řuḧî pyawî pêdekenî. be hatnî ew genme xeter kem bowe û qatuqřî le şaran nema.

dewłet le dabeşkirdinî ew genmeda dêhatîşî lebîr nekirdibû û le řûy şunasname mîqdarêkî genim bo her xêzanêk danabû. bełam debû aẍa be qerzî serxerman werî bigrê û sened bida, ca beser xełkî gundekeda dabeşî bika. aẍakan genmekeyan be zyadewe wergirt û wek pyawî çak lepêş çawî karbedestanî dewłet be sût û selem xorekanî şaryan firoşt û dirawekeyan nexd û puxt le tenkey gîrfan qaym kird. ewan engiřan, sût xorî şar qazancyan kird, simêłî pyawî dewłet çewr kira û ewî lew naweda hîçî pê nebřa hejar û nedarî ladê bû.

le beharda xełkî dêhatî azerbaycan le ḧałêkda ke wek xezełî payz lebirsan hełdewerîn û pyaw agirî bo tê berdebûn be kurdistan werbûn. gelî kurd carêkî dîkeş pyawetî û nan bideyî û mîwandarî xoy nîşan da.

her desteyek řûy le her awedanîyek dekird, xełkî ew awedanîye bepîryanewe deçûn û jemêkyan têr dekirdin û beřêyan dekirdin. zor małî wa hebûn ew jeme bo xoyan hîçyan nedexward û deyan da bew mîwane řeş û řût û birsî û xurênane. jaj û penîr û lork taybetî ewan bû. małî zor leçer û pîske neba ew sałî řizqî bo negîra.

eger gelî kurd boxoy le wez’êkî wada nebû bitwanê mîwanekanî xoy baş bexêw bika, ke behar kamil bû nîştimanekey, kurdistanî řengîn û bijwên baweşî daykaney bo ew birsî û řeşuřûtane, bo ew lawaz û lecerane, bo ew lêqewmaw û derbederane kirdewe. le nwałe zenwîrekanîda sifrey nî’metî behełz û mendok û bîza û karg û kuřade û ziremendî û sîwełûke û wênce kêwîlke û kengir û řêwas û espink û ałekok û dorî û tirşoke bo řazandinewe.

bełê dîtim le çerxî bîstemda, lew çerxeda ke însan etomî şikand, řadarî dirust kird, tenanet mangî dagîr kird, însanîş wek ajeł û wiłsat le kêw û kej bileweřê. demdîtin be gyaxwardin bayan dekird. bełam nedemirdin.

ew mêgele şipirze û sergerdan û bê şwane be çya serkeşekanî kurdistanî êranda hełkişa û giłopkî ew gyayaney hełpisand û xoy pê têr kird û şořbowe bo germesêrî kurdistanî piř xêr û bereketî ’êraq û wirde wirde dangerêzey kird ta beser xêr û xoşyanda kewt. lewê kewte fer’ane. deẍłudan ferîke bibû, xanexwêş her kurd bû, bedił bû, bebezeyî bû, însan bû û diłsozane mîwandarî kird û bexêwî kird.

min le mawey ew giranîyeda pyawetî ewtom be pyawî nedar û zeḧmetkêşewe dîtin ke beřastî mayey şanazî însanyet bûn. bełam bedaxewe karesatî zor diłtezên û dîmenî zor dizêwîşim dîtin. min be çawî xom dîtim însan lebirsan mird. min însanim dît leber muḧtacî xerîk bû nûrî çawî xoy be ard sewda bika û herweha zor ḧeywanî dûpêy wam dîtin be řwałet însan bûn keçî lew wez’e nalebare bo axnînî gîrfan ya damirkandinî hewesî xoyan kełkyan wergirt.

řojêk lebin dîwarêkî xwaruxêç xom leber beřoçke hełxistibû û çîlkem le herdî dewejand, hêşta xakelêwe bû wiłat nexemłîbû. bîrim le ḧałî ew xełke hejare dekirdewe, çend mindałî dê hatne lam yekyan gutî: fiłanekes xerîke jin bênê. ew fiłane kese pîrepyawêkî diłřeş û konegzîrêkî bedfeř bû. kes kiçî nededaye û bê jin mabowe. pêkenîm û gutim: ay lew diroye! mindał têkřa wecwab hatin, be pelepel û swênd û quran xwardin gutyan diro nakeyn. ewe xerîke kiçî ew kabra ḧeceme bikřê û le xoy mare bika. maşałła cwanîşe.

- çî, çî bîkřê?!

- bełê, bełê, bîkřê û le xoy mare bika.

wek fîşek le cêy xom derpeřîm û mindał kewtine şwênim. ke çûme ḧewşey kabra, dîtim boxoy leser kursîyek danîştuwe û laqî hawêştote ser laq û herwa bizey simêłanî dê. pîrepyawêkî kełeget û teje û wişk û řeq, bełam be darubar lebin dîwar hełtirûşkawe û çwar mindałî řeşuřût û kiz û lecer le dewruberî kewtûn. kiçêkî bałaberz û esmer û çaw û biro cwan, bełam leřulawazîş pałî wekołekey bêłake dawe.

