le kwêwe bo kwê 2

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 30 minutes  3310 views

sałî 1317 ke lawêkî 17 sałe bûm, mamostakem le kulîce řoyşit û minîş destim le xwêndin hełgirt û çûmewe małê û destim kird be kar û kasbî. êsta małman le gundî şîlanawê bû, babim samanekey caranî nemabû. bełam hîmetekey her mabû. bira û amozakanî lê cwê bibûnewe û her gundêkî bo mabowe. çak xerîkî kasbî bûm û zû fêrî karî kiştukał kiram. beřoj karim dekird û beşew mutała. herçend kitêb û řojnamem kiřîba babim destî weber destî nedehênam. zor şewî wa bû ta berî beyan nedenûstim û temaşam dekird. biřwam pê biken jwanî legeł kîjanim leber xwêndinewey kitêb lebîr çotewe û lêm torawin û gileyîyan lê kirdûm. ew řojey pyawman le şar dehatewe û kitêb û řojnamey bo dênam nîwêkî řêgay bepîrewe deçûm.

çapemenîy ew serdemî êran pêşkewtû nebû. çend gowarî wênedar û cwan derdeçûn, ke lelayen sefaretî ałmanî nazîyewe yarmetî dedran û be qazancî nazîsmyan denûsî. kitêbî syasîy ew demî hemû lebarey hîtler û mosolînîda bûn. řojnamekanîş teblîẍatyan bo ałman dekird û be bejin û bałay pehlewîyan hełdekut. tenya řojnameyek ke ew demî şîrîn bû û ta jyaş her şîrintir bû û neḧlet lew kesey mirandî «tewfîq» bû. ew řojnameye řojanî pêncişemmu derdeçû û le hemû jimareyekda deynûsî: «şewî cum’e dû şitit lebîr neçê. dûhem řojnamey tewfîq». min řeben bûm, dena ewî tirîşim lebîr deçû. bełam şewî cum’e tewfîqim lebîr nedeçowe. ew çîřokaney terceme dekiran zyatir polîsîy bûn. çîřoknûsî zor çak hêşta le êran peyda nebbû. bełam min bojom nedekird û hemû şitim dexwêndewe. hatuçoy mehabadîşim dekird û dost û aşnay çakim peyda kirdibûn. carê ewe erkêk bû babim pêy espardibûm herçend carê çûbame şar debû biçme meḧkemey qazî muḧemmed û dîwexanî mîrza řeḧmetî şafî’î û siławî babmyan pê bigeyenim. ew dû cêgaye qewẍatrîn dîwexanî mehabad bûn û xełkyan zor lê debû û wirdewrde çaw û gwêm dekirawe û gewrepyawekanî wiłatim denasîn û ewanîş leber xatrî babim ḧurmetyan degirtim. bêcge lew dû cêgaye ke eger leber qisey babim neba hênde nedeçûm, cêgayekî tirîş hebû ke nakirê nawî bênim. ew cêgaye mekoy ew lawane bû ke heway nîştimanperwerîyan kewtibuwe ser. zebîḧî û řesulî mîkayîlî, qizłicî û nanewazade û îlahî û seydî û zor kesî tirim lewê nasîn. hejarîş herçend carî hatba şarî be małî êmeda dehat.

ew řefîqane kořî edebî biçûkî kurdyan pêk dêna û benhênî şî’rî kurdîyan dexwêndewe. deyan narde kurdistanî ’êraq û herçî kitêbî lewê çapkiraban boyan dehat û deyanda be minîş. qet nempirsî kê botan denêrê û kê deyanhênê? min kałek xor bûm ne bêstan řin. çend şa’îrîş hebûn şî’rî xoyan benhênî biław dekirdewe. betaybetî şî’rekanî seyfî qazî û... agiryan dekirdewe.

sałî 1320 (1941) min lawêkî pêgeyştû bûm. le karubarî kiştukał û ajełdarî karame bibûm û le edebyatî farsî û kurdîşda şarezayîy tewawim peyda kirdibû. bo xoşim şî’irim dadena. dîwanêkî gewrem dirust kirdibû. babim egerçî bo xoy ehlî zewq bû û şî’rî zor pê xoş bû, zorî pê naxoş bû min bibme şa’îr. lekin ew bibřay bibřay basî şa’îrîy xom nedekird. defterî şî’rekanim wek bêçuwe pişîle le babim deşardewe.

