ayînî zerdeştî

From the Book:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
By:
Muhammad Amin Zaki (1880-1948)
 9 minutes  1941 views

be gwêrey kitêbî «awêsta» û kîtabanî tirî pehlewî, [dinya] le ser em esaseye: dinya le dû şit peya buwe: řûnakî û tarîkî, em dû quwete da’îmen le şeřan û carcar be ser yeka zał ebin. le ser em esase ’alem buwe be dû beş: leşkirî řûnakî û leşkirî tarîkî. serdarî leşkirî ewweł «hurimz = ahuremezd» û gewrey leşkirî duwem «ehrîmen = engiremînû» bû.

hurimz şeş mi’awnî heye ke «emşespintan = cawîdananî muqedes»n û le ḧizûrî hurimizda řawestawin, întîzarî emir eken. hurimz be wasîtey emanewe îdarey dinya eka. her yekê lemane ḧîmayey şitêk eka, meselen behmen: agir, esfendarmerz: erz ḧîmaye eka. le dway «cawîdananî muqedes» wicûdî mecûdî tir dê ke (bezis = yezd = îzed)y pê gutrawe û zorin, bełam here meşhûryan sêye û her yeke bo řojêkî mang mexsûsin, em «yezit»ane dû beşin, asmanî û zemînî. hurimz le ser serî tebeqey asmanî danîştuwe, here çaktirî «yezit»y zemînî, zerdeşte. em «yezit»ane her yekê ḧîmayey şitêk eken. bêcge lemane tebeqeyekî tirî wicûdî muceřřed heye.

beramber be leşkirî hurimz , me’bûdî tarîkî (ehrîmen)yiş leşkirî heye û mi’awnekanîşî nawyan «de’o»ye. ehrîmen le ser serî emane danîştuwe. muqabîl be cawîdananî muqedes, şeş dêw weya ’ifrît heye. îşî ehrîmen û em dêwane mani’bûnî çakeye. tarîkî û xirape û diro û ’usyan û tekebur le teref ehrîmenewe îcad kirawe. hurimz ḧeyat û ehrîmen mirdinî xełq kirduwe. xulase beramber be hemû teşkîlat û esasyatî hurimz, ehrîmenîş teşkîlat û ’enasrî fe’aley hebuwe.

awêsta derḧeq be xîlqetî ’alem ełê: hurimz ewwełen ’alemî eřwaḧî xełq kird û sê‌hezar sał ḧukmî be sera kird û le dwayîda ehrîmen le tarîkî hate derewe û be zor daxłî ’alemî řûnakî bû... hurimz le paşda ’alemî maddî le şeş dewreda û le sê‌hezar sała xełq kird. însanî le dewrî şeşemda xełq kird, le paşda ehrîmenîş desî kird be xełqkirdnî xirape û legeł hurimizda kewte şeřewe û sê‌hezar sał dewamî kird. ke zerdeşt hate dinyawe, ehrîmen bê‌hêz kewt û ẍelbey hurimz řoj be řoj zyatir bû û ta ehrîmen eçêtewe ’alemî tarîkî, em ẍelbeye dewam eka.

be gwêrey mezhebî zerdeşt, řuḧ fanî nîye, le dway mirdin sê řoj dîsanewe zewq û elemî ḧeyat eçêjê, le dwayîda ba eyba û egate pirdî «cînwet» û lewê le ḧizûrî sê qazîda miḧakeme ekirê, ye’nî em miḧakemeye e’malî çake û xirapî ew însane be terazû ekêşin û be gwêrey ewe ḧukim eden. le dway eme, ebê le pirdêk ke le qulley «elburz»e ta awî «da’îtya» dirêje, têpeř bê. eger ew řoḧe e’malî baş bê, pirdeke boyan [pan] ebê û eger gunahkar bê, teng ebê, be dereceyekî wa ke ew řoḧe ekewête naw tarîkîyewe. řoḧ eger e’malî baş bê, ye’nî sê sîfetî bibê, degate ’alemêkî here baş. em sê sîfete: nyetî çak, qise û kirdewey çake. ew ’alemeş ke daxłî ebê, «beheşt» (= enwehîşt)e. řoḧê ke gunahkar bê, daxłî ’alemî derd û meşeqet ebê. le beynî beheşt û cehennemda cêgeyekî nawencî heye ke nawî «hemestekan»e û cêgey ew řoḧaneye ke ’emelî çak û xirapeyan misawîye û lewê ebê întîzarî qyamet biken. nizîkî qyamet basî zatêk eka ke nawî «sa’ewşyan»e, necatderî ’aleme. hemû eřwaḧê zîndû ekatewe û des eka be miḧakemey axret. le dway eme lafawêkî qurquşmî twawe dê û řûy erz dagîr eka û lew weqtedaye ke şeř le beynî hurimz û ehrîmenda des pê’eka û hurimz be tewawî ẍalb ebê. bo necatbûn le dway mirdin û bo emey ke her kese be qeder ḧałî xoy yarîyey hurimz bida, ebê le sê şit laneda: nyetî çak, qisey çak û kirdewey çak , (êranî qedîm, lapeře 252-258)

yekê le mebadîy dînî zerdeştîş emeye ke îşî here baş bo însan zera’et û małyat pêgeyandine. ḧeta zerdeşt řojûgirtinî le zurra’ [cûtyarekan] men’ kirdibû, bo ewey ke bê‌hêz nebin.