çareřeşî û negbet lew dîmene debarî.

- ha kwêxa ewe çîye?

- qurban çit lê weşarim ew kiçem lew pîremeşedîye kiřîwe.

- kiřîwte? be çend?

wełła qurban be giran, be pûtêk ard. (zerdexeneyekîşî bo kird).

agirim le cerg berbû, miçuřkêkim leberî pêwe hat û le toqî serim derçû, berî çawim tarîk bû xerîk bûm begij ew pyawe diłřeşeda bêm, bełam pîşim xwardewe, xom řagirt û le meşedîm pirsî: ew kiçe bo defroşî? milî belawe na, henasêkî sardî hełkêşa, awî le çawî geřa û gutî: daykî dû řoj pêş le birsan mird. boxoşî keneft buwe û her bîna silar bowe. destî bo lay mindałekan řadaşt û gutî: ewaneş birsîn. boyey defroşim ta boxoy lebirsan nemrê û ewaneş bijêwî çend řojêkyan hebê. serbeser be zêřim nededa û êsta be ardî defroşim.

le kiçekem pirsî: to bew kare řazî? mêrd bew kabraye dekey? firmêskî be çawe cwanekanda hate xwar, be şermewe gutî: «nînim uşaqlar açdilar». - çibkem mindałekan birsîn - gutim eger xêromendêk ewende ard bida be bawkit hêşta ḧazrî mêrd bew kabra pîre bikey? be bêzarîyewe gutî: «yux wełła» -ne be xuda -.

lew keyn û beyneda jin û mindałî awedanî aporeyan le dewrî min dabû. le qisekanman nedegeyştin. neqłekem leserřa bo gêřanewe, jinekan têkřa gutyan: eyeřo, çi xêr bû kafiristanîye? gizîre pîreyan tif baran kird û hemûyan beẍar çûnewe małî xoyan. însanîyet geyşte ewpeřî, dewłemend û hejar kes bedestî betał negeřawe. heryeke le qeder xoyan, nan, kulêre, ardî genim, co, genmeşamî, herzin, maş, nok, nîsk, tenanet birînc û řon û cilke konyan legeł xoyan hênabû.

zigî mindałekanyan têr kird û tûrekey meşedîyan axnî. ew wexte min le xoşyan giryam ke dîm mindałe qoşmekanî dê ke leser dû şayî mîşên û cigên û şêr û xet serî yektirîyan deşkand, be pelepel û helehel zarkî kîse peřokanyan dekirdewe û herçî qerepûłî heyanbû le mistî pîre meşedîyan dekird û boxoyan mafnigî demanewe.

hestî însanî ew kîje kurdane awatî şeytanî ew dîwezme bilewezey kirde biłqî ser aw ke qirmî lew kiçołe bê deretane xoş kirdibû. barbûy ew însane sakar û pakane çend ewendey ew nirxe bû ke ew gurge pîre deywîst ew berxołe bê azarey pê bikřê. çend diłxoş bûm ke be hemuwan nemanhêşt le gunde xunçîlanekemanda însan be ard sewda bikirê.

tengane beryan kurte. giranî dwayî hat. qatuqřî tewaw bû. xełk kewtewe ser kar û kasbî. bełam zor kes lebirsan mirdin, zor pyaw le pyawetî kewtin, zor mał le mał bûn, zor kes leser sacî ’elî danîştin û zor nakes pêgeyştin. zor gîrfan axnidiran. zor koşk qut bûnewe û zor mafûre řaxran û zor maşên kiřdiran.

le wiłatêkî bê serewbereda, le řêjîmêkî konî derebegayetîda hemîşe bełay tebî’et zułim û zor û xirape û dizî û desdirêjî pyawxirapanîşî legełe.

ew řûdawe naxoşe zorî kar kirde ser hestî nask û şa’îraney min û herweha zorîşî te’sîr kirde ser wez’î abûrî û komełayetî û tenanet syasî kurdewarî.

wez’î xirapî abûrî û komełayetî û syasî wiłat û nedarî û destikurtî zorbey xełk û zordarî karbedestanî dewłet û tawan û xeyanetî çînî destełatdar bû behoy řapeřînêkî fîkirî bê wêney zeḧmetkêşanî kurdistan û hest be mes’ûlyetkirdinî řûnakbîranî şořişgêř û lexoburdûy netewekeman.

ew řapeřîne fîkirîye û ew hest be mes’ûlyetkirdine bûn behoy ewe ke çînî çewsawe û twêjî řûnakbîrî kurd zor le caran bebřiwatir û amadetir le dewruberî ḧîzbî dîmukiratî kurdistanda ko bibnewe. paş řûxanî komarî mehabad qet wek sałekanî 29 û 30 û 31 û 32 helumercî lebarî ’eynî û zeynî bo xebatî řizgarîxwazaney gelî kurd le kurdistanî êran hełnekewtuwe.