řojêk xerîkî şî’ir nûsînewe bûm. karêkim hate pêş wederkewtim û defterekem le gořê becê hêşt. tirsî wem nebû babim lew wexteda bête dîwexan. zorim pê neçû ke hatmewe defteresûr dyar nebû. pirsyarim kird gutyan babit destî daye û birdî, le piştên berejêrim mird. pêm wa nebû behasanî necatim debê. zanîm xirapim lê qewmawe. şî’rekanim puxte nebûn, lasay şa’îre konekanim kirdibowe. hemû core şî’rêkim danabû. tenanet le fiřhawêştinda lasay şêx řeza û îrec mîrzay farsîşim kirdibowe. boye heqim bû bitirsim. gałte nebû, min hem şa’îr bûm û hem î’tirafim be gunah kirdibû, ba be xeyałîş bê. minîş wek şêx řeza buxtanim be xom kirdibû û babim şitî way pê qibûł nedekira, bełam wa dyarbû neyxwêndbûnewe. çûmewe jûrê û gutim eger kareke gend bû daykim dekeme tikakar. pirsîm, gutim kwa babim? gutyan betûřeyî çuwe mitbex. xom wepena da, bebołeboł hateder û leber xoyewe deygut: xwêřî karim bo fêr buwe. şa’îrî şa’îrî! deyewê lebirsan bimrê. xom be mitbexda kird, temaşam kird defteresûr leser kiłî tendûr bote qeqnes.

ew demî zorim peroş bû. bełam paşan gutim destî xoş bê. çunke bêguman êsta maban bo xom demsûtandin. řaste hemû mewzûn bûn û qafyeyan hebû. bełam lasakirdinewey tewawbûn û hestî şa’îraney xomyan kem têdabû. paşanîş zorî wam fiřê dawin.

bêcge le karukasbî řojane û mutała û xwêndinewey şewane le dê sergermîy dîkeşim bûn, swarî û teqłe û řimbazî û řawe kew û řawe tajî û řawe tifeng.

babim espî zor řesen û başî hebûn ke zorî xoş dewîstin û başî aga lê bûn. min û kakim hemîşe esp û mayînî taybetî xoman hebû. hîçman heqman nebû swarî espî ewî tir bîn, dyare kakim serpişk bû û espî baştirî bo xoy hełdebjard. bełam le dwayîda hemîşe espî min baştir derdeçûn. çunke lewî hêdîtir bûm û kemtirim mandû dekirdin û lewî bemşûrtir bûm û çaktirim aga lê debûn û baştirim bexêw dekirdin. zorcarîş giřney tê dehałandim û espekey lê destandimewe û yekî dîkey dedamê. bełam babim boy tê hełdehênamewe û esp û mayînekanî tirî deda be min swaryan bim û te’lîmyan bidem. swarêkî baş bûm û wiłaẍim çak de’amlandin. bełam qet řawkerî çak nebûm. ne temał û dyardîm baş dedîtewe, ne şwênim çak degêřa, ne dawim bepele bo deçeqa, ne tifengim baş dengawit. dyare be tapiř kem wa bû le herdî bibwêrim. bełam nemdegeyande ew tifengiçîyaney le hewa neyandebward.

řojanî cêjin û bûkhênan û xenebendan û kiç be mêrd dan dawet û řeşbełekman degirt. hemû carê pyawêkî maqûł û řidên sipîman denarde kin babim û îcazeman lê werdegirt. hemû carê muxalefetî dekird. bełam hêndî leber depařaynewe dehate ředaye û bew şertey le nedîwî dîwexanî ême dawet bigîrê îznî dedayn. beřastî xoş bû, kiç û kuř û jin û pyawî gundekeman hełdepeřîn. min ew řesmem le řeşbełekî ladêda zor pê cwan bû ke pyaw meger jin bo xoy bangî kirdiba, dena heqî nebû biçête destî doyan. pyaw debû hemîşe lepêşeweřa biçête nêw geřî dawet, dena ’eyb bû.

bełam do debû le paşeweřa bête naw dawet û hełbijardin be xoy bû. ew řesme degeřêtewe ser ew zemaney ke jin le kurdewarîda azadîy pitir buwe.

bo şewdawet îcazeman le kes wernedegirt. şewî mangeşewî hawîn le ḧewşey meřî kiç û kuřî awedanî têkeł debûn û dawetyan degirt û hemîşe ledûy minîşyan denard. zistanan le axel û hołanda şewdawetman degirtin. carcare sofîy şeytan û şofar xeberî ew şewdawetaneyan be babim řadegeyand. ewîş lepêşda cinêwî be min û dwaye be çend kuřecḧêłey dê deda û kemêkî heřeşe lê dekirdîn û debřawe. bełam be qisey şeytan û şofar destiman le şewdawet hełnedegirt û cinêwî gewranîş be qewlî kuřecḧêłekan xełat bû.

zistanan beşew corabên û kałemistên û feley bêdeng û kosebazî û teřkî bin beřeyan le mizgewt dekird û beřoj cigên û matên û mêşên û hêlkeşkên û şêruxetyan dekird. min ta kitêbim wegîr kewtibaye le dîwexanî xoman weder nedekewtim û nedeçûme seyrî ewane. bełam sere beharan hemû řojê deçûme topên.