le dînî zerdeştida aw, hewa, agir û xak çwar ’unsurî muqedes û pak bû, ne’ebû pîs bikiraye, le ber eme agir řemzî zerdeştî bû. pîskirdinî awî carî û naştinî mirdû le aw û xakda ḧeram bû. be î’tîqadî esḧabî em dîne, zerdeşt nebî bû, xwa qisey legeł ekird û weḧî bo enard (ficir alaslam).

me’mûrînî řuḧanî le pêş zihûrî zerdeşt, ḧukim û nifûzêkî zor gewreyan hebû, hîç ferdêkî arî, ḧeta le pêş cwêbûnewey hîndî û êranîşda ney’etwanî bebê ḧizûrî muẍêk (weya hindî birehmenêk?) bo me’bûd qurbanî ser biřê. muẍ be nimûney ’eqił û kemał û be tercumanî yekaney me’bûd ḧîsab ekira. zahîr waye ke le zemanî «daryos»y gewreda ’eqîde û ayînî pêş zerdeşt be tewawî le naw çuwe û dînî zerdeştî bote dînî řesmîy êran (tarîxî qedîmî şerqî qerîb, lapeře 577).

derḧeq be ’eqîdey qewmî mad, me’lûmatêkî qet’î nîye. be’zê le mudeqqîqîn ełên řenge mezhebî hurimzperstîyan bûbê û muẍekan sîḧir û xurafatêkî zoryan têkeł kirdibê û zerdeşt ke xełkî «med» bû, wîstî îslaḧî bika, bełam muẍekan neyanhêşt û le ser ewe terkî wetenî kird û çuwe wiłatî baxter. bełam le dway eme ke zerdeşt mwefeq bû, mezhebekey le dewrî ḧikûmetî exmenda be tewawî biław buwewe û buwe mezhebî ’imûmî, be tebî’et qewmî med û eqwamî xizmî û dirawsêy kurdistanîş lem te’sîre qutar nebûn û daxłî em mezhebe bûn.

zahîr waye ke mezhebî manî û mezdek te’sîrî nekirdote kurdistan û xełkî em wiłatane ta zihûrî îslamîyet le ser ayînî zerdeştî bûn, legeł emeşda tedqîqatî be’zê mudeqqîqîn wa nîşan eda ke be’zê mu’teqedatî zor qedîm wekû bit‌peristî û řojperistî û dirext‌peristîş muddetêkî zor le kurdistanda mawe.

wa dyare ke dînî ’îsewî le kurdistanda ewende mwefeqyetî nebuwe; misyo hofman le eserekey xoyda ełê: ««marmarî»yekanî orfe le şahgirdida le beynî hewlêr û kokadwe buwe û le ’esrî sêyemî mîladda bûn be gawir, le pêşda xełkî em wiłate be xoyan û qiřałekeyanewe hemû daryan eperist û qurbanîyan bo bite le mis dirustikirawekanyan ekird».

îşûyab naw qeşeyek, le nizîk «simanîn» le nizîkî cezîrey îbnî ’umer buwe û lew cêgeyeda ke kurdekan bo ecînne qurbanîyan ser biřîwe, munasb tirêkî dirust kirduwe.

be gwêrey musteşrîq hofman, ew kurdaney ke «marsaba» kirdûnî be gawir, řojperist bûn.

be gwêrey řîwayetî em qeşane, ew kurdaney ke bûn be gawir, zor kem bûn. bełam mes’ûdî ełê: hemû ye’qûbîyekan û gawranî «curgan» (le beynî mûsił û şaxî cûdîda) kurdin. welḧał sêr mark saykis ełê: kurd dînî ’îsewî qebûł nekirduwe (dwayî warîsanî xulefa, li 48). le layekî tirîşewe le cedwelekeyda û le naw ’eşa’îrî kurdida be’zê ’eşîretî nîwe îslam nîwe nestûrî weya nîwe îslam û nîwe nestûrî û nîwe yezîdî û nîwe gawir nîşan eda. (’eynî eser, cedwelî ’eşa’îrî kurd, sinfî A).

qewmî kurd le dway eme ke bû be musułman, ta beynêk be tewawî legełî řanehat û be teşwîq û te’sîrî be’zê mute’esîbî mezhebî pêşûy, carcar beramber be îslam ’usyanî kirduwe û daxłî hera û de’way ta’îfey xarcî buwe, bełam le dwayîda ke baş têy geyşit û zanî ke dînêkî zor mubarek û tebî’îye, be hemû me’newîyatyewe girtî û le hemû qewmanî tir zyatir be sîdiq û îxlas dewamî le ser kird û be hemû quwetî xoy mudafe’e û xidmetî kird; herçende saḧêbî şerefname ełê ke qewmî kurd hemû şaf’î mezhebin, ewlya çelebîş te’îydî eka; bełam înkar nakirê ke beşêkî munasbîşî çi le daxłî turkya û çi le êranda mezhebî ce’ferî qebûł kirduwe û ḧeta be’zê fîrqey mufrîtîşyan (ehlî ḧeq = ’elîwłiłahî) tya peya buwe û ḧeta be’zêkîşî (le wiłatî mûsił û řûsyeda) kewtote î’tîqadêkî tirewe û «yezîdî»yan pê ełên. bem munasebetewe tozêk basî ’eqîdey ’elîwłiłahî û yezîdî kirdin le fa’îde xałî nîye.