le mangî xermananî 1320 (1941) řojêkî çûbûme ser xermanan. kirêkarekanman xerîkî malûsk û zirîngandinewe û bałekew bûn û minîş leknyan danîştibûm û espekem weser kwêzir kirdibû. ewdemî fiřoke û maşên zor kem bûn û xełk pêy seyr bûn. lepiř dû fiřokey řeşî zelam peyda bûn. ême ta wêsta fiřokey ewende zilman be asmanewe nedîbû. hemû destyan le kar hełgirt û temaşay fiřokekanyan dekird. dîman fiřokekan nîzîk bûnewe û newî bûn û kaẍezyan berdanewe. hemûyan řayankird bizanin çîye? jinêk lepêş hemuwanda geřawe û kaẍezêkî damê û gutî ha be qurbanit debim bîxwênewe bizane çîye û çê têda nûsrawe?

biřwa biken wextabû le xoşîyan bał bigirim. ew kaẍeze beyannamêk bû ke be zimanî kurdî nûsrabû. çon ewe xewne, ya řastîye? dewłetêkî gewrey wek yekêtîy sûyêtî be zimanî kurdî beyanname biław bikatewe? bo min herwa kem nebû.

bo min ke şêt û şeyday zimanî kurdî bûm ew peře kaẍeze bes bû ke le xoşîyan şageşkem bika. ew demî wa wirdim lêk nedabowe, bełam lewaqî’da le barî syasîyewe ew karey dewłetî şûrewî ewpeřî azadîxwazîy têda bû û nîşaney ewe bû ke ew dewłete î’tiraf be bûnî gelanî corbecorî êran deka.

ew beyanname bonî şeřî lê dehat. dyarbû leşkirî sûr hatbû de êranewe. herçend le beyannamekeda diłxoşîy xełkyan dabowe û heřeşe û şitî way têda nebû, bełam ême zor le řûsan detirsayn. pîrekan neqłî bedfeřî û bêřeḧmî û destiweşênî leşkirî tezaryan le şeřî yekemda bo gêřabûynewe. le sertaserî řojgarî ḧikûmetî pehlewîda řojnamekanî êran her şitî xirapyan le dijî şûrewî nûsîbû. bałşiwîk lew serdemeda le êran gewretrîn cinêw bû. xo betaybetî paş ewey şeř lenêwan ałmanî nazî û yekêtîy sûyêtîda hełgîrsa, çapemenîy êran hemû nûsînekanyan be sûdî ałman û be zyanî şûrewî bû. maweyek bû şarewanîy mehabad řadyoyekî hênabû û bernamekanî «bîřlenî» be zimanî farsî biław dekirdewe, ke sertapa cinêw be komonîzim û bałşiwêzim bû.

bełam ewane hîçî bo min lew wexteda giring nebûn. giring ewe bû kurd mîlletêke dewłetan deynasin û beyanname be zimanî ew biław dekenewe.

nazanim çon xom geyande espekem û swar bûm û pêm pêwena û leser ciłewan çûmewe mał, beyannamekem bo babim xwêndewe. bełam ew bepêçewaney min řengî bizřika, şiłeja û be kawexo gutî: řołe qewma, wa dyare řûs hatûne de êranewe. şeř û kêşe peyda debê, wiłat deşêwê. kuřî xom to netdîwin û nayannasî. zor xirapin, zor pyawkuj û bêbezeyî û destiřeşin. min kuştarî sabłaxim be çawî xom dîwe û le bîrme çon xełkî bêderetan û lêqewmawyan beşîran şequpeq dekird. debê zû xoman xiř keynewe û xo bigeyenîne qayme. xuda bimanparêzê. řojî pyawane, bo ew řoje bû demgut fêrî swarî û tifeng hawîştin bin. boy mat bû û dû sê car leber xoyewe gutî: «herzin û bizin çyaye mezin».

babim heqî bû nîgeran bê. çunke ew leşkirî tezarî dîbû. ew kuştarî bêřeḧmaney jenerałe koneperistekanî řûsî le kurdistanda dîbû. ew wekû zorbey êranîyekan agay le aługořî paş şořşî oktober le yekêtîy sûyêtîda nebû. neydezanî leşkirî sûr çon ’amlawe?

bo êwarê çend pyawî maqûłî mehabad peyda bûn. ewanîş dost û hawtemenî babim bûn. şeřî yekemyan webîr dehat. zor le babim pitir nîgeran bûn. yekyan gêřayewe û gutî no kes le binemałey ême be řojêk bedestî sałdatî řûs kujrawin.

ew qisane minîşî biřêk nîgeran kirdibû. bełam le xoşîy beyannameke her şayîm le diłda degeřa.

xerîkî xizmetî mîwanekan bûm. bełam her demenademêk beyannamekem derdêna û demxiwêndewe û serlenwê le tenkey gîrfanim denawe.

şew kakim û pyawekanman çûn û jin û mindałî ew mîwanane û xizmekanî xomanyan le şar hênader.

beyanî dû fiřoke hatin û çend narincokî biçûkyan be şar dada, erteşî şahenşahî, ew erteşey le kuştinî mîlletî êranda lasay dagîrkeranî meẍûl û nazî dekirdewe, tawêkî berberekanî nekird û pêş ewey leşkirî sûr bigate mehabad çekî fiřê da û wek towî herzin biław bû. hejar lew barewe her ew dem çend cwanî gut:

«be biławbûnî dû peř agahî»
«bû biław erteşî şehenşahî»

tifengî biřnoyan deda be nanêk. ewîş ewî azayan, dena ewî tirsenok bertîlî deda tifengekey lê wergirin.

beşî zorî xełkî mehabad řûyan le gundekey ême kird. babim pêşwazêkî başî lê kirdin û herçî heman bû le îxtyarî nan. ’embarî genmî kirdewe û aşekanî gundekemanî da be xełk û her kes herçendî ard wîstiba deyandaye.

hemû řojê cařyan dekêşa her kes herçî pêwîste bê leřûdaman û şerimkirdin dawa bika. xełkî mehabad ew pyawetîyey babmyan lebîr neçû û ta ma zoryan îḧtiram girt.

çwar pênc řoj kes beser kesewe nebû. lepêşda leşkirî îngilîs geyşte sabłax û destêkyan řeser barxane xist û çekî qursyan bird. dwaye leşkirî sûr hat. bepêçewaney ewey çawenořî dekira ne kesyan kuşt, ne kesyan tałan kird, ne azaryan be kes geyand. ewende baş legeł xełk cûlanewe ke kes be leşkirî dagîrkerî nedezanîn. neqłêkî xoşim webîrhatewe: le zemanî pehlewîda kabrayekî diz û çete û pyawkuj û xirap peyda bû. be taqî tenê kełegayî le xełk dekird. kete pênc tîrêkî konî pê bû û lew naweda degeřa û herçî wazî lê ba deykird. polîsî êran boy nedegîra. bełam zanîbay çote her małêk xawen małekey degirt. kabrayekî pîryan bew tawane girtibû ke şewêk «soẍre» yanî ew çete pyawxirape nanî le małî xwardibû, dû sał bû le wirmê gîrabû. ke hatewe pêwey çûm û gutim mame çonit necat bû? gutî çûzanim, firîştêkî sûrî çawşîn hat û derkî lê kirdimewe û gutî biřo.

leşkirî taran le mukiryan nema. lepêşda ’eşîretekan ta řadeyek ałozîyan kird û yektiryan kuşt. bełam wirdewrde wiłat aram bowe û wez’êkî lebar bo cûłanewey syasî pêk hat.

ême yanî ew pole lawey le zemanî pehlewîyewe yektirman girtibû û dostane pêkewe karman dekird. meydanman bo aweła bowe û çalakîy xoman pere pê da. demannarde ’êraq řojname û gowarî kurdîyan bo dehênayn û demanxiwêndewe. min şî’rî xom û şî’rî şa’îrekanî tirim be xet bo lawekan denûsînewe û biławim dekirdinewe. diłşadî řesûłî le ’êraqewe hatbowe. ew îmlay kurdî le hî ême baştir bû û xetîşî xoştir bû û zorîşî şî’rî bêkes û pîremêrd û eḧmed muxtar caf û ḧemdî leber bûn û be xet biławî dekirdinewe. gowarî gelawêj řołêkî başî yarî kird û lawekanman fêrî kurdî xwêndinewe bûn. helumerc bo pêkhatnî ḧîzbêkî nasîwnalîstî kurdî le mehabad pêk hatbû.

paş damezrandinî ḧîzbî tudey êran çapemenîyekanî ew ḧîzbeş aługořêkî fîkirîyan lenaw komełî kurdewarîda pêk hênabû. tenanet çend kesî kurd û ermenî têkoşan likî ew ḧîzbe le mukiryan dabmezrênin. bełam xełk pêşwazî lê nekirdin. ḧîzbêkîş be nawî ḧîzbî azadî be bernameyekî çepîyewe serî hełda û nejya. ta řojî 25y gelawêjî 1321 ( 16y abî 1942)komełey «ji. k» damezra. ewanî ew komełeyan damezrand dostanî pêşûy min bûn. min lew serubendîda le tewrêz bûm û le řojî damezrandinî komełeda ḧuzûrim nebû. ke hatmewe behoy zebîḧî ke lemêj sał bû dost bûyn be komełe nasêndiram. le małî yekêk le dostekanî xom ke paşan zanîm endamî jimare yekî komełeye û beřastî têkoşerêkî becerg û aza û nebez û kołneder bû, be qur’an û be ałay kurdistan û be şerefî xom û be şimşêr swêndyan dam ke be ziman û be qełem û be îşare xeyanet be netewey kurd û endamî komełe nekem. nawî nehênîy ḧîzbîm «hêmin» bû û jimarey endametîm «55». min heqim nebû hîç lewan bipirsim. bełam ewan ewendeyan mutmane be min bû, pêm biłên hejarîş endamî komełeye û xot lekin ew meşarewe eweş bew řadegeyenîn.

bew core min le jyanî komełayetî û syasî û edebîmda pêm naye qonaxêkî nwê.

endametîy komełey «ji. k» gořanêkî seyrî beser minda hêna. şew û řoj le bîrî komełeda bûm ke ewîş amancî řizgarkirdinî netewekem bû. hemû awat û arezûy taybetîy xom wela na. îtir netenya destim le şewdawet û hełpeřîn û řêbazgirtin û leser swane westan hełgirt, bełkû wek sofîy tobekar tûşî her kîj û jinêkî kurd dehatim serim dadexist û çawim lê nedekird. çunke eweşim be xeyanet dezanî. bo xatrî komełe min destim le yarêk hełgirt ke be gewretrîn meḧrûmîyetî jyanmî dezanim û řabirdinî zemanîş lebîrî nebirdûmewe û nasorî le diłimda her mawe.

lew sałaney dwayîda dostêkim ke baş le şî’ir betaybetî le sebkî şa’îrîy min dega, gutî: to bo gutûte: aşqî çawî kejał û gerdinî piř xał nîym?

gutim kake min qet dirom legeł îḧsasî derûnî xom nekirduwe. eger to detzanî min ew şî’rem le çi helumercêkda gutuwe, biřwat dekird hestî derûnî xom derbiřîwe û beřastî lew kateda min le xeyałî çawî kejał û gerdinî piř xałda nebûm.

«komełe» bêcge lewey komełeyekî syasî bû komełeyekî komełayetî û exlaqîş bû. zorbey endamanî komełe biřwayan bew swênde hebû ke xwardibûyan û destyan le akarî dizêw hełgirtibû. dizî, xirape û nêwan naxoşî le kizî dabû û detwanim biłêm le hêndêk cêgayan her nema.

hêndey pê neçû komełe seranserî kurdistanî êranî tenyewe û pelî hawîşt bo parçekanî tirî kurdistan, betaybetî le kurdistanî ’êraqda likî komełe zor perey girt û behêz bû.

endamanî komełe le hemû çîn û twêjekanî komełî kurdewarî pêk hatbûn û cyawazîy bîrubaweřî syasî û felsifeyîyan hebû. eger çawêk be organî komełeda bixşênin ew řastîyetan bo derdekewê, ke min lêreda mecalim nîye botan şî bikemewe. bełam hemû leser şitêk řêk kewtibûn. ewîş řizgarîy kurdistan bû. endamî komełe xawenî her bîrubřiwayek ba û le her çîn û twêjêk baye bo fermanî lay serû nek amade bełke beřastî fîdayî bû.

dahatî komełe tenya û tenya manganey endaman û firoşî çapemenîyekan û dahatî tî’atir û numayşekanî bû. keçî zor bebaşî beřêwe deçû. hoy ewe bû hemû kes bewpeřî diłxoşîyewe manganey deda û çapemenîy komełey be çend hêndey nirxî dyarîkiraw dekřî. min xom dîwme jimarey «nîştiman»yan be 200 ewendey nirxekey kiřîwe, nîştiman qet daneyekî nedemawe. komełe lepêşda kitêbêkî biçûkî şî’rî biław kirdewe be nawî dyarî komełey «ji. k» ke şî’re nîştimanîyekanî ḧacî qadir û melay gewrey koye û hejar û şêx eḧmedî ḧîsamî têda çapkirabûn û desbecê tewawbû. dwaye gowarî nîştimanî wek organî komełe çap kird.

yekem şî’rî min le jimare dûy nîştimanda be nawî m. ş. hêmin biław kirayewe û îtir bûme endamî destey nûseranî ew goware û le hemû jimarekanîda şî’ir û witarim biław kirdewe.

zebîḧî sernûserî nîştiman bû û beřastî le çapkirdinî ew gowareda zeḧmetî kêşa û wiryayî nîşan da. cige le zebîḧî û çend kesî baweřpêkirawî tir kes destey nûseranî nîştimanî nedenasî û neydezanî ew goware le kwê çap dekirê.

endamî komełe wek endamî ḧîzbêkî nehênî û be dîspilînî tund her ewendey dezanî ke pêwîst bû bîzanê.

lebîrme nîştimanim bo babim dexwêndewe. betaybetî şî’rekanî xom û deygut kuře ew hêmne kêye? ledłî xomda pêdekenîm, bełam nedekira biłêm ew keseye ke to defterî şî’rekanit lê le tendûrî be kemran hawîşt. komełe gowarî awatîşî çap kird û min lewîşda nûsîm.

tî’atrî «daykî nîştiman» gewretrîn teblîẍatî bo komełe kird. ew tî’atre ke zorîş sakar bû û detwanim biłêm lebarî hunerî û tenanet fîkirewe natewawîş bû. sê çwar mang le mehabad û şarekanî tirî mukiryan leser şano mayewe. kem kes hebû neçûbê û her kesîş çûba degrya û hestî kurdayetî debzût. le dêhatî zor dûredestewe xełk bo dîtnî ew numayşe dehatin. bêcge le teblîẍatî syasî lebarî maddîşewe dahatêkî zorî hebû û komełey dewłemend kird.

komełe her bew dahatane twanî çapxaneyekî destî bikřê û le mehabad daybimezrênê.

ta zyatir le komełeda karim dekird piley zanyarîşim pitir deçuwe ser û le pyawî zana û edîbî wek pêşewa qazî muḧemmed û kake řeḧmanî muhtedî nîzîktir debûmewe û şityan lê fêr debûm. hîç kam ew pyawe gewraney kurd ke le parçekanî tirî kurdistanewe dehatin le min şarawe nebûn. hemze ’ebdułła, mistefa xoşnawî şehîd û mîrḧac û qudsîy şehîd û zorî tirim lew têkoşerane dîtin û aługořî fîkirîm legeł kirdin. çapemenîyekanî êran pêşkewtuwanetir bûn û şitî tazeyan têda bû. betaybetî çapemenîyekanî ḧîzbî tudey êran le řûnkirdinewey bîruřay syasîy minda karyan kird. řewabîtî ferhengîy êran û şûrewî liqî le mehabadîş damezra. minîş yekêk lewane bûm ke lewêda karim dekird. herçend bedaxewe ew binke pêşnyarekanî minî cêbecê nekird û hîçî be kurdî biław nekirdewe, bełam zor şitî benirxî be farsî biław dekirdewe û kełkim lê werdegirtin. şî’ir û nûsrawî kurdî be azerî û řûsî terceme dekiran û eweş deskewtêkî baş bû bo ême. yekêk lew şitaney terceme kiran û minîş le tercemekirdinîda beşdar bûm ałekokî hejar bû, ke lelayen însanêkî waqî’î û şa’îrêkî başî azerbaycanî şûrewî, mamosta ce’fer xendanewe be azerî û be şî’ir terceme kira.

şeřî małwêrankerî duwem be têkşikanî faşîzim û nazîsim û şirit û gum bûnî hîtler û kujranî mosolînî û gîran û lenawçûnî şeř hełaysênekan tewawbû. hîwa û humêdî gelanî jêrdest û zorlêkiraw geşey peyda kird. leşkirî hawpeymanekan le êran çûneder. le ḧałêkda ke cûłanewey řizgarîxwazîy gelanî êran řoj be řoj perey degirt.

gelî kurd yekêk bû lew gelaney ke hîway be dwařojî geşedarî xoy dem be dem peregirtir debû.

desteyek le řûnakbîran û endamanî komełey «ji. k» hatne ser ew biřwaye, ke cêbecêkirdinî bernamey komełe le helumercî êstay cîhan û kurdistanda îmkanî keme. boye bernameyekî kurt û nwêyan ke legeł helumercî ew serdemîda degunca gełałe kird û le řojî sêy xezełwerî 1324 (1945) yekem kongirey ḧîzbî dîmukiratî kurdistan le şarî mehabad gîra û ew bername pesnidikira û řêkxirawî ḧîzbî dêmukiratî kurdistan her leser binaxey řêkxirawî komełey «ji. k» damezra û tenya le kadrî řaberîda aługořêk pêkhat û pêşewa qazî muḧemmed ke endamêkî sadey komełe bû û nawî nehênîy «bînayî» bû, be pêşeway ḧîzb hełbijêrdira û serokî komełe ke pyawêkî zor têkoşer û aza û pak bû le kadrî řaberîda nema. em aługoře hîç karî nekirde ser ew pyawe û le řîzekanî xwarewey ḧîzbida dirêjey be xebat û karî xoy her da û řencêkî zorî kêşa.

le kobûnewekanî kongireda min bo yekem car le jyanmida le beramber xełkida şî’irim xwêndewe. katêk beřêweberî kobûnewe gutî: êsta «aẍay hêmin» şî’irtan bo dexwênêtewe û min bo şî’ir xwêndinewe be şermewe çûme ser mînberî mizgewtî sûrî mehabad, hemû kes tenanet pêşewaş waqî wiřma û le xoyan depirsî: çon hêmin şa’îr û nûserî nîştiman «seyîd muḧemmed emînî şêxel’îslamî» bû û ême neman denasî? babîşim ke ewey bîstewe le giftî xoy peşîman bowe û gutî hêmin şa’îrêkî baş nîye.

ḧîzbî dêmukiratî kurdistan kořêkî be nawî «hey’etî ře’îsey mîllî» hełbijard ke minîş yekêk bûm le endamekanî. le hełbijardinî nawxoda ḧacî babeşêx ke pîrtirîn endam bû, be serok û min ke lawtirîn endam bûm be sikirtêr hełbijêrdirayn. çend mang lew koředa karim kird. karêkî giran bû. her min betenê be karekan řadegeyştim û ḧacî babeşêxî řeḧmetî her ewendey leser bû ewî min deynûsim îmzay bika. herçend lebarey destełat û nawbangewe karêkî giring bû, bełam legeł zewqî min řêk nedekewt. betaybetî beřê çûn legeł ḧacî babeşêxî xobezorgir û kelleřeq karêkî hasan nebû.

lêreda ke basî ḧacî babeşêx hate gořê demewê şitêkî mêjûyî řûn bikemewe. le nûsrawî çend pyawî bêxeberda dîwme û le xełkî sakarîşim bîstuwe tawanî xeyanet webał ḧacî babeşêx deden. min ḧacî babeşêxim xoş nedewîst. çunke legeł eweşda deyangut le ’ilûmî dînîda zor şarezaye û řyazyatî kon zor dezanê, pyawêkî zor koneperist û kelleřeq û xoperist û naşareza bû. bełam zor řast û pak û aza û be bîr û baweř bû. be hîç barêk tawanî xeyanetî pêwe nanûsê. lekatî wituwêj legeł nwêneranî dewłetî merkezîda dûr nîye firîwî xwardibê û be hełe çûbê. bełam le řêgay řast laynedawe.

biławe pêdanî gemaroy dewrî seqiz û serdeşt û xuřxuře ke tawanekey dexene ser ḧacî babeşêx pêwendî be meseleyekî qûł û nehênîy syasîyewe heye ke lêreda cêgay baskirdin nîye û ba carê derxoney leser dabnêyn û zor le destełatî ḧacî babeşêx berejûrtir bû. ḧacî babeşêx ewendey destełat nebû fermandeyekî dewruberî em şarane be qisey biken û bikşênewe. xo ew hîç mes’ûlîyetî leşkirî nebû, leşkirî kurdistanîş wek leşkirêkî řesmî be qisey fermandekanî xoy dekird ne be qisey serekwezîrêkî bêdestełatî ẍeyre nîzamî. hîwadarim bem kurte nûsîne xwênerekanim řûn kirdibêtewe.

min wazim le sikirtêrîy hey’etî ře’îsey mîllî hêna û le kumîsîwnî teblîẍatî ḧîzbida destim be kar kird. le hemû çapemenîyekanî ḧîzbida destim be nûsîn kird. le řojnamey kurdistan û gowarî kurdistan û hawarî kurd û hawarî nîştiman û giřugałî mindałan û gowarî hełałeda şî’ir û witarim biław dekirdinewe û le mîtîngekanî ḧîzbida beşdar debûm. le desteyekda ke bo dananî kitêbî kurdî bo fêrgekanî kurdistan karyan dekird, endam bûm. endame esłîyekanî ew lîjne wek lebîrim mabê, zebîḧî û hejar û biraymî nadrî û dilşadî řesulî û min bûyn. pêşewa bo xoy û çend mamostay şarezaş yarmetîyan dedayn. herçend hîçman lew kareda pispoř nebûyn, bełam çunke zor be diłsozîyewe karman dekird pêm waye kitêbekan ke bedaxewe çap nekiran xirap nebûn.

řojî bîst û şeşî sermawez ałay kurdistan le mehabad hełkira û řojî dûy řêbendanî 1324 komarî kurdistan damezra. min namewê lew barewe bidwêm çunke zorî bas kirawe û tenya dełêm min lew řoje pîrozaneda beşdarbûm û şî’irim xwêndewe.

lew maweda min û hejar yek mał bûyn, şew û řoj pêkewe degeřayn. maweyekîş qizłicîman legeł bû. katî bêkarî û saneweman zor xoş řadebward. min ke payey xwêndewarî û zanyarîm zor lewan kemtir bû, le hawinşînîy ewan kełkim werdegirt û şit fêr debûm. çunke min û hejar bo hemû cêgayek pêkewe bûyn û lêk hełnedebřayn, zor kes neydezanî kamman hejare û kamman hêmin û eger yekman betenê geřabayn deyangut kwa ewî tir?

paş dûy řêbendan û pêkhatnî komarî kurdistan kurdekanî parçekanî tirî kurdistan řûyan le mehabad kird û min û hejar legeł hemû pyawe benawbangekan pêwendîy dostayetîman damezrand. mamosta qanî’îşim nasî û le ezmûnî edebîy ewîş kełkim wergirt. zorim bîrewerîy xoş le hawinşînîy mamosta qanî’ heye ke bedaxewe lêreda mecalî gêřaneweyan nîye.

daykim lemêj bû deywîst jinim bo bênê û ta nemirduwe min be zawayî bibînê. bełam min milim řanedekêşa û nedeçûme jêr bar. xom be xwêndewar dezanî û pêm wa bû heq nîye dayk û babim jinim bo bênin. bo xoşim le hełbijardinî dezgîranda diřdong bûm û heta gewretir debûm ew diřdongîyem zyadî dekird. lew axîraneda hatbûme ser ew xeyałe ke esłen jin nehênim û be řebenî bimênmewe. hîç kiçêk teb’î cwanî peristî minî řazî nedekird û řeng bê eger daykim nebûba êstaş buxçey nekirawe bûbam. bełam daykim ew sałî pêy lê le kewşan kirdim û gutî: îlla bîlla, pêt xoş bê û pêt naxoş bê jinit bo dênim. lewlaşewe hejarî lê dine dabûm û şew û řoj lebin hengiłimda bû. hejar betemen çî wa le min gewretir nebû. bełam sard û germî řojgarî le min zor pitir çêştibû. dû carî jin hênabû û ezmûnî lew barewe zor bû. tundî û sereřoyîy daykim û nerme nerme û dinedanî hejar diłyan nerim kirdim.

daykim birazayekî xoy ke kiçî pyawêkî bedestełat û dewłemend bû bo xwastim ke ne dîbûm û ne demnasî. diro nebê carêkî dûrbedûr leber mangadoşîn dîbûm. ewîş řuxsarim nedîbû. bełam demzanî kurte bałaye. eweş seyr bû min ew xowêje nebûm ke gutûyetî: «sed neḧlet le ḧałetim her îy kurtim xoş dewên» min le jinda ewî le hemû şit pitir serincim řadekêşê bejin û bałay řêkupêk û berze. eweşim be daykim gut. gutî: řołe ew qisane çin? zêřîş biçûke. daykim jinêkî dinyadîde û be’ezmûn û karame û zor bedestełat bû. xizim û kesukar û dost û aşnaşman zor bûn, lenaw ew hemuwaneda ew birazayey hełbijardibû. dyare ew bedway kiçî şox û şeng û cwan û çelengida negeřabû. ew deywîst bûkêkî akar baş û řeftar çak û wirya û bemşûr û małdarîkerî hebê.

şayîy hêmin dest pêkira, hejar hełbezî, serçopî kêşa, destî doy nask û nazdarî guşî, çawî le kîjołan dagirt û şewaneş bew qise qořaney xoy kořî dîwexanî we pêkenîn dexist. bełam hêmin nîgeran bû, nîgeranî dwařojî xoy û bîrî lewe dekirdewe çon legeł jinêk ke hełbijardey daykyetî û bo xoy neydîwe û naynasê, detwanê jyan berête ser. neydezanî toqî le’netî bo dênin ya firîştey řeḧmet.

řojî 25y xezełwerî 1325 bûkyan bo dabezandim. dyare ew perîy nask û nazdar û şox û şeng û cwan û çelenge nebû ke xeyałî şa’îraney min beşwênîda degeřa û hêştaş tûşî nebuwe. bełam zor zû twanî xoy le diłî minda cê bikatewe û wa le xoy bika ke le qûłayîy diłmewe xoşim bwê û bibê be yarî hemîşeyî û xemřewênî řojanî tał û tiftî jyanim. bîst û sê sał pêkewe jyayin û le pena ewda hestim besanewe dekird. qetî ewende dił neşkandim řojêk ta êware lêy zîz bim û dengî lê bigořim. zor le jyanî jin û mêrdayetîm řazîm. îqrar dekem jyanî xoşî jin û mêrdayetîman zyatir ew pêkî hênabû. çunke min dezanim ḧesas û tûře û tenanet byanûgir û cînginokem, bełam ew hêdî û aram û jîr bû û byanûy nededa destim. taqe kuřêkman bû nawî na «selaḧ», ewe maweyekî zore le dîdaryan bê beşim û derdî dûrî deçêjim. yadyan bexêr.